Fîlma Rojê: ‘Hê jî Hêvî Heye’
C’è ancora domani ‘Hê jî Hêvî Heye’, fîlma yekemîn a lîstikvan û derhênera Îtalî Paola Cortellesî ye. Li Îtalyayê serkeftineke mezin bi dest xist. Fîlm weke berhemeke girîng derket pêş û bi bandora xwe ya civakî bal kişand ser xwe.
Navenda Nûçeyan – Fîlm li Romaya piştî şerê sala 1946’an derbas dibe. Îtalyayê bi rengên reş û spî nîşan dide ku bi xizanî û êşên veguherîna civakî re têdikoşe. Fîlma ku referans û diyardeyên rastiyê di nava xwe de dihewîne, bi şêwaza vegotina xwe ya modern girêdanek xurt di navbera rabirdû û niha de ava dike.
Bi bandora xwe ya civakî bal kişandiye ser xwe
Fîlma yekemîn a derhêneriya Paola Cortellesi, C'è ancora domani ‘Hê jî Hêvî Heye’, li Îtalyayê serkeftinek mezin bi dest xist. Fîlm wekî berhemeke girîng derdikeve pêş ku bi bandora xwe ya civakî bal kişandiye ser xwe.
Sembola azadiya civakî
Di dilê çîrokê de Deliya heye ku ji aliyê Ivano, zilamê ku ew pê re dijî, rastî îstîsmara fizîkî û psîkolojîk tê. Deliya ku tevahiya rojê dixebite ji bo debara malbata xwe bike di malê de tu gotina wê tune ye. Jinên ‘nexuya’ yên wê demê temsîl dike. Fîlm tundiya li dijî jinan ne tenê wekî pirsgirêkek takekesî, di heman demê de wekî pirsgirêkek sîstematîk digre dest.
Tişta ku der barê vê hilberînê de balkêş e ew e ku ew li dijî hêviyên temaşevanan derdikeve. Vegotin ku di seranserê fîlmê de bandora çîrokeke revê nîşan dide, di dawiyê de wateyek pir berfirehtir ji azadiya takekesî digre.Peyama şîfrekirî ku Deliya distîne, ne tenê reva kesane ye, ew dibe sembola azadiya civakî.
Reqsa mîzah û dramayê
Tevî mijarên cidî, Cortellissi bi karanîna reqsa mîzah û muzîka bêaqil aliyek cuda li vegotinê zêde dike. Pêşkêşkirina şêwazkirî ya dîmenên tundiya ku dişibe koreografiyê, normalîzekirina êşê ronî dike.
Hêvî bi veguherîna civakî mimkun e
Dawiya fîlmê çîroka takekesî derbas dike û bi kêliyeke dîrokî ve girêdayî ye. Cara yekem li Îtalyayê dayîna mafê dengdayînê ji bo jinên di sala 1946’an tê dayîn. Ev tekez eşkere dike ku hêvî ne tenê bi riya guhertina takekesî lê di heman demê de bi riya veguherîna civakî jî mimkun e.
Bi zimanekî sînemayî û wegotineke gerdûnî derket pêş
Fîlm ku li Îtalyayê bi berfirehî hat qebûlkirin. Pir zû bû diyardeyek çandî, nîqaşa li ser tundiya li dijî jinan anî pêş. Bi zimanê xwe yê dîtbarî yê reş û spî, ev berhem bi awayekî serkeftî atmosfera serdemê nîşan dide û bi zimanekî sînemayî yê bihêz, bi vegotina çîrokeke gerdûnî derdikeve pêş.
Li gorî rexnegiran, ‘C’è ancora domani wekî fîlmeke dilşewat derdikeve pêş ku çîroka têkoşîna jinekê vedibêje da ku bi riya ‘mafê hilbijartinê’ dengê xwe bibîne û ji tenêtiya xwe ya di hundurê malê de derdikeve holê.