Buyer Rojê: Roja Jinên Emerîkayê

Partiya Sosyalîsta Emerîkayê bi boneya piştevaniya karkerên tekstîlê yên sala 1908’an daketibûn kolanan 28’ê Sibatê Roja Jinan a Netewî îlan kirin.
28’ê sibata 1909’an bi banga Partiya Sosyalîst a Emerîkayê li New Yorkê jin daketin qadan û Roja Jinan a Netewî hat pîroz kirin.
Charlotte Perkins Gilman bang li jinên kombûyî kir û got: “Peyîwira dayiktiyê giringe lê hewceye jin li her derê xwediyê mafê wekhev be.”