4 Nîsanê: Abdullah Ocalan û rojbûna gelekî

Wek sembola şiyarbûnek, gelan ruxmê hemû astengiyan dev ji pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernadin.

Navenda Nûçeyan – Gelên ku fêrbûnên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dipejirînin û dixwazin bigihîje azadiya xwe, îsal jî di 4’ê Nîsanê de bi çalakiyên cuda pîrozbahî dikin. Pîrozbahiyên ji bo Abdullah Ocalan tên kirin, ne têne wateya pîrozkirina rojekî hildigre. Dîroka 4’ê Nîsanê di aliyê gelan de, li her qadê jiyanê sembolek ji nû ve zayînê û têkoşîna azadiyê ye jî.

Zayîna yekemîn

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zayîna xwe weke sê qonaxan digre dest. Abdullah Ocalan qanoxa ku wek zayîna yekem pênase dike bi van gotinan vedibêje:

“Qonaxa yekemîn, pêvajoya di şert û mercên civaka gund a çandinî ku bi sedsala 20’an re nakokiyê de, ji dayikbûna dayik û diçe heta civaka modela fermî vedihewîne. Ev serdem di nava wate û netêrbûna mezin ên qutbûna bi dîroka 15 hezar salan re derbas bû. Tevna jiyanê ya berî û piştî 15 hezar salan nayê çareser kirin.

Ev neçasertî, bû sedema şerê civakî ya nava malbatê û gund. Ez serhildêrekî gund bûm. Ev serhildan heta derbasbûna civaka fermî berdewam kir. Piştre bi dibistana seretayî û astên cuda re serhildana li dijî komara olîgarşî berdewam kir û bi vî awayî du pêvajoyên vejînê lê hat zêde kirin. Ev heyama ku dişibihe êrîşa Don Kîşot a aşê bayî, bayê, rê vekir ku pirsgirêk derkevin holê û hîn zêdetir girantir bibin. Taybetmendiyên kapîtalîst jî ji nakokiyên civaka neolîtîk û feodal zêde bûn. Ji ber ku şêwazeke şoreşgerî tune bû, hawirdorek aloziyê serwer bû. Serhildana ku hat ceribandin, nekarî paşverûyên di nava xwe de jî çareser bike. Ev ast 20 salan berdewam kir û piştre bandor li herêmê û seranserê cîhanê kir û di encama xitimînan de veguherî pêvajoya Îmraliyê.”

Zayîna duyemîn

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar dike ku pêvajo û şert û mercên Îmraliyê ne tenê ji bo wî di heman demê de wek gel jî wateya zayînek nû hildigre. Vê pêvajoyê jî wiha pênase dike:

“Şert û mercên Îmraliyê ne tenê wek şexs, wek komar û gel tê wateya zayîna sêyemîn. Zayîna duyem vejîna bi tundî û şer, paqijbûnê îfade dikir. Li gorî zagona hebûnê û yekîtiya nakokiyan ku di hemû diyardeyên xweza û civakê de derbasdar e, serdema dijberiya komara olîgarşîk a li ser bingehê tundiyê ku têra xwe dirêj dike, dê li şûna komara laîk û demokratîk a ku were guhertin. Çawa ku pêşkeftin bê nakokî pêkneyne, bi nakokiyên bêwatê ku bê çareserî dibin re bi berdewamî mijûl bûyîn re bila li vir bimîne, lêbelê tehrîbat, hilweşandin û qeyran dikare pêşbikeve. Tirkiye nakokiyên xwe baş fêm nake û ji ber dema wê de çareser nake ketiye pêvajoya krîzan û nikare jê derkeve.”

Zayîna sêyemîn

Abdullah Ocalan, dema diyar dike ku pêvajoya Îmraliyê qonaxek nû ya zayîneyê ya cuda ye, di têkildarî ev qonaxa dawî de wiha dibêje:

“Pêvajo di aliye hemû hêzan de zayîn û şewazgirtinek ji nû ve neçar dike. Ji dewletê heta aboriyê, ji siyasetê heta hiqûqê, ji exlaq heta hunerê her qad diheje, tê fetisandin û bi qeyranê re çareseriyê digere. Pêvajoya min a Îmraliyê jî tê wateya tetîkkirina vê rastiyê. Çawa ku pêvajoya berê wek diyardeya “ez û şer” wate dît, ev pêvajoya nû jî tê wateya diyardeya “ez û aştî”. Wek sazîbûn parçeyeke bingehîn a hebûna min e, hişmendî û îradeya azadiya Kurd e. Ev hişmendî û îradeya ku bi şer re ji tercûbeyê derbas dibe, niha ji pêvajoya aştiyê derbas dibe.”

Pîrozbahiya yekem di sala 2004’an de

Gelên ku diyar kir 4'ê Nîsana ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di warê wan de jî zayînek e, di meşa rojbûnê ku bi navê "Rêwîtiya ber bi Rojê ve" kevneşopî kirine de, diyar dikin ku li Tirkiye û Kurdistanê jiyaneke din pêkan e.  Gelên ku bi enerjiyek tune nabe re ev 18 sal in ber bi Amarayê ve dibezin, di heman demê de azadiya Abdullah Ocalan ê ku di 15'ê Sibata 1999'an de bi komploya navneteweyî anîn Tirkiyeyê, dixwazin. pÎrozbahiyên yekemîn a gelê Kurd a di vê wateyê de di sala 2004’an de dest pê kir.

‘Rojbûna te pîroz be’ 

Federasyona Komeleyên Hiqûqê û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TÛHAD FED) ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, yekemîn meşa ber bi Amarayê ve organize kir. Bi hezaran kes tevlî meşê bûn. Gel tevî hemû êrîşan jî serxistin xwe bigihînin Amarayê ku rêyên wê bi barîkatan hatibû asteng kirin.

Di sala 2005’an de beşdarbûnek hin xurtir hebû. Vê carê jî dewletê di astengiyan de sînor nas nekir. Tevî vê yekê jî bi deh hezaran israr kirin ku biçin Amarayê û gel bi keviran nivîsa "Rojbûna te pîroz be" nivîsandin û pîrozbahiyan pêkanîn.

Gulê li ser gel reşandin

Gelên ku ji sala 2007’an û vir ve ji ber şert û mercên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nûçeyên jehrî ketina wî di nava fikarê de ne, di hemû meşê xwe de xwestin heyetên serbixwe bişînin Îmraliyê. Di sala 2009'an de dewletê bi guleyan êrîşî meşa Amarayê ya bi dirûşma "Azadiya te azadiya me ye" kir. Di vê êrîşê de bi sedan kes birîndar bûn. Di êrîşan de xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Mahsum Karaoglan û ciwanê ji Pirsûsê Mustafa Dag hatin qetilkirin.

Her sal astengiyan derbas kirin

Meşa ku piştî qetilkirina Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag di sala 2009'an de hat pêkanîn, bi dirûşma "Zayîna te zayîna me ye, azadî te azadiya me ye" hat lidarxistin. Vê carê jî beşdarbûn zêde bû. Nêzî hezar kesên ku xwe gihandin gund pîrozbahî li dar xistin. Di sala 2011’an de cihê hevdîtinê wek Xelfetî hate diyarkirin. Pîrozbahî bi hewaya cejnê derbas bû. Di sala 2012’an de beriya meşa Amara ya hikûmeta AKP’ê OHAL’ê ragihand. Hemû ketin û derketina Rihayê hatin girtin. Meşvanên Amarayê li Alîgorê li hev civiyan. Kesên ku astengiyan derbas dikin li gund pîrozbahiya rojbûnê pêkanîn.

Pîrozbahî veguherî festîvalê

Di sala 2013'an de meşa 4'ê Nîsanê, di heman demê de li Newrozê bi xwedina peyama Abdullah Ocalan re  bi girseyî derbas bû. Di konên bi meşa bi dirûşmeya “Çareseriya Demokratîk, Ji Ocalan re Azadî” hate lidarxistin re li Alîgorê hatin vedan de, wêneyên Abdullah Ocalan hatin pêşandan û pîrozbahî bi fîşekên hewayî di hewaya festîvalê hatin lidarxistin. Li gund jî pîrozbahî hat lidarxistin.

Ji Abdullah Ocalan peyam

Sala 2014’an ji bo pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê wateyek hildigirt. Ji ber ku cara yekemîn Abdullah Ocalan ji gelê ku diçin Amarayê re peyam şandi bû. Abdullah Ocalan di peyama xwe de wiha got:

“Gelê me hêja ya Kurdistanê, ez hemû hevrêyên xwe, ciwan û jinên ku ber bi Amarayê ve dimeşin bi yekxistina xeyalên xwe yên azadiyê re bi rêzdarî silav dikim, ku 4’ê Nîsanê ne ji rojbûna min a kesayetî, weke vejîna gelan şîrove dikin. Têkoşîna me ya azadiyê ku 40 sal berê bi gotina 'Kurdistan mêtingeh e' dest pê kir, niha bi fedekariya we, bi hewldana nirxên me yên bêhempa û bi têkoşîna bi biryar a hemû saziyên me, hatiye hatiye sînorê jiyana xwerêveberiyê. Ev erdnîgarî bexçeyek gelan a pir nasname, pirçandî, pir olî bû ku rastîyên pir cuda li kêleka hev dijiyan. Hemû gelên Rojhilata Navîn dema ku Modernîteya Kapîtalîst a li dijî ax û nirxên wan gur bû, bi rûyê qetlîamker ê rastiya netewe-dewletê re rû bi rû man. Ji niha û pê ve hat fêmkirin ku bi rejîmên kevnar û îdeolojiyên wan re li van xakan nayê jiyan kirin. Avakirina civaka azad ancax bi pêşxistina rêveberiya xweseriya demokratîk pêkan be.

Sazkirina sibeyek azad tenê bi guherandina kesê azad bi mirovekî azad pêkan e. Di ronahiya vê rastiyê de, dê were fêm kirin ku girtîgehên fizîkî pir ne girîng in. Îlhama ku bi pratîka me ya têkoşînê ji hemû gelên cîhanê re hatiye dayîn, tam bûye rastiya ku girtîgeh veguheriye qadên azadiyê. Dema bi vî rengê nayê temaşe kirin em dizanin ku welatek bi çiya, deşt û bajarên xwe vediguhere girtîgehekî tarî. Cudaketina fîzîkî ya di navbera me de ne girîng e. Ez îro bi we re li ser sifra tava rojê ya hatiye danîn im. Ez yek bi yek di nav hemû rêhevalên xwe de me. Ez axa me ya ku ne tenê zayîna lê bûye şahidê zayîna hemu şaristaniyan, di serî de rêhevalên me yên jin û ciwan, emanetî zanista azadiyê ya hemu gelê me dikim. Ez bi baweriya ku em ê bi hev re li welatekî azad li hev bicivin, we hemûyan hembêz dikim.”

2015: Meşa ji 4 milan ve

Ji bo pîrozbahiya rojbûna Abdullah Ocalan a sala 2015’an, bi rojan berê bi taybetî li Kurdistan û Tirkiyeyê meşên bi daxwaza ‘Ji Ocalan re Azadî’ hatin lidarxistin. Meşa ku li sê milan li Riha, Semsûr û Dîlokê hat lidarxistin, bi deh hezaran kes beşdar bûn. Şaxa çaremîn jî ji Amedê hat destpêkirin. Meşvanên Amara yên di 3'ê Nîsanê de gihîştin Xelfetiyê, li Parka 4'ê Nîsanê bi hewaya festîvalê pîrozbahiya rojbûna pêkanîn.

Hat xwestin ku tecrîd bi dawî bibe

Di meşa Amara ya sala 2016’an de hatî li darxistin daxwaz kirin ku tecrîd bi dawî bibe. Cardin daxwaza masaya çareseriyê ya desthilata AKP’ê hiweşandin cardin were vegerandin derket pêş.  DTK, TJA, DBP û HDP pêşengtiya meşa Amara ya 2017’an kir. Li rûzmêh hemû hewildanên astengiay desthilatê li Amara pîrozbahî hat kirin. di sala 2018’an de cardin aqedexe hebû, mal ku Abdullah Ocal lê ji dayîk bûbû ji hat dorpêçkirin.

Di 2019’an de DTK bang li hemû gelan kirin ku da ku pirîzbahiya Rojbûnê kirin, gel guhê dan vê bangê û li her bajar û qada kul ê di 4’ê Nîsanê de pirozbahî kirin. di pirozbahiyan de daxwaza rakirina tecrîdê, gireva birçîbûê ya ku hevseroka DTK’ê Leyla Guven di girtîgehê de dayî destpêkirin û belavî hemû girtîgehan bû mohra xwe lê da. Bi nêzbûna 4’ê Nîsanê re bi hezaran girtî di gireva birçûbûnê debûn bi dirûşeya ‘Tecrîdê bişkinin, Faşîzmê hilweşînin’ iza li bine çalakiyek k udi cihanê de ahtî dîtin avêt. Heta vê salê bi hêcetên cûda meş dihat astengkirin, gel bi awayekê rêya pirozkirinê ditiye. Gel îsal bi wesileleya 74’emîn roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya ‘Ji bo Azadiyê berbi Amara ve’ wê li Amara bin. 

2 sal e agahî nayê girtin

Bi komployek navnetewî di 15’ê Sibata sala 1999’an anîn tirkiye û ev 24 sale dibin şert û mercn tecrîtek girankirî de tê helan. Ev dû sale bi tu awayî tu xeber ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Veysi Aktaş, Hamili Yıldırım ve Ömer Hayri Konar neye girtin. Hevdîtinên malbat û parêzeran bi heman awayî tê astengkirin. Herî dawî birya Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan di 25’ê Adara 2021’an de end deqe bi telefonê axivî ew jî zu qut bû. Abdullah Ocalan di dema vê hevdîtinê de got; ‘Ev tişta ku hun dkin gelek xelete. Dewlet xelet dilîze, hun jî. Eve ne qanûniye, ne raste, eve qet nayê pejirandin, eve di heman demê de gelek bi talukeye, ma hun di ferqêdene hun çidikin? Ez dixwazim parêzerên min werin vêderê b wan re hevdîtin bikim.” Bi gotinên xwe daxwaza hevdîtina li gel parêzeran kir. ji wê hevdîtinê heta niha tu hevdîtin bi Abdullah Ocalan re nehatiye pêkanîn. 274 Serlêdanên baroya hiqûqa sedsalê û 118 serlêdanên malbatê hetin redkirinû bê bersîv helan. Parêzer di heftiyê de dû caran serlêdan dikin û malbat jî carekê serlêdan dikin lê bele ev serlêdan bê encam dimîne. Gelê Kurd tu caran dest ji azadiya Rêberê xwe Abdullah Ocalan naberdin.