Buyera Rojê: Cara yekem li Amerîkayê roja dayikan hat pîrozkirin

Roja dayikan di mîtolojiya Yunanan de ji heye. Ev roja taybet di mîtolojiya Yunanan de ji bo Rhea ya dayika gelek xweda û xwedawendan e bi hatina biharê re vê rojê bi mîhrîcanan pîroz dikin. Di Romaya antîk de mîhrîcana biharê beriya mîladê 250 salan ji bo xwedawend Kîbele dihat pîrozkirin.

Li eyaleta Virginia ya DYE’yê mamosteyek jin bi navê Anna Jarvis, dayika wê ku di sala 1905’an de jiyana xwe ji dest daye her sal dayika xwe di vê rojê de bi bîr dianî. Cara yekem di 10’ê Gulana sala 1908’an de li dibistanekê 407 zarokan bi dayikên xwe re roja dayikan pîroz kirin.

Di sala 1914’an de bi biryara Kongreyê re Yekşema hefteya duyem a meha Gulanê li seranserî cîhanê weke roja dayikan hatiye diyarkirin.