ked û aborî
-
Li Helebce pêşangeha jinan
Li Helebce ji bo jinên ku dixwazin bibin xwedî kar û dahata xwe, pêşnagehek hate vekirin. 25 jin berhemên xwe yên keda dest, xwarin û dizaynên di malê de pêşan dan.
-
Krîza aborî herî zêde bandorê li jinan dike
Jinên Mexribê yên ku debara malbatên xwe dikin, dan zanîn ku pirsgirêkên aborî bandorê li jiyana wan dikin.
-
NUJINHA bi karkerên jin re li atolyê ye: Em jiyanek bê kedxwarî dixwazin!
Ajansa me çû serdana atolyeya tekstîlê û rojek xwe li wir bi jinên kedkar re derbas kir. Jin 8’ê Adarê bi daxwaza dinyayek bê tundî û bê kedxwarî pêşwazî dikin û dibêjin “Bila jin li qadê di şûna me de jî daxwazên me biqîrin.”
-
Komeleya Mafên Civakî û Aborî ya Misrê ji bo mafê karkerên jin ên malan dixebite
Xebatkara Komeleya Mafên Civakî û Aborî ya Misrê Fatîma Ehmed diyar kir ku ji bo başkirina şertên karkerên jin ên di malan di xebitin û naskirina mafên wan ên civakê xebat didmeşînin û rêze bernameyên perwerdê amade dikin.
-
Miniyê Obeyîdî bi projeya kaxan debara xwe dike
Miniyê Obeyîdî ku ji Tûnisê ye, bi vekirina projeya xwe ya kaxan hewl dide aboriya xwe baştir bike û di qadên cuda de destkeftiyan bi dest bixe.
-
Jinên Efgan di qada aborî de jî li dijî zextên Talîbanê têdikoşin
Jinên Efganî li dijî zextên Talîbanê di qada aborî de jî têdikoşin. Beyan Muntarezî ya 13 sal in bi hunerê aboriya xwe ya serbixwe bidest dixe ev bangê li jinan dike: “Ruxmê sînordarkirinan jî, dev ji hunera ku hun dizanin bernedin. Bê hêvî nebin!”
-
Bazara jinan a Kabîlê derfeta xebat û debara jiyanê ye
Komek jinên Efganistanî di bin rêveberiya Talîbanê ya ku jinan di gelek waran de asteng dike, bazareke taybet a ku hemû firoşkarên wê jin in ava kirin.
-
Bi çêkirina zembîlan afrîneriya xwe bi pêş dixe
Hediyê El Ehmed bi projeya çêkirina zembîlan, hewl dide afrîneriya xwe bi pêş bixe. Bi vê projeyê debara malbata xwe jî dike.
-
'Parastina mafên kedkarên jin dikeve ser milên her kesê’
Seroka Federesyona Komeleya Mafên Jinan Semîra Mohiya destnîşan kir ku parastina mafên kedkarên jin ên Mexribê dikeve ser milên her kesê û got: "Heya niha jî kedkarên jin mafên xwe nizanin.”
-
Di kargeha xwe ya biçûk de berhemên xwemalî çêdike
Şermîn Newşîrwan a li bajaroka Xurmal ya girêdayî parêzgeha Helebcê dijî, di kargeha xwe ya biçûk a bi navê ‘Şermîn Xanim’ de berhemên xwemalî çêdike û difiroşe. Şermîn hewl dide ku di pêşerojê de kargehek mezin ava bike û derfetên kar ji bo jinan çêke.
-
Karkerên çandiniyê li Tûnisê bi binpêkirinan re rûbirû tên
Li Tûnisê jinên kedkarên çandiniyê rastî gelek binpêkirinên mafan tên û rastî qezayên kar tên. Jinên sendîkayî gotin, “Şîdeta li dijî karkerên çandiniyê divê bi dawî bibe û hikumet mudaxele bike, jinê karker xwe bi rêxistin bikin.”
-
Ta û Derzî: Projeyeke di navbera afrînerî û pêwîstiyê de ye
Di demeke ku koçberî û nebûna jêderan li pêş e de, projeya "Ta û Derzî" derket holê. Projeya ku di navbera afirînerî û pêwîstiyê de kom dibe, ji bo bandora zivistana dijwar li ser malbatên zirardîtî yên li Xezayê sivik bike hatiye amadekirin.
-
Jinên karsaz ên li Kangavarê bi pirsgirêkên krîza aborî re rû bi rû ne
Karsazên jin ên li bajarê Kangawer ê Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku ji ber krîza aborî hêza kirînê ya gel kêm bûye û çend rojan bêyî ku yek berhemê jî bifiroşin vedigerin malên xwe.
-
Koçberên Efrînê bi riya projeyên xwe aboriya xwe xurt dikin
Jinên li Kantona Efrîn-Şehbayê dijîn bi projeyên biçûk derfetên kar ji koçberên jin re vedikin û hewil didin berhemdayîna herêmî û civakî xurt bikin.
-
Li dijî pergala kapîtalîst a kedxwar bi projeyên aboriya rêxistinkirî bersiv tê dayîn
Ji Komîteya Aborî ya Kongra Star, Cewher Muhammed bal kişand ser aboriya jinê ya di qada çandinî, sanayî û bazirganiyê de û got: “Jin bi avakirina têkiliyên nû di her warî de qadên komunal û stratejiyên xwe diyar dikin û birêxistin dikin.”
-
Jinên Sûdanî bi projeyên ku pêş dixin teslîmî taritiyê nabin
Jinên Sûdanî yên ku ev demeke dirêj e di nava pevçûnan de têkoşîna jiyanê didin, bi projeyên ku wê aboriya xwe ya xweser pêş bixin, teslîmî tariytiyê nebûn.
-
‘Aboriya civakî li hemberî aboriya kapîtalîst alternatîf e’
Hevseroka Buroyên Kooperatîfan Cîhan Alû anî ziman ku aboriya civakî li hemberî aboriya kapîtalîst ku xwe dispêre metîngeriya li ser keda civakê alternatîf e û destnîşan kir ku ew dixwqazin aboriyekê ku gel têra xwe bike pêş bixin.
-
Hane ev 10 sale beşdarî Mihrîcana Hinar û Peyîzê ya Helebce dibe
10’emîn Mihrîcana Hinar û Payîzê ya Helebce sê rojan li Helebce berdewam kir. Hane Cotyar yek ji beş darvanên Mihrîcanê ku ev 10 sale bi berhemên xwe yên ji hinar tê çêkirin beşdar dibe.
-
Jinên Misrê di warê aborî de bê statu ne
Jinên Misrê teqez kirin ku ew di warê pereyê ku ji karê xwe bi dest dixin de azad nîn in, ji ber hişmendiya mêr serwer e neçar dimînin qezenca xwe radestî zilamên malê bikin.
-
Bi projeya xwe ya taybet îlham da gelek jinan
Hemda El Ebdellah ku li bajarê Dêrazorê mêşên hingivîn xwedî dike, bi çîroka jiyana xwe îlhamê dide gelek jinan. Hemda El Ebdullah bi gotina “Eger vîn û bawerî hebe tiştek ne mimkûn nîne” xîtabî jinan kir.