Honeyland: Hevsengiya ekolojîk û kedxwarî ya li hemberî hev e

Belgefîlma Honeyland (Welatê Hingivîn) a 2019’an li Makedonyaya Bakur, hatiye kişandin, têkiliya hesas a di navbera mirov û xwezayê de digre dest. Fîlm nîşan dide ku hevsengiya ekolojîk li hemberî hêrsa mirovan û fikarên aborî çawa têk diçe.

Navenda Nûçeyan – Fîlmê Honeyland ku derhêneriya wê ji aliyê Tamara Kotevska û Ljubomir Stefanov ve hatiye kirin, balê dikşîne ser jiyana mêşvan Hatîce Muratova ya ku li gundekî çiyayî yê dûr ê Makedonyaya Bakur dijî. Hatîce Muratova ya ku li gundekî bê elektrîk û bê av bi dayîka xwe ya ku nexweşa nava nivînan e re dijî, debara xwe bi rêbaza kevnar, bi mêşvaniyê dike.

Di navenda belgefîlmê de, nêzîkatiya Hatîce Muratova ya mêşvaniyê cih digre. Hatîce Muratova, li şûna hemû hingivê ku ji mêşan bi dest xistiye berhev bike, ji bo ku mêş jiyana xwe bidomînin, beşekî hingiv di kewarê de dihêle. Ev nêzikatî, bi têgihîştina "nîv ji min re, nîv ji mêşan re" ku di tevahiya fîlmê de derdikeve pêş, tê îfadekirin.

Bandora malbata koçer û têkçûna hevsengiyê

Bi vî awayî tekez dike ku dema mirov ji xwezayê sûd digre divê domdariya xwezayê jî li ber çavan bigre. Dema ku malbatek koçer diçe gundê Hatîce Muratova lê dijî, ev hevsengî dest bi guherînê dike. Malbata ku dixwaze zêdetir hingiv bide hilberandin û dahatek zêdetir bibge, hewl dide bêyî ku pêdiviya mêşhingivan li ber çavan bigre, hilberînê zêde bike. Berhevkirina zêde ya hingiv û zirardîtina çerxa jiyana mêşan, di fîlm de yek ji mînakek sereke ya nakokiya di navbera hewcedariyên mirovan û sînorên xwezayê de ava dike.

Xweza xerckirina zêde û nakokiya aborî

Honeyland, bi riya vê dijberbûnê, tenê çîrokekê mêşvaniyê venabejê. Fîlm, mijarên wekî hêrsa mirovan, domdarî, xerckirina zêde, bikaranîna çavkaniyên xwezayî û têkiliya di navbera mirovahî û xwezayê de jî ji nîqaşê re vedike. Hatîce Muratova ya ku li aliyekî ve li gorî rîtma hevsengiya xwezayê tevdigere, li aliyê din jî malbatekê ku hewl dide ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên aborî, çavkaniyên xwezayî bi awayekî dijwartir bi kar tîne heye. Belgefîlm, van her du nêzikatiyên dijber tîne hemberî hev û balê dikşîne ser rastiya ku çavkaniyên xwezayî ne bêdawî ne. Têkbirina hevsengiya di navbera tiştên ku ji xwezayê tên girtin û ji xwezayê re tên hiştin de, ne tenê dibe sedema encamên jîngehê, di aliyê têkiliyên di navbera mirovan de jî dibe sedema encamên girîng.

Serkeftin û dîroka Oscarê

Film herwiha bi wê yekê jî balê dikişîne ku ew yek ji devokên tirkî yên herêmî yên Bakurê Makedonyayê bi kar tîne. Pêvajoya çêkirina fîlm nêzî sê salan domiyaye û nêzî 400 saetên dîmenên xam hatine amadekirin. Honeyland, di 92’emîn Xelatên Akademiyê de hem bû Fîlma Herî Baş a Navneteweyî û hem jî di kategoriya belgefîlma herî baş de namzed nîşandan. Ev berhem, bû yek ji berhemên di dîroka Oscarê de ku ji bo du kategoriyan namzed hat nîşandan. Belgefîlm, eşkere dike ku têkiliya bi xwezayê re ne tenê mijareke şêwaza jiyana takekesî ye, di heman demê de mijareke domdariya ekolojîk e.