Fermandara şoreşa jinan: Sosin Bîrhat
Fermandar Sosin Bîrhat her tim dixwest jinên ciwan xwe perwerde bikin û ji xwe bawer bin. Di heman demê de jî dixwest ew di hunera şer de bipêşkevin û di tarzê fermandariyê de bi xwe bawer bin.

Navenda Nûçeyan – Rengînî û bedewiya Efrînê û gelek deverên bi xeşikbûna erdnîgariya xwe tên nasîn ên mîna Dêrsimê, dişibin hevdû. Di nava xwe de jî dibe çend herêm. Hinek herêm ji hinekan zêdetir bedew xuya dikin. Yek ji bedewiyên Efrînê yên nîgarek cuda li erdnîgariya wê zêde dike jî, çiyayê Kurmênc ê bi bereketa nebatên xwe yên dewlemend tê nasîn e. Fermandar Sosin Bîrhat jî li ber pesarên çiyayê Kurmênc di nava jiyana civakî ya li ser xemla xwezayê hatiye danîn û pê re bûyî yek re, çavên xwe li jiyanê vedike.
Li warê xwedawenda afirîneriyê Pîduhepa, şeş xwişk bi hev re mezin dibin. Ji ber wê ye ji nêzîkatiyên zayendperest dûr û di nava aramiya xwezaya bi bereket a destê pîrikên wê hatiye pîrozkirin, mezin dibe. Di nava malbatek ku ji şeş xwişkan pêk dihat de mezin dibe. Di nava malbatê de tenê keçik hene, kurik tunene.
Kelecana koma govendê
Di sala 1992`an de, di temenê zarokatiyê de tevî hevala xwe Ozgur tevlî nava xebatên çand û hunerê dibin û di koma dîlanê de cihê xwe digirin. Cara yekê di grûba govendê de li gundê Şêx Xorzê yê Efrînê derket ser dikê û kelecana xwe ya despêkê bi gundiyan re parve kir.
Bi hevala xwe re ket ser rêwîtiya şoreşgeriya Kurdistanê
Malbata wê derbarê wê pêvajoyê de wiha dibêje: “Dema pola 9’an dixwend, meyla wê ya tevlîbûna nava partiyê çêbû. Vê daxwaza xwe bi malbatê re parve kir. Me jî got em li pêşiya pêşveçûna wê û tevlîbûnê nebin asteng û me bi kêfxweşî pêşwazî kir. Dema ku bi grûbek hevalên xwe re diçin, vê daxwaza xwe bi Rêber APO re parve bikin, Rêbertî dibêje hûn biçûk in, herin dibistana xwe bixwînin. Ji xwe şoreşa me ya ciwanan e, dema hûn mezin bûn werin û bi wî awayî wan dişîne ji bo ku dibistana xwe berdewam bikin. Li gel hevala xwe Ozgur a bi hev re ketîn nava xebatên hunerê, sala 1996’an jî bi hev re peymana xwe ya tevlîbûna nava refên azadiya Kurdistanê didin û bi hev re tevlî dibin. Her ku hevalên wê daxwaza stranan dikin, mîna ku hê di koma çand û hunerê de ye bi kêfxweşî daxwaza hevalên xwe pêşwazî dike û tavilê distirê. Çiqas ji stranan hez dike, ewqas jî ji dil dibêje û guhdaran jî bi xwe re dike navê.”
Hostatiya di qada cengê de
Yên ku ji pîroziya agir fam nakin, bi tîna agir dişewitin. Bi sira agir dizanibû, ji ber wê bû ku bi hostahî nêzî karê xwe dibû û her tim jî serkeftî bû. Bi hunerî li taktîka şer dinhêrt û bi wê hostahiyê li ser diramiya. Ji Heleb û Şehbayê heta Til Temirê, di qada cengê de fermandariya yekîneyên parastina şoreşê kir. Hemû hevalên wê yên di bin fermandariya wê de şer kirin û di qada cengê de ew nasîn, soza girtina tola wê dan. Dema ku di eniyê de bi hevalên xwe re sohbet dikir, xîtaba wê balkêş bû û bi bandor dipeyîvî. Bandorê li derdora xwe dikir. Tim dixwest jinên ciwan xwe perwerde bikin û paşê jî herin di akademiyan de perwerde bidin ku xîtaba wan bihêz bibe û ji xwe bawer bin. Bi taybetî di nava hewildana pêşxistina hevalên jin de bû û taybetî jî wek jinek, rêvebirina xwe bi xwe dikir, hem jî dida kirin. Herî zêde jî li ser rêgeza hevaltiyê disekinî. Wek jinek fermandar, li pey şopa dîroka xwe bû, ji ber wê wêrek, dilsoz û sondxwara azadiyê bû.
Fermandara Berxwedana Helebê
Hevala wê Jiyan Tolhildan a ku salek piştî wê tevlî karwanê nemiran bûye, di hevpêyvînekê xwe de li ser hevaltiya xwe ya demdirêj bi hev re meşandine dipeyîve û dibêje: “Ji bo ku çanda dayîka xwedavend li ser vê erdnîgariyê carek din jîndar bibe xwedî bawerî û hewldanek mezin bû. Bi wê baweriyê ji çiyayên Kurdistanê daket nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Mînaka balkêşiyê bû ji bo hemû jinên ji welatên cuda yên cîhanê dihatin tecrubeyên şoreşê digirtin û dibirin li welatê xwe dikirin meriyetê. Şoreşa Rojava encama keda jinên kurd a 50 salan a bi zanebûna Rêbertî dayî me bişkiviye. Jin ti carî bê kok nabe, tevlîbûna jinan li xeta Efrîn û Helebê bi pêşengiya hevala Sosin bû.”
‘Heval Sosin bi gotinê nayê pênasekirin’
Jiyan Tolhildan da zanîn ku dema li wan herêman xebata şoreşê kiriye, mîna maşûqek bûye di nava bê derfetiyan de û wiha pê de çû: “Moral û kelecana wê dibû sedem hemû hevalên derdora wê û welatiyên taxê jî zoriyan nekin asteng û xwe bi dil tevlî bikin. Ji bo ku mirov pêşengiyê di merheleyên wiha zor de bike, hem aliyê bîrdozî hem jî aliyê cesaret û hêzê dixwaze. Heval Sosin bi gotinê nayê pênasekirin, ji zarok û jinên Şêxmeqsudê bipirsin û ji gelek deveran bipirsin. Hûnê bibînin hevala Sosin fermandara jiyanê û dema dihat şer jî di pêşiyê de bû. Ji ber wê gel di nava wan zoriyan de li ber xwe da. Di rewşên wiha de gel şoreşgerên xwe tenê nahêlin.”
‘Tim digot em ciwanan baş perwerde bikin’
Jiyan Tolhildan anî ziman ku di hemû wêneyên wê de jî ew ken û kelecan li ser ruyê wê xuya ye û wiha got: “Hêviyên çavên wê ti car qut nedibû. Ji ti celadan neditirsiya, ji ber ku bawer kiribû, dema mirov bawer kir, piştî wê hemû cîhan li hemberî mirov bisekine jî, ne xem e. Timî xwe perwerde dikir û herî zêde jî girîngî dida xwe perwerdekirinê. Timî di nava lêgerîna xwe nûkirinê de bû. Li gel hemû êrîşan qayîm sekinî û hêz da hemû jinên derdora xwe. Diçû akademiyan, perwerde dida. Bi taybetî jî dema diçû akademiyên giştî ji hevalên mêr gelek hêrs dibû û dema vedigeriya digot divê em zêdetir bixebitin ku van ciwanan baş perwerde bikin.”
Jiyan Tolhildan destnîşan kir ku Sosin tim digot divê em êşa xwe bi xwe re nehêlin û bi hemû jinên cîhanê re parve bikin. Jiyan Tolhildan bi van gotinan behsa vê daxwaza wê kir: “Bi şoreşa ji bo nasînê re jî xwe dida ber her barî û tim dixwest ku yê herî giran bide ser milê xwe. Di nava malbatek ku her tiştê xwe ji bo şoreşê serferber kirî de mezin bû û ti hevalek ku dayîka wê nas neke nîne. Heval Sosin jî keça dayîka xwe bû, bi bilgermî her kes pêşwazî dikir. Hemû hevalên dayîka hevala Sosin dîtine, jê bandor bûne. Dayîka hevala Sosin dema çu ser dilovaniya xwe, got min vegerînin Efîrnê û li ser axa Efrînê bispêrin axê.”
‘Ji bo me çavkaniya moral û hêzê ye’
Şervana YPJ’ê Mahabat Kobanê jî bilêv kir ku wê dema cara yekê hevala Sosin dîtiye, ji cesaret û fedekariya wê hêz girtiye. Mahabad Kobanê wiha got: “Di dema şer de koordîne kirin û rêvebirina çalakiyan a bi cesaret, ji bo hemû hevalên derdora wê dibû çavkaniya hêz û moralê. Me hevalên jin ji xwe re digot divê em di şer û jiyanê de weke hevala Sosin bin û mîna wê şer bikin.”
‘Di nava şer de diyarker bû’
Şervanê YPG’ê Sîpan Heleb jî qala di pêvajoya şerê Şêxmeqsud de rêveberî û fermandariya fermandar Sosin dike û dibêje: “Ji serdana malbatên şehîdan heta karên eniya cengê xwe digihand her deverê û di her karî de amade bû. Ji ber wê di nava demek kin de hat nasîn û hemû welatiyan tayîbetî jî dayîkan gelek jê hez dikirin.”
‘Li hemberî hemû zoriyan bi hêz bû’
Şervana YPJ’ê Viyan Botan jî li ser dayîna zanebûna zayenda xwe ya jinê û heskirina cinsê xwe, mînak nîşan da û da zanîn ku wan weke şervanên fermandar Sosin timî ew ji xwe re mînak digirtin. Viyan Botan wiha got: “Divê em kesayetek wek ya hevala Sosin bihêz di xwe de ava bikin ku bikarin bi hêz li hemberî hemû zoriyan rabin.”
Di 19`ê Tebaxa 2021’an de, di encama bombebarana balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker de endama fermandariya YPJ’ê û QSD’ê Sosin Bîrhat, fermandar Rênas Roj û sê hevalên xwe şehîd ketin.
‘Ji dîlanê gelek hez dikir’
Xwişka wê Îlham Muhemed jî da zanîn ku di dema merasîma cenaze de ewqas gel pê ve hatibû girêdan ku mirovan şaşwaz dikir ku bi hezkirinek gelek mezin ew pêşwazî dikirin. Îlham Mihemed diyar kir ku bi şahî û dîlanê cenazeyê wê li Helebê hatiye pêşwazîkirin û ev agahî dan: “Dayîkan cenazê wê girtin û li hemû taxên tê de şer kiriye, gerandin. Bi def û zirneyan pêşwazî kirin.Ji ber ku gelek ji def û zirnê hez dikir. Di dema cenga herî dijwar de jî govend digerand û ji dîlanê gelek hez dikir. Ji ber wê bû me bi def û zirnan ew pêşwazî kir û li nava Helebê gerand. Şehbayê bi def û zirnê cenazeyê fermandara xwe pêşwazî kir, heya goristanê li ser milê xwe birin û li ber darbesta wê reqisîn. Bi qasî ji dîlanê hez dike bi dîlanê hat oxirkirin û spartin bêdawîtiya xwezayê. Kesî bawer nedikir ew ê carek din venegere ji ber wê çavên hemûyan li darbestê bûn û difikirîn wê serê xwe ji nava wê derxe. Wek çavgirtokê bû ji bo her kesê ji ber wê nedixwestin bawer bikin û hîn jî gelek ji wan bawer nekirine û hînî nebûna wê nebûne. Ew pal û pişta wan bû ji ber wê bernedidan û nedixwestin bawer bikin.”