Fedayiyên şoreşa jinê Arîn û Rêvana
Remza milîtaniya jinên Kurd û girêdana wan a bi axê ve di kesayeta van her du jinên ciwan Arîn Mîrkan û Rêvana Rojava de şînber bûye. YPJ’ê li ser mîrateya têkoşîna wan ji bo parastina jinan û welat têdikoşe.

Navenda Nûçeyan – Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li ser kokek mayînde ya jinên serhildêr ava bûye û pişta xwe daye hêza jinên di rêya jîndarkirina dîroka xwe de dimeşin. Ew li ser mîrasê Zarîfe, Besê, Rindêxan, Gulîzar, Qedemxêr, Hepsexan, Mîna Qazî, Leyla Qasim, Zîlan, Bêrîtan û Sarayan gihîştiye rojên avakirina şoreşa jinê.
Kêliyên ku zimanê faşîzmê yê ‘Kobanê ket, wê bikeve’ li ser berxwedaniya li Kobanê dihat meşandin dirêj dibû, du jinên ciwan ên canfedayên gelê xwe, derketin pêş. Bi helwesta xwe ya milîtaniya jina ku tolê ji dagirkeriyê distîne, bersiva herî xurt da wan û zimanê wan tevizand. Li peyî çalakiya Arîn Mîrkan û Rêvana Rojava dengê berxwedana Kobanê li her devera dinyayê geriya. Bi wê wesîleyê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî hat pejirandin. Her ku dengê berxwedana Kobanê li asoyên bilind olan dida, ewqas jî dengê faşîzma ku dixwest berxwedanê bifetisîne biçûk dibû û ditepisî.
Dengê berxwedana Kobanê: Arîn Mîrkan
Ma gelo kî Arîn Mîrkan nas nake û heybeta wê nebihîstiye? Ew jina ciwan a ku xwîna teze di demarê berxwedana Kobanê de gerandiye û giyan daye hemû kuçe û kolanên wê. Dengê berxwedana Kobanê jîndar kiriye û bûye sitûna bingehîn a ku Kobanê bi cîhanê daye nasîn.
Dîlara Kînc bi nasnav Arîn Mîrkan di 1’ê Çileya sala 1992’yan de li gundê Mîrkan ango Hesî yê navçeya Mabeta ya Efrînê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Dibistana seretayî û navîn li gundê xwe Mîrkanê xwendiye. Ji ber ku di nava malbateke welatparêz de mezin dibe, di têgihîştina rastiya Kurd û Kurdistanê de bipêş dikeve. Di sala 2007’an de tevlî nava refên şervanên azadiya welatê xwe dibe.
Bi destpêkirina şoreşa Rojava re di sala 2012’an de ji navsera Cudiyê berê xwe dide nava xebatên şoreşê. Di 4’ê Nîsana 2013’an de cihê xwe di nava hucreya bingehîn a avabûna YPJ’ê de digre. Di 5’ê Îlona 2014’an de êrîşên çeteyan digihîjin girê Miştenûrê. Ji ber ku Miştenûr cîhekî stratejîk e, çete bi hemû hêza xwe êrîş dikin. Dema ku Arîn Mîrkan di eniya pêş de parastina bajarê Kobanê dikir, li hemberî êrîşên ji bo tarîkirina berxwedanê şer dikir. Dema dît tarîtî bi ronahiyê re di nava cengê de ye, ji bo hêz dayîna ronahiyê çalakiya fedayî kir. Bi vê çalakiyê re asta berxwedan û têkoşîna şervanên YPJ’ê digihîje lûtkeyê. Ev berxwedan û têkoşîn bi rizgarkirina Kobanê di 26’ê Çileya 2015’an de, tacîdar dibe û YPJ weke nasnameya tevahî jinên azadîxwaz tê pênasekirin.
Bi çalakiya xwe êrişan şikand: Rêvana Rojava
Rêvana Rojava bi wêneyê xwe yê di nava xerabeyên bajarê berxwedanê Kobanê de di bîra her mirovên bi îman û wijdan de cihê xwe girtiye. Xîreta jinên ciwan a parastina welat, di wî wêneyî de jîndar kiriye û nemirbûnê di kenê xwe de nîşan daye.
Medîne Mamo bi nasnav Rêvana Rojava li gundê Xanika Xeliyan yê Rojhilatê Kobanê hatiye dinê. Di sala 2013'an de bi biryara parastina ax û welat beşdarî nava refên YPJ'ê dibe. Ew jî mîna fermandar û xwedavenda îlhama rêziknameya xwe ya jiyan û çalakiyê jê girtî ango Zîlan, şervana salekê bû dema ku di Îlona 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî bajarê Kobanê dikin. Bi rihê fedayîtiyê bi hevalên xwe re cîhê xwe di nava çeperên berxwedanê de digre û soza parastina Kobanê dide. Ber bi rojên dawiya Îlonê ve her ku diçe êrîş giran dibin. Li hemberî wan êrîşên giran biryara xwe ya fedayîtiyê vediguherîne çalakiyê.
Roja 27'ê Îlonê, êrîşên çeteyan di tevahî eniyên şer de dijwar dibin. Di heman rojê de Rêvana Rojava li gel komek hevalên xwe li gundê Golmid ê Başûrê Kobanê şer dikin. Ji ber êrîşên giran û dijwar cebilxaneya şervanan xilas dibe û derfet namîne ku ji cîhek din bînin. Di wê navberê de Rêvana Rojava biryara pêkanîna çalakiya fedayî dide. Hem ji bo parastina şervanên li eniya şer, hem jî parastina bajarê berxwedanê Kobanê û ji bo rê nede çeteyan ku derbasî navenda Kobanê bibin. Ew dil û mejiyê xwe dike yek û bi enerjiyeke ku kes nikare pêşî lê bigire, bedena xwe dike mertalê parastinê. Di wê kêliyê de dibe perperîka çaran, bi agirê bedena xwe bandora dijmin dişkêne.
Bi hêz û vîna ku Arîn û Rêvanayan ava kiriye YPJ’ê îro jî li dijî tarîtiyê, li dijî hişmendiya mêr a bi dewletê re şêwe girtiye têdikoşe. Jin bi mîrateya ku ji Arîn û Rêvanayan girtine bi hemu hêza xwe Şoreşa Jinan li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêzin..