Bûyera Rojê: Roja Têkoşîna li dijî Karkeriya Zarokan

12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li dijî Karkeriya Zarokan e, lê herî dawî hejmara zarokên karker gihîtiye 160 milyonan.

Navenda Nûçeyan - 12’ê Hezîrana 2002’an Netewên Yekbûyî (NY) weke Roja Têkoşîna li dijî Karkeriya Zarokan îlan kiriye. Ji wê demê ve her 12’ê Hezîranê ji bo kêmkirina karkeriya zarokan baldarî tê dayîn, li gel wê jî her diçe karkeriya zarokan zêde dibe. 10’ê Hezîranê Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) rapora xwe ya li ser zarokên karker a 4 salan carekê amade dikin aşkera kirin. Li gorî raporê li seranserê dinyayê careke din hejmara zarokên karker zêde bûye û gihîştiye 160 milyonan. Di raporê de hat diyar kirin ku heta dawiya salê dê 46 milyon zarok li vê rêjeyê zêde bibin.