Dema ku jiyan erzantir be ji ‘nan’

Bi hezaran kes di bin kavilan de man. Dibe ku bi hezaran evîn, bi hezaran hezkirin, xeyalên pêşerojê…Di vê serdemê de ku jiyan erzantir e ji 'nan' li Rojava zarok ji tîna dimirin, li Xezayê ji birçîna... Bedena wan a dihele wêneyek rûreşiya mirovahiyê ye.

BÊRÎVAN ÎNATÇÎ

Carna mirov dema li stranekê guhdar dike, mîna ku ji nû ve wê bihîstibe dikeve ferqa rastiya ku di her gotinek wê de tê bilêvkirin. Strana me, strana Necmettin Xulamî ya ‘Min ew kesem’ e ku gelek hunermendên din jî dibêjin. Her gotinek stranê, rastiya jiyanê careke din bi me dide hîskirin.

Hunermend Serap Sönmez şîroveyek din dide stranê. Şîrove li milekî, lê her gotineke stranê mirov dike nav rastiya jiyanê, ji karkerên ku ji bo nanê xwe bistînin jiyana xwe didin, heta Rojavaya ku ji bo bê nan bê hiştin bi salan e genimên wê di bin êrîşan de ye û heta Xezaya ku li ber çavê cîhanê mirov ji birçîna digevizin, rastiyekê bi êş vedibêje. Stran kevin e lê hest û êşên tên bilêvkirin nûjen e.

“Min ew kesem hemû rojê

jiyanî em rom difroşim bo kirînî nanî sibeyî”

Pergalek bifikrin ku ji bo nan mirov neçarî firotina jiyana xwe ya rojane dike. Belê ew pergal mirovan neçar dike ku ji bo bikaribin pariyek nan bistînin û pê xwe, zarok û malbata xwe têr bikin nîvê roja xwe zêdetir difroşin. Heta dikevin nav karên ku bi mirinê re rû bi rû bên, an jî di bin kana madenê de bimînin, bi saxî lê bê henase…

Em elimîne vê pergalê. Êdî bazdana rojane ya bajaran ku her mirovek ji bo bikaribe zêdetir nan pê bistîne bi leztir û zêdetir dikeve nav bazariya firotina rojê û stendina ‘nan’. Ew nanê ku dema bi destê jinê hat çandin û ji bo pêşveçûna mirovahiyê bû mîladek, bi vê pergala metînkar re kir ku hinek ji birçîna bimirin, hinek jî li ser pariyê wan jiyana xwe bidomînin.

Li welatê nan bê ‘nan’

Mîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî tîne ser ziman rastiya metîngeriyê li welatê ‘nan’ mirovan bê nan hiştiye. Em li Kurdistanê binihêrin. Dewlemendiyek mezin a ser erd û binerd, cihê ceh û genim… Lê genimê wê li bazarên cûda, lê nanê wê li ser sofreyên gurên kapîtalîst. Li hezaran domin erdên wê genim hatiye çandin, lê di her firsendê de dijminê keda mirovan ku sond xwariye welat bê ‘nan’ bihêle êrîş dibe ser genimê wê. Bi sedan kaniyên wê hene, lê li Rojavayê Kurdistanê ji ber ku metînger riya avê qûtkirine zarok ji tîna dimirin. Mirov bi keda ku pê roja xwe difroşin, bermîlên xwe yên avê bi pere tijî dikin. 

Rûreşiya mirovahiyê

Ji sala 2023’an ve êrîşek qirkirinê li ser Xezayê tê meşandin. Zêdetirî 60 hezar kes hatin qetilkirin. Bi hezaran kes di bin kavilan de man. Dibe ku bi hezaran evîn, bi hezaran hezkirin, xeyalên pêşerojê, gavên destpêkê yên pitikên ku hê nerabûne li ser lingê xwe di bin kavilan de man. Lê tenê ne ew bûn yên ku di bin kavilan de man. Bi nêrîna min rûmeta mirovahiyê jî di bin kavilan de ma.

Nêzîkî sê sal in êrîşên dijwar li ser Xezayê heye û niha Xeza bi xelayê re rû bi rû ye. Her roj agahî tên ber destên me. Zêdetirî 300 mirov ji birçîna mirin. Zêdetirî 300 mirov ku piraniya wan pitik û zarokên nekarîn şîrê dayîka xwe jî vexwin, li ber çavê cîhanê heliyan. Wêneyên rûreşî û şermê li ser medyayê diteyisin, yên ku Xezayê xistin nav şer heman kes in, lê yên ku bi paraşutan mîna ku qenciyê dikin ji ezmanan nan û ard davêjin ser mirovan jî heman kes in. Çi rastiyek sosret e ku, yên wan zarokan qetil dikin û yên ku bi destê xwe yê bi xwîn dibe ku zarokên xwe hez dikin heman kes in. Nakokiyên sosret mirov dikare bi dirêjî bêje û bêje… Lê belê di van kêliyan de zarok ji birçîna dihelin.

Lewra dema ku min vê stranê guhdar kir herî zêde jî vê rastiyê dilê min êşand: Niha li Xezayê jiyana mirovan a ku bifroşin û pê ‘nan’ bistînin jî tine. Lewra gotinê stranê bi qasî ku wijdana me ya mirovahiyê dihêjîne me dike nav lêpirsînek:

“hey dad hey dad hey dad hey dad

lem bazara bê rehme de, jiyan erzantir e le nan”