Tutûn kedeke zêde dixwaze lê kara wê tune ye
Hilberînerên ku tutûnê diçînin, diyar dikin ku çandinî, zuhakirin û berhevkirina tutûnê hemû zehmet in lê ji ber zema zêde kara wê ji wan re namîne.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Ji ber bihabûna zêde ya her tiştî û benzînê, yên çandiniya tutûnê dikin ji niha ve barê wan giran bûye. Ji ber zema zêde ya çendê carekê çêdibe, kara ku ji xebatê tê têra pêdiviyan nake. Hilberînerên tutûnê jî ji ber rewşa heyî bi fikar in. Niha dema zuhakirin û berhevkirina tutûnê hatiye û ev pêvajoya ku gelek kedê dixwaze, ji ber bihayê zêde her tiştî hilberînêrên tutûnê nikarin mesrefa xwe bi karê dikin pêk bînin. Hilberînerên tutûnê yên li Karaza Amedê diyar dikin ku tutûna hişk kirine û dê bifiroşin, tevî keda bi dehan kesan jî hatina wê tenê têra pereyê mazotê dike.
Kesên ku erazî kirê dikin û tutûnê li diçînin, piştî ku di demsala havînê de kulîlkên ser wan jêdikin, pelên wan berhev dikin. Jin di saetên serê sibehê de dest bi berhevkirina pelên tutûnê dikin, pelên ku jêdikin, dibin malê bi ben ve dikin ji bo hişk bibe. Piştî ku hişk dibin deste bi deste berhev dikin û dibin difroşin. Li Karaza Amedê gelek malbat debara xwe bi tutûnê dikin. Welatî diyar dikin ku li navçeyê karekî din ê bikin tune ye, ji ber rewşa heyî çandiniya tutûnê jî li ber qedandinê ye.
“Hemû pereyê me ji mazotê re diçe”
Ji karkerên tutûnê Mensure Tanriverdî ya pê re axivîn diyar dike ku 20 sal in bi malbata xwe re karê tutûnê dike. Mensûre diyar dike ku ji ber qedexe û zema zêde nagihîjin heqê keda xwe û da zanîn ku xwediyên erdan jî ji ber zema zêde eraziyên xwe bi kirê nadin û wiha got: “Mesrefa wê pir zêde ye û ev çend sal in em nikarin mesrefa wê bidin. Çandiniya îsal ji bo me bû zirar lewre mazot pir biha ye. Beriya niha jî çend caran qedexe kirin, me nikaribû berhev bikira, piştî ku riziya me berhev kir. Nedihiştin em biçînin û bifiroşin. Em hemû bi zarokên xwe re vî karî dikin. Sibehê beriya roj derkeve em şiyar dikin lê tevî vê keda zêde jî qezenca ku em heq dikin nakeve destên me.”
“Îsal jî me ked da lê kara wê tune ye”
Mensure Tanriverdî diyar kir ku bi taybetî ji ber mazot û gubreyê îsal ji wan re tiştek nemaye û wiha axivî: “Êdî erd jî nadin, sal li pêş dê kes erdê xwe ji bo kirê nede. Ji bo tutûnê tu kes erd nade dê genim lê biçînin. Dibêjin di genim de kar heye. Ger erdê kirê 10 donim be em 10 hezar didin xwediyê erd. Îcar gubre, av û mazota wê jî heye. Ji ber van lêçûnan pere ji me re namîne. Ez qet texmîn nakim îsal tiştek ji me re bimîne.”
“Wekî din tu karek em bikin tune ye”
Mensure Tanriverdî herî dawî wiha got: “Weke mêran keda jinan jî ya zarokan jî zêde ye di karê tutûnê de. Hemû kesên malbatê bi hev re dixebitin. Ger her tişt ewqas buha nebûya me yê debara xwe bikira. Em debara xwe bi vî karî dikin, li tu derê kar tune ye, ji bo zarokan jî cihekî lê bixebitin tune ye. Me zarokên xwe dan xwendin jî betal in lewre cihekî lê bixebitin tune ye.”