Cîhan ji Hediye Abdullah û hevalên wê re pir tişt deyndar e!

Hediye Abdullah a ku di nava kesên di êrîşa dewleta Tirk a li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn de cih digre, di hevpeyvîna xwe ya dawî ya ajansa me de, li dijî êrîşên qirkirinê banga bexwedanê kiribû û diyar kiri ku şerê hebûn û tunebûne didin.

Navenda Nûçeyan – Di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên şeva 19'ê Mijdarê li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û Başûrê Kurdistanê de, li Dêrikê 11 welatiyan jiyana xwe ji dest da. Dewleta tirk a dagirker bi balafirên xwe yên şer seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt. Yek ji kesên jiyana xwe ji dest da Hediye Abdullah a ku hemû jiyana xwe fedayê têkoşînê kir. Hediye Abdullah a ku di êrîşa yekem a li gundê Teqil Beqil a Dêrikê de di koma ku ji bo alîkariya birîndaran çûbû de cih digirt, di êrîşa hewayî ya duyemîn a li dijî wan hat pêkanîn şehîd ket.

Hediye Abdullah di hevpeyvîna xwe ya dawî ya ji ajansa me de, wiha gotibû: “Îro em ji wê bindestiyê xilas bûn û vegeriyan cewherê xwe. Îro em xwe bi xwe diparêzin û xwedî li hebûna xwe derdikevin.”

‘Em xwedî li hebûna xwe derketin

Nirxandinên Hediye Abdullah di hevpeyvîna ji ajansa me ra dabû wiha bûn;

"Di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de du şoreş çêbûn, ya yekemîn şoreşa çekdarî û ya duyem jî şoreşa civakî ye. Ji ber zîhniyeta desthilatdariyê, mêran di nava malbatê de gelek zilm li ser jinan didan meşandin, me jî got li dijî vê zîhniyetê em ê xwedî li jinan derkevin da ku jin êdî zilim û zordariyê nejîn. Em weke hêzên parastinê, parastina maf, hebûn û rastiya jinan dikin. Her wiha em nahêlin ku jin di temenê biçûk de bizewicin. Me ezmûna herî mezin ji Şengalê girt, ger li wir HPC-JIN hebûya, dibû ku 3 hezar jinên Şengalê nehatibana revandin. Ji bo ku em wiha nebin, me xwe bi rêxistin kir, civaka me jî hêzek mezin ji me girt. Tiştek pir pîroz bû ku jinan parastina ax û civaka xwe dikir. Piştî Kongreya Star hat avakirin, rehenda wê jî çêbû, ji wan rehendan yek jî parastina jinan bû. Ji xwe parastin di cewhera jinan de heye. Beriya bi hezaran salan di destpêka mirovahiyê de jinan civak, zarok û axa xwe diparastin. Îro jî em erka wan jinan digrin ser milên xwe, civak û axa xwe diparêzin. Hemû zanist û hebûna jinan ji aliyê mêrên serdest ve hatibû bindestkirin. Îro em ji wê bindestiyê xilas bûn û vegeriyan cewherê xwe. Îro em xwe bi xwe diparêzin û xwedî li hebûna xwe derketin." 

‘Xeta me xeta berxwedanê ye’

Hediye Abdullah a got: “Hemû jinên civakê endama parastiba cewherîn e. Em niha li ser bingeha parastina civakê kar û xebatan dimeşînin. Elbet ev kes jî li hemberî hemû êrîşên li ser civaka me hatine amadekirin”, li pey xwe bi hezaran hêza jinê ku dê li pey biçe hişt. Hediye Adullah di hevpeyvîna xwe beriya niha dabû de jî diyar kiribû dê li dijî êrişên qirkirinê berxwedana wan bidome û wiha gotibû: “Mirin ji şahidiya şehadeta hevala xwe hin çêtir e. Em ji mirinê natirsin, xeta me xeta berxwedanê ye."

'Dewleta Tirk siyaseta qirkirinê dimeşîne'

Hediye Abdullah teqez kir ku dê êdî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrîşan bêdeng nemînin, teqez kiribû ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd polîtîkayên qirkirinê dimeşîne û wiha axivîbû: "Ev şerê hebûn û tunebûnê ye, yan em ê hebin an jî tune bin. Erdogan dema li çiya dişkê, berê xwe dide vir. Dosyaya Rojava girtiye destê xwe, ji bo êrîşa me bike welat bi welat, cîhan bi cîhan digere. Sînorên Misak-i Milli hincet dike, ji me re dibêje 'Terorîst' û êrîşê me dike. Ev gel ne terorîst e. Zarokên vî gelî bi hemû cîhanê re şer kirin. 12-13 hezar şehîd dan. Qirêjiya vê cîhanê me ji van axan paqij kir. Mixabin îro cîhan li me temaşe dike.”