Deriyê dilê vekirî
Pir caran mirov hîs dike ku bedewiyêk di jiyana mirov bi xwe de heye. Dibe ku di wesifkirin û şibandina wê bedewiyê de mirov lewaz jî dimînê lê belê, ew bedewî dibe xemla jiyanê bi xwe
JÎN EVÎNDAR
Di rêwîtiya me ya jiyanê de gelek bedewî hene. Dibe ku ew bedewî hevrêtî, hezkirin, evîndarî, bîranîn an jî lêhengiyek ji dîroka têkoşîna azadiyê be. Ji bo her mirovek wate û parvekirin jî dibe amrazek ji bo komînalbûna civakê. Niha em jî weke yekîne dixwazin wan hestên ku me dikin parçeyek ji bîranînên têkoşîna azadiyê bi we re parve bikin.
Di vî xebata pîroz û dîrokî de em herî zêde ferî guhdarkirina hemû şewaz û xîtabên gerîla bûn. Di gelek cih û kêliyan de bêyî ku em bidin diyarkirin destê me li ser dilê hevretiyek ku qet nehatiye jibîrkirin digeriya. Di hinek şîroveyan de çav û guhên me bi bihîstina şer û pevçûnên dijwar re şiyartir dibûn. Her wiha di vegotin û parvekirinên gerîlayan de rondikên çavan di mijûlankên wan de girtî diman. Dibe ku hêza gotinên me têr nedikir ji bo wan kêliyên jan û bêrîkirinên dihatin gotin. Em jî parvekirin û şîroveyên wan gerîlayan fêrî hevalbendiyek xwedî ked, hezkirin û rêgez dibûn. Ev yek dibû nîşaneya rexnedayîn û watekirina wan hestên pîroz. Em ê di vê xeleka STARÊN AZADIYÊ de hevalbendiya bi coş, kelecan û zindî di şexsê hevaltiya cangoriya azadiyê Rihan-(Xetîce Elî Tahir) û gerîlaya têkoşîna azadiyê ya bi navê Rêvan Deştan de nas bikin.
Gerîla Rêwan bi bîranên xwe me rûken û bi coş dike. Guhdarkirina bîranînên wê yên bi cangoriya azadiyê Rihan re pir rengî û zindîbûna bîranînan yekser em didan hesandin. Di bîranînên wan de hevrêtiyek, nêrînên watekirî, di bêhn û dengê wan de jiyana ku hatibû pejirandin û hezkirin diyar dibû. Di helwest û guftûgoyên wan de rêgeza têkoşîn û dilxweşiya bi dozê diteyisî.
Wan bi hev re hevretiyek li ser xaçiriyên welat dabûn destpekirin. Tevahî hestên bi meraq, heyecan, xemgînî, dilşadî, wêrekî bi hev re dijîn. Dema ku bîranînên qada mirovên azad û çiyayên Kurdistanê dihatin begotin kêlî zindî dibûn careke din.
Gerîlla Rêwan bi gotinên xwe zincîrên hestên nepandî dişikand, xwe ji gotinên jiberkirî azad dikir. Carna kelecan, hinek caran bi şilahiya çavan, carna jî bi kesera kûr ji demên borî hesreta hevrîşma dîrokî dida vegotin. Kenên vegotina bîranînan, zarokên bi lîstokan şadbûyî dianîn ber çavan.
Me deriyê hesin û miftekirî yê hestên hatine hilanîn xistibû. Dengê dilê me dişibiya dahola govendê. Me pira navbera mirin û jiyanê bi erka dîrokî derbas kiribû. Êdî dema pirsan zêdetir dibû. Em bi pirsa bêdawîbûn an hebûna kes a di bêdawî bû nê de çiyê pirs kiribû. Bersiva wê dişibiya neynika gerdûnê û teyisandina cangoriya azadiyê.
Rihan bi xemla çek û rextên xwe, bi bîranîn û parvekirinên xwe dibû bedewiyek li nava hestên hevrêtiyê. Dibû bedewiyek ji demên borî şewq dida roja me ya îro…
Bernameya STARÊN AZADIYÊ di vê xeleka xwe de lêgerîn û penasekirina jiyana Rihan-Xetîce Elî Tahir dike. Rêwîtiya ku ji dil destpê dike heya ku dibe ronahiyek pêşberî dîroka lêhengiyê.