Sûdan di bin siya şer de aboriyeke westiyayî û paşerojeke ne diyar ji bo vejînê
Bi domandina şer li Sûdanê re, krîza aborî girantir dibe û hêza kirîna welatiyan kêm dibe. Di vê navberê de nirxa pereyan dadikeve, biha bilind dibin û qadên hilberîner zirarê dibînin.
MIRVET EBD EL-QADIR
Sûdan – Krîza aborî ya Sûdanê êdî ne tenê hejmarên enflasyonê an nirxa pereyan di nûçeyan de ye, lê veguheriye zehmetiyên rojane yên jiyanê. Dayîkek ku bi mehan e goşt ji lîsteya kirînê derdixe, xwendekarek zanîngehê ku xwendina xwe dihêle da ku li sûkan kar bike û cotkarek ku zeviyên wî ji ber dizîna makîneyên çandiniyê û şewitandina berhemên wî bêkar mane. Ev şerê mayîna li ser jiyanê ye ku bi dehan milyon Sûdanî, di bin bandora şerê ku welat wê westandiye û aboriya wê xistiye yek ji girantirîn krîzên dîroka nûjen de, pê re rûbirû ne.
Nirxa pereyan dadikeve, biha her tim bilind dibin
Ji Xartûmê ku berê dilê aboriya welat bû, heta Darfûr, Kordofan û Cezîre ku ji herêmên sereke yên hilberîna çandinî û heywanan in û heta Port Sûdanê ku di dema şer de bûye navendeke girîng a îdarî û aborî, heman rewş dubare dibe. Nirxa pereyan dadikeve, biha her tim bilind dibin û welatî bi tena serê xwe li hember krîzekê disekine ku ew ne berpirsyarê wê ye. Çawa welatê sêyemîn ê herî mezin ê Efrîkayê ji aliyê rûberê erdê ve, ku dewlemend e bi çavkaniyên çandinî û madenan, gihîşt vê xala krîtîk? Çawa aboriyeke ku berê wek yek ji aboriyên çandiniyê yên hêvîdar ên herêmê dihat dîtin, ji ber şer westiya û gelek welatiyên wê niha girêdayî alîkariyan û pereyên ku koçber ji derveyî welat dişînin bûne? Gava derfetên fînansekirina xizmetên bingehîn û dabînkirina xwarin û derman kêm dibin, welatî çi biha didin?
‘Her tim bêaramiyek heye’
Berpirsyara aborî û bijîşk Hîba Mihemed Nûr bersiva van pirsan da. Hîba rewşa krîzê eşkare kir û diyar kir ka çawa kêmasiyên kevn ên aborî bi şerê wêranker re tevlihev bûn û yek ji xirabtirîn krîzên aborî di dîroka nûjen a Sûdanê de derxistin holê. Hîba got: "Aboriya Sûdanê di demeke dirêj de gelek qonax û krîzan derbas kiriye, lê qonaxa herî dijwar ya niha ye ku em jê re dibêjin aboriya şeran. Her tim bêaramiyek heye, ji ber ku ne arama siyasî heye û ne jî ewlehî; ji ber vê yekê aramiya aborî jî tune ye. Bingehê aramiya aborî her tim li ser îstiqrara ewlehî û siyasî ava dibe."
Kokên hilweşînê, tiştên ji derva yên ji hundir zêdetir e
Hîba Nûr vedigere ser kokên krîzê û tekez dike ku ew bi destpêkirina şer re dest pê nekiriye, lê berî wê kêmasiyên bingehîn hebûn ku aboriya Sûdanê li hember şokan lawaz kiribûn. Hîba wiha vegot: "Sûdan ji ya ku hinarde dike zêdetir tiştan îtxal dike. Hinardeyên wê bi awayekî mezin kêm bûne û ji ber vê yekê dahat jî kêm dibe, ji ber ku hilberîneke têr nîne ku hewcedariyên welat dabîn bike. Dibe ku hejmarên niha tên belavkirin bi tevahî rast nebin, ji ber ku herêmên fireh ji kontrolê derketine, saziyên îstatîstîkê rawestiyane û berhevkirina daneyan zehmet bûye. Lê ev hejmar mezinahiya krîzê nîşan didin. Rêjeya xizanî bi awayekî mezin bilind bûye, dahatên giştî kêm bûne û enflasyonê di astên bilind û neguhêr de maye. Ev yek bandorê li jiyana welatiyan dike."
Valahiya di navbera nirxa fermî û bazara reş de
Hîba Nûr destnîşan kir ku nirxa lîreyê Sûdanê li hember dolarê bi tundî kêm bûye û valahiya di navbera nirxa fermî û ya bazara reş de fireh bûye. Hîba got ku kêmbûna dahatên dewletê û hinardeyê û hewcedariya îtxalkirina genim û sotemeniyê ji aliyê din ve, zextê li ser pereyê biyanî zêde kiriye. Hîba diyar kir ku şer beşeke mezin ji şiyana hilberîna çandinî û heywanan a welatê kêm kiriye. Hîba dibêje: "Herêmên sereke yên hilberînê li Darfûr, Kordofan û Cezîre zirar dîtine, zincîrên dabînkirinê qut bûne û veguhastin û hinardekirina berheman zehmet bûye. Şer li ser hilberîn û bazirganiya goma erebî, Projeya Cezîre, çandiniya pembû û sektora zêr jî bandor kiriye, ev yek çavkaniyên pereyê biyanî yên Sûdanê kêm kiriye."
Budçeya çekan li hember budçeya nan
Hîba Mihemed Nûr diyar kir ku kêmbûna dahatên dewletê û zêdebûna lêçûnên leşkerî, hevsengkirina budçeyê di navbera hewcedariyên şer û pêdiviyên bingehîn ên welatiyan de zehmet kiriye. Hîba destnîşan kir ku pêdiviyên ewlehiyê bi xwarin, tenduristî, perwerde û nûvekirina binesaziyê re pêşbaziyê dikin û ev yek zextê li ser xizmetên giştî û sektorên hilberîner zêde dike.
Ma Sûdan bi birçîbûnê re rûbirû ye?
Hîba Nûr da zanîn ku tevî dewlemendiya Sûdanê bi çavkaniyên xwezayî, li hin herêmên welatê birçîbûn çêbûye. Li gorî raporên Senifandina Yekgirtî ya Ewlekariya Xwarinê, di hin deveran de astên karesatbar ên nebûna ewlekariya xwarinê hatine tomarkirin, taybetî li Darfûr û hin deverên Kordofanê. Hîba Mihemed Nûr bawer e ku Sûdan xwedî şiyanên çandinî û avê ye ku dikarin alîkariya derbasbûna krîza xwarinê bikin. Lê sûdwergirtina ji van çavkaniyan hewceyê dabînkirina ewlehî, sotemenî, makîneyên çandinî û pêdiviyên hilberînê, her wiha hêsankirina veguhestina berhem û tevgera bazirganiyê ye.
Aboriya Sûdanê zû baş nabe
Hîba Nûr diyar kir ku başkirina aboriya Sûdanê dê pêvajoyeke dirêj be û bi lez pêk nayê. Aboriya piştî şer hewceyê ji nû ve avakirina saziyên dewletê û binesaziyê, vejandina çalakiyên hilberîn û bazirganiyê, her wiha reformkirina pergala darayî û bankingê ye.
Îradeya siyasî û rêveberiya aborî
Hîba Nûr tekez kir ku pirsgirêk ne di hikûmeta ku tê an diçe de ye, her wiha di siyasetên ku hikûmetan dişopînin de ye. Reformkirina aboriyê hewceyê biryardarî, îrade, şefafiyet û dîtineke zelal û maqûl e, ne tenê gotinên li ser kaxezê. Riya vejînê dê dijwar û dirêj be, lê ne ne gengaz e, eger îradeya siyasî, aramiya ewlehiyê û rêveberiya aborî ya baş hebin. Vejandina hilberînê, peydakirina derfetên kar û başkirina asta jiyana welatiyan bingehên rastîn ên avakirina aboriyeke Sûdanî ne ku bikaribe bandorên şer derbas bike.