Buyer Rojê: Di şoreşa Kubayê de Tugaya Jinan Mariana Grajales

Di şoreşa Kubayê de heta ku jinan biryara avakirana yekemîn tugaya xweser girtin di gelek zehmetiyan de derbas bûn. Ev biryara wan heta dîtina serkeftina yekîneyên xwe yên jinan hîn zêdetir mîsoger û jiyanîbû.

Navenda Nûçeyan – Di salên 1950’an de li Kubayê bêkarî, qetîlkirina 20 hezar kesî û nakokiyên aborî û asta êrîşên rejîma Batîst dibû sedema bilindbûna hêrsa gel û bingehê şoreşê. Beriya sala 1958’an serjimêriya Kubayê 6,5 milyon bû. Ji çaran yek welatiyên wê bê kar bûn, xurekên bingehîn bi buhayên pir zedê ji derve dihatin û nakokiyên dahatuya civakê gelek kûr bûn. Li ser gelê Kubayê aliyê siyasî, aborî, fikrî zext hebûn, li hemberî van jî sansur di asta herî bilind de bû. Her ku serîrakirin çêdibû rastî êrîşên tund ên Batîstan dihatin. Di salên 1950’yan de bi qasî 20 hezar mirov ji aliyê rejîma Batîstan ve hatin qetilkirin. Çend caran hikumeta Kubayê ji ber vê helwesta xwe, li hemberî welatiyan, hatibû desteserkirin, lê nedibû çareserî ji bo wê jî guherînek hîn zêdetir bingehîn dihat xwestin. 
1’ê çileyê di radyoyê de banga şoreşê
Sibeha 1’ê çileyê radyoya Kubayê behsa civîna generalên arteşa Kubayê ku dê li baregeha leşkerî ya Kolombiyayê çêbûbûya dikir. Dîsa radyoyekê jî behsa hin guhertinên serleşkerên arteşa Kubayê dikir. Heman kêliyê jî di nûçeyek xwe de behsa guhertina serokê dewletê jî dikir. Diyar bû ku di nava hikumetê de hin alozî û guhertin hene. Di biryargeha Raperîna Kubayê ya li Central Amerikayê de Fîdel Castro ji 19’ê Kanûnê ve rewşa Kubayê dişopîne. Dibîne ku tam wexta êrîşbirina ser artêşa Kubayê ye û yekser fermana êrîşa Santîagoyê dide. Dê Fermandar Che Gîevara û Camîlo jî ber bi Havanayê ve bimeşiyana. Fîdel Castro û Celîa Sanchez di nava deh deqîqayen de daxuyaniya Şoreşa Kubayê nivîsîn. Berbanga 1’ê çileyê demjimêr 9’an daxuyaniya şoreşê di radyoya Arteşa Raperîna Kubayê ya Rebelê de hate xwendin. Daxuyaniyê bi gotina, “Ji şoreşê re belê, ji îhtilalê re nexêr!” dest pê kir û bi van hevokan domiya:
“Wa diyar e ku li peytaxtê, îhtilalek çebûye. Arteşa Raperîna Kubayê rewşa îhtilalê li ber çavan nagire û divê hemû hêza me balder bin. Bi tu awayî, tu kes agirbest nake. Diyar e ku Batîst û tawanbarên ditîr dixwazin ji welat birevin û biçin ciheke din. Ji ber wê yekê jî îhtilal tenê dê bi kêrî wan bê. Heta biryargehên navendî fermanek din bide, êrîşa me dê bênavber berdewam bike. Ji bo şoreşê berdêlên ewqas mezin hatine dayîn, evqas xwîn rijiyaye. Gel û Arteşa Raperînê nahêle ku ev kedên mezin li tewşê biçin. Ji ber wê yekê jî ji her demê zêdetir em ê bi biryar û yekgirtî bin.” 
Piştî xwendina daxuyaniyê, li ser heman radyoyê banga peywirên şoreşgerî kirin. Hejmara artêşa raperînê kêm zêde 3 hezar bû. Ji artêşa rapêrînê re fermana pêşveçûyînê û şer hate dayîn. Pêşengê Federasyona Xwendekaran Juan Nuiry jî banga beşdarbûyîna artêşa raperînê li ciwanan kir. Radyoya Rebelde bênavber banga beşdarbûna Şoreşa Kubayê dikir. Bi rêya dengê radyoyê welatên derve jî ji rewşa Kubayê haydar dibûn û li her derê grev û piştgiriya Artêşa Raperînê belav dibû. Raperînê êdî dest pê kiribû. 2’yê çileyê yekîneya Che û Camîlo Cienfuegos bask bi bask ketin Havanayê. Peytaxta Kubayê ket destên Artêşa Raperînê. Tu hêzê nekarî li pêşiya artêşê bibe asteng. Di pêşveçûnê û ketina nava bajêr de tenê guleyek jî nehat teqandin. Fîdel Castro di berbanga 9’ê Çileyê de bi axaftinekê serkeftina Arteşa Raperînê ya Kubayê daxuyakirin.
Di şoreşê de pêşengiya jinan
Şoreşa Kubayê di nav şoreşên sedsala 20’an de şoreşeke rengîn û xwedan xeteke xweser e. Jinên şoreşgerên pêşengiya Şoreşa Kubayê kirine û bi kedê, navê xwe li dîroka gelan hiştine, Haydêe Santamarîa Cuadrado, Celia Sanchez, Vilma Espîn, Melba, Aleida March, Lydia, Clodomira, Tete Pueblo, Nirma Carton, Tanya Tamara Bunke Bider û gelek navên din hene. Ev kesayetên ku bûne malê civakan di afirandina şoreşa ciwanan a 1968'an de jî xwedan bandoreke mezin bûne. Bandora van şoreşgeran kir ku tevî belavbûna sosyalîzma real ji şoreşa Kubayê heta niha li ser lingan bimîne. Bi taybetî jî feraseta wan a lêgerîn û dîtina pirsgirêkan li hemberî wê jî bûyîna hêza çareseriyê di serî de li Emerîkaya Latîn û tevahiya cîhanê rê li ber geşbûna şoreşan vekir. Şoreşgeriya wan bi giyan, moral, cesaret û fedakarî bû, ji ber wê jî ew heybeta şoreşgerî ya li cem wan, di serî de ciwan û tevahiya beşên civakê digirt bin bandora xwe. Nêzîkatiya wan a humanîst dibû sedem ku dijberên wan jî di bin bandora xebata wan a pak de bimînin. Ji ber vê ye ku li ser geşedanên şoreşgerî yên di nîvê sedsala bîstî de di asta herî jor de bi bandor bûn. Şoreşgeriya Kubayê li hemberî nêzîkahiyên siyasî yên teng ên sosyalîzma real tim û tim hewla parastina rêgezên sosyalîzmê bû, xwest nûnertiya wê bike. Dîsa israr û keda wan a di pêşxistina gerîlatiyê de gelek girîng bû. Ji ber wê ye di pêşketina tevgerên ciwanan ên sala 1968'an û lêgerîna sosyalîzma nû de keda wan di rêza yekê de ye. Serkeftina Şoreşa Kubayê, cesaret û fedakariya kesayetên pêşeng di giyanê gel de da avakirin. Her wiha israra wan a di gerîlatiyê de, bi taybetî jî lêgerîna wan a di sosyalîzma bi prensîb de ji bo şoreşgeran tim çavkaniya feyz û îlhamê bûye.
Tugaya jinan 
Dema jin derketin çiyayên Sierrayê, êdî gelek tiştên ku ji bo wan asteng bûn têk dibirin. Dîsa jî salên destpêkê weke xwarinpêj nêzî jinan dibûn, hem jî şoreşgerên Kubayê wiha nêzî jinên ku derketine serê çiyayên Sierrayê dibûn. Heta ku jinan biryara avakirina yekemîn tugaya xweser girtin di gelek zehmetiyan re derbas bûn. Ev biryara wan heta dîtina serkeftina yekîneyên xwe yên jinan hîn zêdetir mîsoger bû. Piştî perwerdeya leşkerî li çiyayên Sierra Maestrayan Celia wekî gerîlaya destpêkê hîmê tabûra destpêkê ya jinan bi navê Tugaya Mariana Grajales daniye. Tugaya wan a xweser ji 13 şervanên jin pêk dihat.  
Çek xistibû nava selika gulfiroşan
Haydee û Melba ji bo di êrîşa serdegirtina Moncadayê de cih bigirin bi israr bûn, ji bo wê jî geriyan ji xwe re çek peyda kirin. Ji bo ku Melba Hernandez bigihîje cihê çalakiyê, çeka ku peyda kiribû xistibû nava selika gulan a gulfiroşekê. 
Haydee jî çeka ku di serdegirtina Moncadeyê de bi kar bîne danîbû nava valêzekê û bi heman valêzê weke xwendekarek zanîngehê siwarê Şîmendîferê bûbû. Leşkerek artêşê dixwaze alîkariyê Haydee bike û valêza wê digre. Dema valêz radike şaş dimîne û dibêje, ‘qey di valêza te de çek heye evqas giran e.’ Haydee jî dibêje, ‘Hemû pirtûkên min ên zanîngehê ne. Ez diçim Santiagoyê û dixwazim li wê staj bikim. Piştî dersan jî dixwazim biçim Karnavalê, tu jî weke partner bi min re nayê, em bi hev re biçin?” Dema ku li îstasyonê hevalê Haydee Renato û birayê Haydee, Abel li gel Haydee leşker dibînin difikirin ku ew hatiye girtin. 
Zagona Malbatê
Her çiqas bi serkeftî behsa şoreşan bê kirin jî ji bo jinan astengî di her qadê de çêdibin. Di destpêka Şoreşa Kubayê de jî mêran nedihiştin ku jin beşdarî eniya şer bibin. Ligel hemû astengiyan jî jinan dixwestin di hemû qadên civakê de cihê xwe bigrin. Di qada perwerde, tenduristî, dad, dîplomasî û gelek qadên dinê de jinên Kubayê ne tenê di karên ku ji bo mêran hatine dabeşkirin de bi gelemperî guherîn dan çêkirin. Di rola ku di nava civakê de ji bo mêran hatiye diyarkirin de jî dixwestin guhertin çêkin. Divê mêr jî karên ku di nava mal de jin pê re mijul dibin bikin. Karên nava malê yên weke çêkirina xwarinê û xwedîkirina zarokan, ne tenê jin jê berpirsiyar bin hewce ye mêr jî beşek ji van karan bigrin ser milên xwe û bi hev re bikaribin rêveberiya mala xwe bikin. Ji bo vê wekheviya zayendî têxin meriyetê zagona malbatê amade kirin. Bi derxistina zagonê re, armanc kirin ku jin di qada hîlberîna gelemperî û polîtîk de cihê xwe bigrin. Piştî şoreşê êdî jin pir bi dilgermî beşdarî xebatên civakî bûn. Federasyona jinan a Kubayê bi 70 hezar endaman re kar û xebatên xwe didomandin.