Ta û Derzî: Projeyeke di navbera afrînerî û pêwîstiyê de ye

Di demeke ku koçberî û nebûna jêderan li pêş e de, projeya "Ta û Derzî" derket holê. Projeya ku di navbera afirînerî û pêwîstiyê de kom dibe, ji bo bandora zivistana dijwar li ser malbatên zirardîtî yên li Xezayê sivik bike hatiye amadekirin.

NEXEM KERACE

Xeza – Di krîzan de fikr û afrînerî derdikevin holê. Dema pêwîstî û afrînerî digihên hev, rewşa dijwar dibe teşwîqeke ji çêkirinê re. Ji malzaroka koçberî û dijwariya zivistanê fikra projeyeke cuda derket holê. Projeyek ku hewl dide tiştên herî biçûk ji koçberan re li Xezayê bi awayên ne teqlîdî peyda bike. Ew jî bi riya bikaranîna jêderên xuyayî û berdêlên cuda pêk tê. Em behsa projeya "Ta û Derzî" dikin.

Heta karek dît xewna xwe pêk anî

Di sala 2016’an de dema bêkarî wek kabûsekê li pey xewnên derçûyên zanîngeha Xezayê bû, Nîdaa Eyta ya pileya pir baş bidest xistiye, wek meşaleyeke hêviyê û hêza guhertinê derket holê. Nîdaa wek xeynî xwe gelek zehmetî kişandin, heta karek dît xewna wê pêk anî. Nîdaa Eyta dibêje: "Ez bi hêvî bûm derfeteke kar bibînim deriyên pêşerojê ji min re veke lê belê ez ne amade bûm li bendê bim. Min biryar da ez riya xwe bi xwe xêz bikim. Min dest bi fikrek kir. Ew jî hezkirina min ji şîraniyê re bû. Min hezkirina xwe veguherand projeyeke malê ya bi riya internêtê. Ez bûm yek ji jinên destpêkê ku li Bakurê Xezayê dest bi projeyeke wisa dikin. Di destpêka projeya xwe de min hinek zehmetî kişandin. Ji ber ku wê demê karê bi riya internêtê bi taybetî di warê xwarinê de tunebû û ev tiştek nû bû. Rê ne hêsan bû, lê belê ez bi israr bûm xewna xwe pêk bînim û her gavek min bi pêş de dibir."

‘Bi destxistina serxwebûna madî ya jinan serbilind bûm’

Piştî du salan Nîdaa ji karê ku berdewam kir, derbasî pêvajoyeke nû ya hîn bi bandortir bû. Di damezrandina projeyên wan ên taybet de dest bi alîkariya jinên din kir. Bi riya perwerdeyên li ser çêkirina xwarinê dikarîbû gelek jinan di warê aborî de xurt bike, ji ber ku wê derfeteke pêkanîna serxwebûna madî wê demê çêkir. Nîdaa Eyta got: "Dema min dît jin biser dikevin û serxwebûna xwe ya madî bidest xistine, ez gelekî serbilind bûm. Ev xelata herî mezin bû ji min re."

Dewreyên cuda yên perwerdê organîze kir

Destkeftiyên Nîdaa, li dû hev hatin. Beşdarî pêşangehên cuda û pêşbirkên çêkirina xwarinê bû. Di wê demê de valahiyeke mezin a di bazara herêmî de, tijî kir. Bi pêşketina projeya wê re dewreyên cuda yên perwerdê organîze kir. Di nav van dewreyan de hunera xemilandina gato û çêkirina şokola û şîraniyê, heta çêkirina penêr jî hebûn.

Koçberiya nû projeyek nû da avakirin

Hezkirina wê ya ji kar, bû sedem ku di saziyên aborî de bibe endameke çalak. Tevlî nav odeya bazirganiyê, panêla jinên kar, yekîtiya kargehên xwarin û çandiniyê jî bû. Bi berdewamkirina şerê li dijî Xezayê re, beriya zêdetirî salekê Nîdaa Eyta bi rastiyeke gelek dijwar re rûbirû ma. Ji ber ku dergeh bi temamî hatin girtin û madeyên sereke neman, her wiha koçberiya komî çêbû. Di vê rewşa karesetî de careke din Nîdaa biryar da ku alîkariyê bike.

Ji betaniyan cilên zivistanê çêkirin

Lê belê vê carê bi riya projeyeke gelek cuda. Dest bi projeya xwe ya "Ta û Derzî" kir. Li gor projeyê, ji betaniyan cilên zivistanê hatin çêkirin. Ev betaniyên ku tenê wek xetan dihatin bikaranîn, bûn berdêla caw û madeyên xam da ku ji bo pêwîstiyên koçberan werin peydakirin.

Astengiyên ceyran û nebûna makîneyan derketin

Pêkanîna projeyê ne hêsan bû. Nîdaa di gelek zehmetiyan re derbas bû. Ji qutkirina ceyranê heta nepeydakirina makîneyên dirûtinê gelek astengî derketin pêşiya wê. Lewma jî neçar ma awayên din bikar bîne ku ev awa jî gelek demê û kedê dixwazin. Nîdaa Eyta got: "Destpêkê pir zehmet bû. Pêwîstiya min bi mehan hebû ez bê ceyran  û alav kar bikim. Lê belê ti bijarde li pêşiya min tunebûn. Li aliyekî din jî bi hatina zivistanê re nirxê betaniyan gelekî buha bû, ji ber wê ew jî li zehmetiyan zêde bû. Tevî wê jî min karê xwe bê westan dewam kir."

‘Min di çavên wan zarokan de hêvî dît’

Li kêleka projeya xwe ya biçûk, Nîdaa Eyta însiyatîfeke mirovî û cuda jî da destpêkirin. Bang li koçberan kir ku betaniyên xwe bi pereyên hindik bînin da ku ji  wan re bike cil û xizmeta pêdiviyên wan ên sereke bike. Ev însiyatîf ji aliyê gelek welatiyan ve hat pêşwazîkirin û azarên gelek koçberan sivik kir. Nîdaa hestên xwe wiha anîn ziman: "Min di çavên wan zarokan de hêvî dît. Ew kêlî ji serkeftinan mezintir e. Ev karekî mirovî bû."

‘Jin dikarin ji tunebûnê hebûnê biafirînin’

Nîdaa Eyta di wê baweriyê de ye ku jin dikarin ji tunebûnê hebûnê biafirînin. Heta, rewş gelek dijwar be jî. Bi riya projeya "Ta û Derzî" armanca wê ne tenê qezenckirin bû. Dixwest ku hejmarek baş ji jinan, kar bikin. Bi riya projeya xwe ji jin û keçên Xezayê re derfetên kar afirand, ji bo wan di warê aborî de xurt bike di nav hewldanan de bû. Nîdaa Eyta got: "Jinên vê derê dikarin li ber xwe bidin. Ez tenê alîkariya wan dikim, ji bo bikaribin pêdiviyên xwe peyda bikin."

‘Min krîz nedidît, lê belê min derfet didîtin’

Di demeke de ku cîhan li Xezayê weke herêmeke wêrankirî dinêre de, Nîdaa Eyta nîşan da ku afrînerî dikare di malzaroka krîzan de derkeve. Ji ber ku projeyên wê ne tenê ji bo girtina pereyan e, her wiha mînaka afrîneriyê ye jî. Nîdaa Eyta got: "Min krîz nedidît, lê belê min derfet didîtin."

Ne tenê çêkirina cilan, nameyek ji her jinek re ye jî

Projeya "Ta û Derzî" guhertineke rastîn di jiyana gelek jinan de çêkir. Jinan dahateke biçûk ji bo malbatên xwe peyda kirin. Her wiha alîkariya zarokan kir ku li hember sermaya zivistanê bisekinin. Nîdaa Eyta got: "Ev ne tenê cilên ji betaniyan hatine çêkirin e, her wiha nameyek ji her jinekê re ye ku dikarin ferqê çêkin."