Alfebeya veşartî a jinan: Nushu
Pergala nivîsê ku demek tenê jinan dizanibû bi awayê veşartî ji bo nifşan dihat ragihandin. Nushu, di dinyayeke ku ziman hatibû qedexekirin de weke çîroka ji nûve avabûna dengê jinan bû jinan ji nûve dengê xwe keşif dikirin.
Navenda Nûçeyan – Qedexeyên li dijî bikaranîna zimanê dayîkê li dinyayê, ne tenê awayên têkiliyê, di heman demê de bîra çandê û nasnameya civakî şekil girtiye.
Ji dîrokê ve, civakên ku di bin zextê de mane, ji bo parastina zimanê xwe û qada îfadeyê riyên cuda bi pêş xistine. Gelek deman ev hewldan ji bo derketina pergala têkiliya nû, xweser zemîn ava kiriye. Nushu jî di vî alî de, wek mînakek balkêş ku bi taybet îdi demeke jin ji zimanê dayîkê hatin dûrxistin de derketî holê û hem çandî, hem berxwedan û hem weke awayê piştevaniyê hebûna xwe domand.
Zimanê jinan
Nushu, weke pergala nivîsê ku kêm tê bikaranîn û dihat fikirîn ku di dinyayê de tenê ji aliyê jinan ve tê bikaranîn tê zanîn. Ev pergala ku tê texmînkirin koka wê digihîje herî kêm beriya hezar salan, weke ‘Nivîsa jinê’ û ‘alfebeya jinê’ tê pênasekirin. Nushu ku li başûr rojavayê eyaleta Hunan a Çînê derketiye holê, destpêkê di nava jinên ku li herêmên gundewar dijîn de bi pêş ket, bi demê re belavî bajaran bû. Di vê pergala ku xwedî pergala alfabeya xwe ye, tê zanîn ku helbest, stran û metnên cuda yên nivîsînê hilberandiye.
Rêbazeke veşartî ya têkiliyan
Nushu di demeke ku weke dîrok, jin ji perwerdeyê hatin dûrxistin û di jiyana civakî de rastî qedexeyên cidî tên de derket holî, rêbaza têkiliyê ya veşartî ku jin bi taybetî hest, zoriyên ku jiyane û hevaltiyên xwe parve bikin pêş xistine. Ev zimanê nivîsê ku bi awayê mêr fêm nekin hatiye avakirin, ji nifşan ber bi nifşan ve di nava jinan de hatiye ragihandin û demek dirêj veşartî maye.
Kevneşopiya xwişkîtiyê
Di vê çanda ku dilsozê kevneşopiya ‘xwişkîtiya ebedî’ jin, bi jinên din ên girêdana xwînê eynî re nêzîkbûnek ku heta hetayê domiya ava dikirin. Bi hev re beşdarî mihrîcanan dibûn, berhemên destan amade dikirin û ji bo îfadekirina hestên xwe stranên hevpar çêdikirin. Ji ber jinên ku piştî zewacê diçûn gundên cuda, ji hev qut dibin û armanca vê têkiliyê zêdetir kir û ji bo pêşxistina zimanek havper ê nivîsê amade kir. Bi vî awayî Nushu, ji daxwaza ku jin xwe bigihîjînin hev û hestên xwe ragihînin derket. Ev kevneşopî li gorî baweriyan, dema jinek Nushu dizane jiyana xwe ji dest dide, meteryal û tiştên aydî wê dihatin tunekirin.
Bi tesadufî hat keşifkirin

Ev zimanê veşartî, ber bi dawîbûna sedsala 20’an ve, bi keşfa tesaduf a çêkerê fîlman Yang Yuequing ket rojeva dinyayê. Belgesela bi navê “Nushu: A Hidden Language of Women in China” ku di 1999’an de Yang Yuequing amade kir, sûd da ku ev çand di qada navneteweyî de were nasîn. Piştre ferhengên Nushu, xebatnê ferhengê beramebriya bi Çînê digre nava xwe hatin meşandin.
Bi awayek dîtbarî, Nushu ku dişibe karekterên Hanzî yê Çînê, xwedî terzek ê nivsê yê herikbar û bi koşe ye. Hinek karekter ji Çînê îlham girtine, beşek jê jî bi temamî xweser hatiye avakirin. Di roja me de platformên dijîtal ku Nushu didin nasîn, bi rêya meteryalên perwerdê û kesên ku vî zimanî fêr dikin, derbarê jiyankirina vê çandê de xebetan didomînin.