Portreya Rojê: Fikra çêkirina pêlîstokan û belavbûna wê

.

Ruth Handler weke hilberînkara despêkê ya bukikên pêlîstokên zarokan tê zanîn. Despêkê yek ji keça xwe re çêkiriye. Di sala 1959’an de komek ji wan çêdike û li pêşangehek a New Yorkê pêşan dide. Ji ber pir xweşik çêkiribû bala her kesê diçu ser wan êdî piştî wê pêşangehê li ser daxwaziyên Şerîkeya Matîl ji wan re çêdike.

Çêkirina pêlîstikan jêre weke pîşe hat dîtin, êdî gelekan çêdike û bi wî awayî di bazaran de jî tê dîtin. Bi karê xwe hat nasîn, bû karsaziyek Emerîkî û çend salan weke seroka Şerîkeya Matîl hat erkdarkirin.

27’ê Nîsana 2002’an di temenê 85 salî de jiyana xwe ji destda.