ked û aborî

  • Pêşangeha berhemên xwemalî 

    Duyemîn pêşangeha berhemên herîmî ya ji 19'ê Hezîranê ve li hola El-Senabil a bajarokê Sefiya yê Hesekê hatibû li darxistin, bi dawî bû.

  • Dema hûn çûn Hewramanê besteniyên Sîdrayê tam bikin 

    Jina ciwan a bi navê Sîdra hem xwedekar e hem jî xwedî firoşgeheke tiştên cemidî ye daxwaz ji hemû jinan dike ku li malê nemînin û derbikevin derve, ji tiştên herî biçûk dest bi xebatê bikin û hewl bidin bibin xwedî karê xwe.

  • Ji ber qedexeya zozanan dest ji koçberiyê berda niha di nava zeviyan de dixebite 

    Hulya Geyîk, ji ber qedexeya çûyîna zozanan, neçar ma ajalên xwe bifroşe û dest bi karê çandiniyê bike. Tevî temenê xwe yê mezin tevahiya rojê li nava zeviyê dixebite û di konê de dimîne.

  • Nivîşk û penîrê tamxweş li mala Hena ya li gundê Gemo heye 

    Hena ya ku ji gundê Gemo ye ji zaroktiya xwe de bi kar û berhemên sewalvaniyê re mijûl e dibêje: "Ev 20 sal in ez penîr çêdikim, meşkê dikeyêm û rûnê nîvişk didim hev."

  • Gulîzar bexçeyê fêkî û sebzeyan şîn dike 

    Gulîzar û Germiyan dayik û keçek mînakên herêma Seyîdsadiq in. Ew bi hev re bi karê xwedîkirina lawiran û baxçe re mijûl dibin. Bi keda destên xwe dijîn û westandin ji bo wan tune ye.

  • Aşut jî bikeve ji riya xwe venegere! 

    Omur Ozdemîr a li Meletiyê bi hevjînê xwe re dixebitî, piştî ku ji hev veqetiyan, bi keça xwe Îdîl re neçar ma ku bi tena serê xwe têbikoşe. Ji karê ku bi hevjînê xwe re dikir deynekî zêde ma û vê yekê pirsgirêkên aborî bi xwe re anîn. Ji bo çareseriya vê yekê erûngên (mişmiş) ku ji welatê xwe anî firotin. Bi vê rêwîtiya xwe ya zor û zehmet vê encamê derxist; “Aşut jî bikeve pêşiya we, ya pêwîst ew ku hûn ji riya xwe venegerin!”

  • Safiya 20 salin bi hêrana dexil û dan debara xwe dike 

    Safiya Eregli ya ku debara xwe bi xebata li aşê ku 20 sal berê li gundê Şakitan ya Geverê ava kirî dike, tevî temenê xwe yê dirêj tevahiya rojê dixebite. Safiya ya genim, nok û garis di aşê xwe de dihêre, dibêje ku roja naxebite xwe nebaş hîs dike.

  • Di firoşgeha Darînê de hingiv û alavên pêwîst ji bo xwedîkirina mêşên hingiv hene 

    Darîn Mûrad ev 15 sala in bi hevjînê xwe re mêşên hingiv xwedî dike û hingiv difroşe her wiha dermanan ji hingivê mêşên xwe çêdikê û li nexweşan belav dike.

  • Koleyên vê serdemê: Jinên karker ên navmalî 

    Jinên karker ên navmalî ku wekî koleyên vê serdemê tên binavkirin ew kes in ku neçar mane bi birçîbûnê bixebitin û bi tena xwe belengaziya xwe ragirin. Me hewl da ku em mercên karkerên navmalî, bi wesîleya 16’ê Hezîranê Roja Karkerên Navmalî vebêjin ...

  • Kebabên seyrangehan bi tama destê Nesrînê tê amadekirin 

    Li herêma Hewreman gelek cihên seyrangehan hene li van deran gelek jinan ji bo xwe derfetê kar avakirine. Kebabxaneya Hana Nesrîn yek ji wan cihên ku herî zêde geştiyar berê xwe didinê û ji kebabên Nesrînê gelek hez dikin.

  • Pêşengah Pîşeyî ya Berhemên Xwecihî bi şahiyekê bi dawî bû 

    Pêşengeha pîşeyî ya duyem a berhemên xwecihî di roja sêyemîn de li stadyûma Kilasîko ya bajarê Qamişlo bi şahiyekê bi dawî bû.

  • Di Firoşgeha Mala Xaniman de kel û pelên zarok û jinan tên firotin 

    Jina bi navê Dilniya Ehmed ku ji bo xwe firoşgeheke kel û pelên zarok û jinan vekiriye ji aliyê welatiyên Seyîdsadiq ve rastî eleqeyê tê û hemû xebatkarên di vê firoşgehê de kar dikin jinên ciwan ên ji herêma Seyîdsadîq in. Dilniya diyar kir ku firoşegeha wan bi şev û roj di xizmeta welatiyên herêma Seyîdsadiqê de ye.

  • Pêşengeha pîşeyî ya duyem a berhemên xwecihî li Qamişlo hate despêkirin 

    Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê û li gel Hevrêziya bi Yekîtiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê re bi dirûşma "Ji pîşesaziya ekelojîk ber bi xwetêrkirinê ve" pêşengeha pîşeyî ya duyem a berhemên xwecihî li Qamişlo – Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dan despêkirin.

  • Bi vegera gund re bû xwedî kar 

    Husna Dolan a ku beriya çend salan neçar mabû ji gundê Comelaşê yê Licê koçber bûbû, çûbû Mersînê û bi salan li wir wekî karkerekî demsalî xebitî, niha li gundê xwe yê ku salek berê lê vegeriya serayek ava kir. Di serayê de îsot, bacan, fasûlye û xiyaran çandine û hem dide marketan hem jî li bazaran difroşe.

  • Hezkirina xwe ya daran veguherand kargehê 

    Selahat Bayrama ku wekî hobî dest bi karê boyaxkirina daran kir, bi vekirina atolyeyê veguherand pîşeyek ku ji bo gelek jinan bûye çavkaniya îlhamê. Armanca wê ya sereke mezinkarina vê xebatê ye û dibêje: “Azadiya aborî hesteke gelek xweş e.”

  • Zeviyên Til Temirê bi jinên ku pûş kom dikin û hermelê berhev dikin xemilîne 

    Îlham Yûsif Mihemed a ku ji dayik û dapîra xwe fêrî afrînerî û xuliqkariyê bûye, di demsala havînê de ji saetên berbangê ve diçe nav zeviyan û pûş ji bo lawir, mal û kelpîçan kom dike, li aliyê din jî hermelê ji ser giran berhev dike û li mala xwe tevî zarokên xwe çêdike û wekî xemlê bi mala xwe ve didaliqîne.

  • Jinên Tûnisî bi firotina cilên kevn li ser lingên xwe disekinin 

    Bazirganiya cilên kevn li Tûnisê ji bo her kesê riya debarê ye. Ji bo jin û her wiha zilaman riya kar û bar e. Ji bo kesên ku li cilên erzan digerin, kirîna cilên xebitandî riyeke baş e. Ev bazirganî, heta niha ji bo mêran tenê bû lê di van salên dawî de nîvê bazirganên jinên ku li hemberî xizanî û tunebûnê têdikoşin in.

  • Xwarinên xweş ên Afganistanê li xwaringeha Soxra û Kubra ne 

    Li Afganistanê karkirina jinan cesaret û îsrarê dixwaze, Soxra Emîrî ya di ferqa van hemûyan debû despêkir, paşê xwişka xwe Kubra û 500 welatiyên dinê tevlî kar kir.

  • Giyayê ku bi kedeke giran tê amadekirin: Zuxax 

    Gihayê Zuzaxê yê biharê li çiyayên Pasûrê şîn dibe, wekî her sal, ji hêla jinan ve hat berhevkirin û piştî tê kutandin ji bo hişk bibe datînin ber tavê. Hema bêje her mala li herêma Pasûrê biharê vî giyayê ji bo xwarinê berhev dike. Hayriye Tekîn a yek ji wan jinan e dibêje; "Bi vê gihayê, mirov hem şîfa dibîne hem jî bi firotina wê pere qezenc dike."

  • Projeya Gula Buharê guhertina hişmendî û rêgirtina li ber krîza aborî ye 

    Bi armanca şikandina zîhniyeta mêrê serdest “Şawîş” û ji bo rêgirtina li pêşiya krîza aborî projeya “Gula Buharê” bi keda jinan hatiye pêşxistin.