Sureya Ezîz a ku bi nîkê cilan çêdike dixwaze ji bo jinan atolyeyek veke

Sureya Ezîz a Mexribî, bi nîkê cilan çêdike û di warê aborî de serbixwe ye, hedef dike ku jinên dixwazin fêrî hunera dest bibin bîne ba hev û altolyeyek biçûk a ku bikaribin bi riya wê berhemên xwe bazar bikin ava bike.

HANAN HARÎTE

Mexrib- Sureya Ezîz a 55 salî, li peytexta Mexrib Rabatê dijî, karê ku ji zarokatiyê ve jê hez dike ji bo xwe kiriye pîşe. Sureya Ezîz di dema Covîd-19 de, di sala 2020’an de karê bi nîk û ta veguherand projeyê û di dema karantînayê de dema xwe ya li malê vala derbas nekir, bi nîk û ta qazax û cilan çêkir. Sureya Ezîz piştî ku ji karê xwe yê Pisporiya Xizmetên Civakê derket, li karek ji stresê dûr geriyaye û niha difikire ku tişta dixwest dîtiye. 

Sureya Ezîz diyar kir ku li dijî zextên psîkolojik wê serî netewandiye û da zanîn ku piştî demekê dest bi girtina daxwazan kiriye. Da zanîn ku destpêkê der barê bazarkirin û avakirina girseyê de tu agahiyek wê tunebûye û wiha got: “Bi karê nîk û ta, ji xwezayê tiştan hîn dibim û fikrên derdorê digrim. Min dest bi çêkirina qazaxên nû kir. Di daxwazên ku digrim de ez nexşên cuda di qazaxan de çêdikim. Daxwaza li ser cilên bi nîk û ta tên çêkirin her çû zêde bû. Cudabûna parçeyan ji hev û hûrguliyên kesên ku daxwaz dikin ez gelek baldar im. Di van demên dawî de berhemên min, bi taybetî di nava ciwanan de eleqeyek zêdê jê re heye.”

‘Ez gelek kêfxweş dibim’

Sureya Ezîz da zanîn ku reng û hûrguliyên qazaxên ku çêdike bi baldarî hildibjêre û wiha domand: “Ez bi lihevhatina rengan û modelan, hewl didim li gorî modaya roja me ya îro be. Dema ku min dest bi karê nîk û ta kir, di aliyê psîkolojîk de xwe aram hîs kir. Dema ez parçeyek xweşik çêdikim, gelek keyfxweş dibim. Berhemên ku ez bi destan çêdikim, hem keda dest in û hem jî gelek bi nirx in.”

Hedafa wê avakirina atolyeyek e

Sureya Ezîz hedef dike ku jinên dixwazin hunera dest fêr bibin bîne ba hev û atolyeyek ku bikaribin berhemên xwe lê derxin bazarê ava bike û wiha bi dawî kir: “Divê ji bo hunera dest tune nebe, jin vê hunerê berdewam bikin. Ji ber ku weke mîrasê çandî tê qebûlkirin. Divê jinên ku dixwazin projeyan ava bikin ji girtina însiyatîfê netirsin. Ji bo ku berhemên bi destan çêdibin werin hezkirin divê em bikevin tevgerê. Ji ber ku yên mîrasê çandê diparêzin û digihîjînin nifşên pêşerojê jin in.”