Bi xwarinên xwe çanda Rojhilatê Kurdistanê dide nasîn

Seher Eta bi riya karê xwe û çêkirina xwarinên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê, çanda Rojhilatê Kurdistan bi xelkê Başûrê Kurdistan dide nasîn û xwarinên wê jî gelek tên hezkirin.

ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî-
ji ber aloziya sîyasî û qeyrana aborî gelek malbatê  Rojhilatê Kurdistanê berê xwe didin Başûrê Kurdistanê. Seher û hevjînê xwe jî yek ji wan malbatane ku di sala 2011’an de berê xwe dan bajarê Silêmanî. Seher Eta 13 sal in li bajarê Silêmanî dijî. Ji destpêka hatine bajarê Silêmanî ve di pêşangehan de kar dike û yekem kes bû ku pêşangeha Rojhilat li bajarê Silêmanî vekiriye. 
Xwedî gelek behreyan e 
Seher û hevjînê xwe ji ber bêkariyê ji Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dane Başûrê Kurdistanê, der barê karê pêşnagehê de diyar kir ku di pêşangehan de berhemên Rojhilat dida nasandin. Li her bajarek Rojhilat berhem dianî ku bi teybetî yên wê bajarê weke Tewle, mehfurên Kurdî, misil û qelemkariya Esfehan û wiha got: “Ez hemû karên dest dizanim û ji sala 2007’an ve li bajarê Sineyê min nexşan li ser cilan çêdikir. Wê demê ez yekem kes bûm ku min ew kar dikir, ji derveyî wan ez nexşên li ser dar û textan û çend karên din dizanim.”
Daxwazên xelkê Seher gihandin asta niha
Seher Eta nêzî du sê salan karê pêşangehan berdewam kir lê belê ji ber koronayê karê wê rawestiya. Piştre dema ku bi şev diçû Baxê Giştî û di kepiran de rûdinişt, kesek ku li wê derê nas dike jê re pêşniyar kir ku li gel kar bike. Dema ku dest bi kar kir û xelk zanî xelkê Rojhilat e daxwaza xwarinên Rojhilat jê kirin. Piştre li ser daxwazên zêdetir ên xelkê, bi tenê kepirek girt û li ber Baxê Nalî û dest bi vî karî kir. Seher der barê karê xwe de wiha got: “Kêfa xelkê ji xwarinên Rojhilat re gelek tê û jî hez dikim. Ji ber bi tendirust in, xwarinên min ji xwarinên; qurmezebzî, dizî, birinc û peqle, zerşik, eprax, aşî rişte, kotligên qiyme pêk tên. Gelek girîng e ku jin derbikevin ji derve û kar bikin û xwe bi pêş bixin, ji ber ku dema tên derve ezmûna jiyanê dibînin û zêdetir bihêz dibin.”
‘Astengî û rêgirî hene lê belê em dest ji hewldanan bernadin’
Seher Eta bal kişand ser astengiyên li pêş û da zanîn ku destxistina kepirek ji bo xebatê ne asan e, bi taybetî di vê rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê ya bêkariyê de û wiha got: “Gelek caran ji aliyê ciwanan ve gotin ku yek ji Rojhilatê Kurdistanê hatiye kar ji xwe re dîtiye lê belê ciwan bêkar in. Li aliyê din jî gelek kes tên destxweşiyê ji bo xwarinên min dikin. Bi taybetî dema ku malbat bi hev re kar dikin. Girîng e Kurd li her cihê ku lê bin piştgiriya hev bikin û cudahiyê nexin nava parçeyan. Ji ber tenê sînorek em cuda kirine, weke din em hemû Kurd in.”
Seher Eta ji derveyî çêkirina xwarinan di nava kepirê de, bi riya online li mala xwe xwarinê amade dike û di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Rojane daxwaz li ser xwarinên min hene û bi giştî xelk ji tama wê gelek hez dikin. Plana min ew e ku ez cihek mezin ji bo xwe vekim, da ku xelk bên bi awayek kêfxweş û aram xwarinê tê de bixwin. Lê belê pirsgirêk ew e ku rê nayê dayîn xelkên parçeyên din bi tenê cihê kar ji bo xwe vekin divê li gel yekê ji Başûrê Kurdistanê hevkarî bikin, ev jî dibe sedema astengiyan.”