Dengê ku hemû Kurdistanê hembêz dike: Merziye
Meha Îlonê ya salvegera qetilkirina Şilêr Resûlî û Jîna Emînî û destpêkirina serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ye; di heman demê de salvegera wefata Merziye Rezazî ya bi dengê xwe ji bo azadiyê qîriya û gihîşt lûtkeya hunerê ye.
Li Rojhilatê Kurdistanê dema ku rêwiyên felsefeya ’Jin Jiyan Azadî’ rewan bûn, dengê Merziye bû yek ji deng û olana herî bi hêz a lêgerîna azadiyê.
Ji ber stranan got hat cezakirin
Merziye di 5’ê Gulana 1958’an de li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê hat cîhanê. Hê zarok bû bala wê çû ser muzîkê. Di temenê zarokatiyê de dema li dibistanê strana Kurdî got û hîn bû ku qedexe ye, rastiya mêtingehiya Kurdistanê dît. Merziye piştî ji dibistanê vegeriya malê jî dît ku ji ber keç e gotina stranan ‘qedexe’ ye. Merziye di hevpeyvînek de gotibû ku gelek caran ji ber ku xwestiye stranan bibêje hatiye ‘cezakirin’ û wiha dibêje:
“Carekê xalê min, min xist nava tenûrê. Hindik mabû ji germê bimrim. Hem ji ber ku cih teng bû hem jî ji ber ku xweliya nava tenûrê hê sar nebûbû. Ji ber ku min li dibistanê stran gotibû wiha kir. Xalê min wiha min ceza kir û ji min xwest careke din ez stranan nebêjim. Min wê demê fam kir, rejîmên mêtinkar çi anîne serê me û me çawa mehkûmê tunebûn û xizaniyê kirine...”
Merziye dibistana pêşîn û seretayî li Merîwanê xwend dûre jî li Sineyê perwerdeya akademîk temam kir û bû mamoste. Li gundên herêmê mamostehî kir. Di sala 1977’an de di Korî Musîqay Sine de (Koroya Muzîkê ya Sineyê) de dest bi xebatê kir û êdî derket pêşberî gel ji wan re stran got.
Hem şoreşger hem stranbêj...
Di sala 1978’an de beşdarî hêzên li dijî rejîmê têdikoşiyan bû. Dengê gel li dijî rejîmê bilind dibû. Merziyeya şoreşger di wê demê de ji aliyê polîsan ve hat girtin û çalakiyên ku kirine hincet hatin nîşandan, ji mamostehiyê hat avêtin. Di sala 1980’yan de li Îranê Şah ji ser textê xwe ket lê vê carê ji Şah xirabtir yek hat ew jî Humeynî bû.
Humeynî, çawa cihê xwe baş çêkir, dest bi operasyonên li dijî Kurd û şoreşgeran kir. Merziye, tevî hemû zextan bi hevjînê xwe re pêşmergeya Komel bû, têdikoşiya. Merziyeyê dûre bi komek hevalên xwe re koma Korî Bangewaz ava kir. Vê komê gelek sirûd û stranan nivîsandin û gotin.
Cihekî diyar ji muzîkê re tunebû. Sehne, bajari kolan, çiya, dibistan... Hemû ji bo Merziye yek bûn. Tenê dixwest notayên di dilê wê de bibin muzîk û biherikin ser ziman.
Kêfxweşiya li ser ekranên Med TV
Dema ku yekem televîzyona Kurdan Med TV hat avakirin, Merziye derket ser ekranê û dengê xwe gihîştand her derê erdnîgariya ku bi hesreta wê mabû. Merziyeyê, bi hemû zaravayên Kurdî stranan got. Piştî ku Med TV hat girtin, û Medya TV hat vekirin, di bernameya bi navê Jîlemo ya li ser maf û pirsgirêkan jinan dihat weşandin de pêşkêşvanî kir.
Xatirxwestina di temenek ciwan de...
Di 18’ê Îlona 2005’an de li bajarê Siwêdê Stockholmê di 48 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Awaz û newayên Merziyeyê hê jî li Kurdistanê bilind dibin û li ser zimanê gelê wê ne.
Merziyeya ku bi dengê xwe yê nerm û merhemeta xwedawendî Kurdistanê hembêz dikir, çend roj beriya ji vê cîhanê biçe bi strana Be To, li surgunê behsa hesreta xwe ya ji bo Kurdistanê dike.