Bi darizandina celadê xwe ber bi sêdarê ve çû...
Lehenga Kurd Leyla Qasim gotibû “Bi mirina me re dê bi hezaran Kurd rabin, ala azadiyê biheje.” Leyla beriya 49 salan li ser xaka Kurdistanê hat darvekirin lê gotinên wê bûn rastî û bi hezaran jin li ser şopa wê bi felesefeya “Jin Jiyan Azadî” têdikoşin.
Navenda Nûçeyan- Ew Leylaya Kurdistanê ye… Ne qehremana çîrokan, qehremana evîndariya gel û welatê xwe ye. Ew girêdayî xaka Kurdistanê bû, weke ‘jina porşev’ dihat naskirin. Bi porê xwe yê reş dişibiya şevê. Leyla Qadim tu caran dest ji têkoşîn û berxwedana xwe berneda, navê xwe bi cîhanê da bihîstin. Leyla Qasim bi gotina; “Dê mirina min bibe şiyarbûna gelê min” ber bi sêdarê ve çû. Îro bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bûye pêşenga bi hezaran jinên Kurd ên ku porê xwe kirine al.
Leyla Qasim di sala 1952’an de li Xaneqînê zaroka sêyem a Dalaho Qasim û Kanî, di nîvê şevê de çavên xwe li cîhanê vekir. Ji ber ku bi şev hatibû cîhanê navê Leyla lê danîn. Leyla bi Erebî tê wateya şevê. Leyla Qasim keçeke tenê ya malbateke xizan bû. Xizan û di heman demê de ji ber nasnameya Kurd bi malbatê re her dem li ser riyên koçberiyê bû. Di sala 1958’an de koçî Bexdayê kirin.
Ji xwendekariyê ber bi milîtaniyê ve
Leyla Qasim perwerdeya xwe ya amadeyî li Bexdayê temam kir. Li zanîngeha Bexdayê beşa civaknasî kar kir. Di 20 saliya xwe de Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) nas kir. Li wê derê xebatên xwe berdewam kir û makaleyek bi sernavê “Dijmanahiya li dijî Kurdan” li ser Sedam Huseyîn nivîsî. Piştî vê makaleyê bû hedef. Di her firsendê de Leyla Qasim digot: “Koletî ne qedera Kurdan e”, piştî demekê bû milîtanek çalak a têkoşîna rizgariya neteweyî.
Di çalakiya revandina balafirê de hat girtin
Di sala 1974’an de rejîma Baasê li dijî Kurdan şer da destpêkirin. Destpêkê malbatên Kurdan ji Bexdayê derxistin. Rejîma Iraqê bajarê Qeladizê bombebaran kir. Di encamê de bi sedan sivîl hatin qetilkirin. Leyla Qasim û 4 hevalên xwe çalakiya revandina balafirê li dar xistin. Di 24’ê Nîsana sala 1974’an de hatin girtin. Dema ku hatin girtin rastî îşkence û pêkanînên dijmirovî hatin.
Celadên xwe darizand
Leyla Qasim û hevalên wê dema ku derxistin dadgeha formalîte, wan bi parastina xwe wisa kirin ku dozger û celadan darizandin. Di 13’ê Gulana 1974’an de bi biryara Sedam Huseyîn Leyla Qasim û hevalên wê hatin darvekirin. Leyla Qasim dema ku çû ber sîdarê got: “Min bikujin lê belê vê rastiyê bizanin, wê bi mirina min re bi hezaran Kurd şiyar bibin. Ji ber ez di riya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim, ez gelek kêfxweş û serbilind im.” Leyla bi gotinên xwe û sirûda neteweyî ya Kurdan “Ey Raqîb” ji bo bi milyonan jin û mêrên Kurd bû ronahiya têkoşînê.
Leyla Qasim û havalên xwe di têkoşîna azadiya Kurdistanê de nemir bûn, bûn sembol. Ew jina yekem bû ji dewleta Iraqê ve hat bidarvekirin.
‘Bila keziyên min bikin al’
Agahiya biryara darvekirina Leyla Qasim nedan malbata wê. Beriya ku were darvekirin, ji dayika xwe cil û bergên Kurdî û meqesek xwest. Piştî ku hat darvekirin ji bo gustîla wê bide xwişka we dabû havalek xwe. Porê xwe jêkiribû û ji dayîka xwe re şandibû. Di peyama ku ji dayika xwe re şandibû de wiha got: “Ez ê piştî çend rojên din bi van cilên Kurdî werim darvekirin û bibim bûka Kurdistanê.” Leyla Qasim di hevdîtinek bi dayika xwe re ev wesiyet kir: “Dayika min a xweşik; xwe neqehirîne, ez êdî aydê dozê me, ji bo gelê Kurd û Kurdistanê şer dikim. Duh Sedam li gel komekê hatin vê derê, difikirîn ku wê min bixapînin û ez ê ji xeta xwe tavîz bidim. Ji bo ku ez dest ji têkoşîna xwe berdim, teklîfa pere li min kirin. Gotin tu kîjan dibistanê bixwazî li wê derê bibe mamoste lê belê ez wisa serbilind im ku min yek ji wan jî qebûl nekir û got ez gelê xwe nafiroşim. Min xwe gorî Kurd û Kurdistanê kiriye, di riya vê têkoşînê de, min bi serbilindî darvekirinê pêşwazî kir. Min dît ku Sedamê ku xwe ewqas mezin nîşan dide, çawa biçûk bû. Dayê bi mirina min re wê bi hezaran mirovên Kurd şiyar bibin, ala me ya azadiyê biheje. Dema ez mirim neqehirin, bila keziyên min bikin al.”