Buyera Rojê: Roja Rojnamegeriya Kurdî

Di 22’ê Avrêla sala 1898’an Malbata Bedirxan cara yekemîn li Paytexta Misir Qahîreyê rojnameyeke Kurdî ya bi navê "Kurdistan" derxist. Roja Rojnemgeriya Kurdî her sal bi minasebeta 1'emîn weşana kurdî roja çapkirina 'Rojnameya Kurdistan' ku li bajarê Misrê Qehîreyê hat çapkirin e, 22`ê Nîsaanê tê pîroz kirin.  

Rojnemeya Kurdistan bû bingeh ku rojnemegeriya Kurdî bighêjîne îro. Rojnemeya Kurdistan bi zimanê Kurdî û Erebî 4 salan berdewam kir, 5 hejmarên wê yên destpêkê li paytexta Misrê Qahîrayê hatin çap kirin. Paşê jî ji ber êrîşên ku rojname pêre rûbirû dima cihê wê hat guhertin û li Cenevreya Swîsreyê, piştre ji ber heman sedemê dîsa li Qahîreyê,Ingîlîstan û çapa herî dawî hemjara 31`an di sala 1902`an de li Sîwisreyê hat çapekirin.

Di Rojnamegeriya Kurdî de jin

Jina Kurd di hemû qadan de xwedî rol û misyonên pêşengiyê ne di qada çapemeniyê de jî xwe rêxistin kiriye, televzyon, ajans û radyoyên xweser vekiriye. Jina yekem di xebatên rojnegeriyê de kar kiriye Rewşen Bedirxan e, di rojnemeya Kurdistanê de qûncik nivîsî kiriye. Ya duyemîn jî Sayma Aşkin ku di sala 1978`an de di Kovara Serxwebûn de xebitî ye. Yekemîn kovara xweser li Akadimiya Mahsûm Korkmaz bi navê YJWK di 1982`an de dest bi weşanê kir. Bi navê Kovara Jina Serbilind di 1983'an de li Almanyayê weşana xwe didomandiye.

Di 8'ê Adara 1997'an de li Başûrê Kurdistanê (Silêmanî) rojnameya heftane bi navê Jiyana Azad bi pêşengiya Şîlan Kobanê dest pê dike û di 1999`an de tê girtin. Di 2000`an de berdewamiya Jiyana Azad rojnemeya Roj Hayat dest pê dike, heta 2004`an weşana xwe didomîne. Di rojnameya Roj Heyat de Leyla Walî (Viyan Soran) dixebitiye. Li kêlek van Kovara Jina Azad, Dengê Jin, Dengê Jina Azad, li Rojhilat Kovara Zenanê Şerq li Başur Kovara Truske, li Bakur Rojnameya Binevş û li Rojava Asoya Jin, Kovara Taniriça Zîlan, Kovara YJA STAR, Kovara Zîlan, Buhara Jin, Kovara Dengê Jiyanê, Rojnama mehane Newaya Jin, Ajansên JINHA, Şûjin, JINNEWS, radio Star Fm û JIN tv hene.

Di oxira ragihandina rastiyê de pêşengên jin

Yekem jina di rojnamegeriya Kurdî de xebat kirî Rewşen Bedirxan, ya duyem Mîna Qazî û sêyem jî Sayma Aşkin e. Sayma di kovara Serxwebûn de, Mîna Cemal Çelebî, Ronahî (Bedriya Taş) di kovara Serxwebûn û Berxwedan de, Bêrîtan (Gulnaz Karataş), Gurbetelî Ersoz yekemîn jina Kurd ku rêvebertiya rojnameyekê dike, bi pêşengiya Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) YRD  hat avakirin, Canda Turkmen, Senem Bêrîtan,Sarya Baran, Jiyan (Zeyneb Erten),  Şîlan Aras (Ayfer Serçe), Yildiz (Narse Şimşîn) di MED TV û ROJ TV de xebitîn, Zîlan Pepûle, Rojînda Amed (Cana Sûsenbak), Ekîn Sîwas rêveberiya ragihandinê kirine, Hebûn Azad, Berfîn Mardîn di kovara Parastina Gel de xebat kirine, Zîn Yezda Temara di pirtûkxaneya jin de, Arjîn Amed û Denîz Firat xebatên RAJIN`ê, Nûjiyan Erhan xebatên Televizyonê kirine, Dilîşan Îbiş nûçegîhana ajansa Hawarê bû.