Fedayiyên şoreşa jinê: Avesta Xabûr û Barîn Kobanê
Fedayiyên ku Berxwedana Serdemê ji merheleyekê derbasî merheleyek nû ya gîhandina lûtkeyê kirin ango Avesta Xabûr û Barîn Kobanê.

Navenda Nûçeyan – Efrîn ew war e ku herî zêde wesfa xwe di pênûsa rojnamevan û akademîsyen Nagîhan Akarsel a di dosya bi navê “Ji merceka Jineolojî Efrîn” de dîtiye ku dibêje: “Efrîn, yekane bajarê ku cewherê wê di wêneyê rûyê wê de xuya dibe.” Di dewama wê de jî van rêzikan zêde dike: “Efrîn ku şopên çanda Îştarê ya çanda bingehîn a civaka Neolîtîkê di nava xwe de dihewîne, di heman demê de şopên çanda Hurrî û Mîtaniyan a Aryen a Rojhilat jî hê li Efrînê xuya dikin.”
Celladên çandê, erdnîgarî û dîrokê ji dewlemendiya rengan ditirsin. Ji ber wê yekê berê êrîşên wan tim li ser deverên rengîniya çandên cuda lê hene ye. Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta Tirk bi 72 balafirên şer êrîşî Efrînê kir û paşê jî bi çeteyên xwe êrîşên bejayî dewam kir. Ji şervanên YPJ’ê yên di pêvajoyên êrîşan de pêşengî ji Berxwedana Serdemê re kirin, Barîn Kobanê, Avesta Xabûr, Hêlîn Qereçox û gelek şêrejinên bi cesareta xwe tirs xistin nava dilê dagirkeran bûn.
Avesta Xabûr
Zelox Hemo bi nasnav Avesta Xabûr ji gundê Bêlê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê ye. Di sala 1998'an de li taxa despêka şerê gel ê şoreşgerî lê çêbûye, Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ji dayîk bû. Di nava malbatek welatperwer a bi çanda çiyayê Kurmênc ve girêdayî de hînî rêzikên jiyanê bû. Ji ber wê ye hîn di biçûktiya xwe de rihê berpirsyarî û hezkirina welat xwe li hemû demarên bedena wê gerand û hemû lêhurbûna wê di şopa şoreşgerên welatê wê de herikîn.
Bi ruhê berxwedana Kobanê tevlî nav YPJ’ê bû
Zarokên mezinên malê hinek jî bi erka berpirsyariyê radibin, barê Avesta ji wê zêdetir bû. Wê dizanî ku dema mirov xwe ji parastina welatê xwe berpirsyar bibîne karê mirov giran dibe. Li hemberî wî barê giran hewce ye mirov bi rihê fedayî yê hevala Zîlan tevbigere û di dema hat xwestin, wî rihî vegerîne çalakiyê. Bi berxwedana Kobanê ya ku bi giyana fedayî ya Arîn û Rêvana mezin bûyî û di tevahiya cîhanê de deng vedayî sala 2014'an beşdarî nava refên YPJ’ê dibe. Bi dildariyek mezin di nava Hêzên Antî-Teror de cih digre da ku parastina ax û welatê xwe bike.
Hêrsa xwe bi tanqên dewleta Tirk de teqand
Di pêvajoya yekem a Berxwedana Serdemê de Avesta li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê şer kir. 27'ê Çileya 2018'an dema ku di eniya pêş de şer giran dibe bombeyan li xwe dipêçe û di tanqa dewleta Tirk de diteqîne. Hejmarek mezin ji leşkerên wan ceza dike. Ji wê rojê û şûnde navê Avesta Xabûr li her derê hat bihîstin û ew jî bû yek ji fedayiyên axa xwe. Piştî çalakiya Avesta Xabûr, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê di 31'ê Çileya 2018'an de goristana bi navê Avêsta Xabûr ava kirin. Goristana Avesta Xabûr, bi sedan şehîdên Berxwedana Serdemê hembêz kir û bû goristana yekem a Berxwedana Serdemê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Barîn Kobanê
Emîna Omer bi nasnav Barîn Kobanê, di sala 1988`an de li gundê Qirkelbên a Helebê çavên xwe li dinyayê vekiriye. 5 xwişk û 3 birayên wê hene. Di nava malbatek welatparêz de mezin bûye. Di sala 2013`an de çeteyên DAIŞ`ê dikevin gundê Barîn Kobanê. Zordariya çeteyan a li ser welatiyan bi çavê xwe dibîne û şahidiyê ji hovîtiya wan re dike. Ev yek hêrsa wê ya li hember dagirkerên welatê wê zêde dike. Ji ber zilma çeteyan a di gund de, malbata wê koçî bajarê Efrînê dike.
Êşa jinên Êzidî bû sedema tevlîbûn û tolgirtina wê
Li Efrînê jî kiryarên çeteyan ên bê ser û ber dibîne û zêdetir hêrsa wê mezin dibe. Herî zêde jî dema jinên Êzidî yên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve li Şengalê hatibûn revandin, dibîne ku wan jinan xwe ji nava destê çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine û xwe gihandine herêma Efrînê ya bi ewle. Serboriyên wan ên ku kezeba mirov parçe dike guhdarî dike, cîhê tolhildana jinan di nava refên YPJ`ê de dibîne. Bavê Barîn Mistefa Omer wê pêvajoya ku keça wî Barîn jinên Şengalê yên ji destê çeteyan hatîn rizgarkirin dibîne wiha tîne ziman: “Piştî ku êşa jinên Êzidî yên ji destê DAIŞ`ê hatibûn rizgarkirin dît, Barîn bi daxwaza berevaniya jinan; biryara tevlêbûna nava refên YPJ`ê da. Jineke berxwedêr e, wê rêya rast hilbijart.”
Barîn Kobanê di dawiya sala 2014`an de tev li nava refê YPJ`ê bû. Ew di wê zanebûnê de bû ku dema mirov biryar bide ku bibe leşkerek baş a parastina welat û jinan, divê her roj xwe perwerde bike. Li ser wê bingehê fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike bingeha perwerdeya xwe û li ser wê her roj xwe ji nû de ava dike.
Barîn Kobanê tevî hevalên xwe li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê radibe û di nava rûpelên destpêkê yên Berxwedana Serdemê de bi jêhatîbûn û cesaretê navê xwe dinvîse û dighê şehadetê. Cenazeyê şervana YPJ`ê Barîn Kobanê, li navçeya Bilbilê ya Efrînê dikeve destê çeteyên dewleta Tirk. Ew çeteyên bê rûmet, difikirin ku wê bi rûmeta Barînê bilîzin, ew nizanin ku xwedavendên serdemê di nava lepê wan ê gemarî de jî rûmeta xwe diparêzin. Ew çî bikin jî, nikarin şervana gelê xwe Barînê ji mertebeya xwedavendiyê daxin. Her ku dikevin nava hewildanên gemariyê, biçuktir dibin û ji mirovbûnê dûr dikevin.