Siyek li ser erdê dirêjkiriye…!

Gundê Nî ku sê kîlometreyan ji Merîwanê dûr e, îro bi rengê spî hatiye xemilandin. Gola Zêrewan mîna bajarê hezar rengî Merîwanê ji her demê zêdetir xweşik tê xûyan; lê spî, kêmekê jî gewr dinêre, dema çav wiha li pey xwe de Ferhadan berze dike.

 
ZEHRA MOHAMMEDZADEH
Merîwan - Yê nezanibaya wê bigota îro rojeke taybet e û ev xeml jî diyariyek ji vê rojê re ye. Wiha serberz ji aliyê rojhelat ve li Senendec, ji aliyê bakûr jî li bajarê Seqizê û ji rojavayê welat jî li Pencewîn, bajarê Silêmanî ê Başûrê Kurdistanê dinêre. Gelî û deşta Merîwanê bi çemê Qizilçe, İsrawa û Rûd Şiyan, ji aliyê din de jî bi geliyên teng û bi çiyayên bilind hatiye dorpêç kirin. Jixwe rêze çiyayên Şaho heybetek cuda dide vê rengîniyê. Lê belê biqasî heybeta xwe ewçend jî asê, hişk û rê nade, dema ez wiha dûr û tu bi lez diçî rêwî! Tu dibî kê ji me wê di berbangê de bigihe û xwe bavêje hembêza van çiyayan ku wiha ji asoyan dûr tê xûyan.
Saetên nîvro bû ku Ferhat bi leza bayê dibezî daku xwe bigihîne mal ê. Biqasî lez, ewçend jî bi baldarî li dorhêla xwe dinêrî, mirov digot qet yek bi yek malên li navsera gund dihejmêre… Çawa ku giha ber derî, yekser ket hûndir. Te digot qey her sê bira, dî û bavê wî li bendê bin, bala hemûyan yekser çû ser wî. Pir direng nema ku Ferhat pê hesî herkes birçiye û li benda hatina wî ne! Dema ku çavên wî li sifreyê ket; ji şerman serê xwe tewand û bêdeng li ser sifreyê rûnişt. Ferhat carekedin li sifreyê nêrî û li nav çavên Azad mêzekir, vê carê di çavên wî de kerb jî dihat xûyanî… Dayîka wî tasa çorbeyê ku li orta sifrê bû, hinek nêzî wî kir, dovre pîvaz bi destê xwe şikênand û perçeyek ji pîvazê dirêjî wî kir. Wî di wê kêliyê de nezanî ka çi bike, bigre an na! Dovre bi lez çend parî di nav tasê dan û bir devê xwe û xwe da alî; li benda Azad birayê xwe ê mezin bû ku ew jî zû bixwe û rabin! Ew ê îro rêwî bana…
Malbata Ferhat pir desteng bûn, bi zor debara xwe dikirin. Jixwe malat di xaniyeke biçûk de dijiyan. Bavê wan her çi kar dikir, encax roj diqedand. Ji bo wê her çar bira neçar bûn biçin kolberiyê. Ji bo wan demsal ne girîng bû, a girîng ew bû ku kar bibînin û kes bi wan bawer bike, barê xwe bide wan daku ew bibin cihê pêwîst. Beriya çend rojan bû ku wan biryar da biçin sînorê Iraqê, Xormal ê. Ji bo wê jî vê îşev, şeva ku duşemê bi sêşemiyê dide girêdan Ferhat tevî birayê xwe ê mezin Azad û keseke din ku nasê wan bû, biketan rê. 
Di sir û seqemê de xwe berdan nav dilê Hewraman ê. Rêya wan bi lingan heya sînorê Iraqê şeş saet bû; ger rewş nebaş, an jî berf zêde bibare wê demê dibe ku rêya wan dirêjtir jî bibe. Wê rojê du kesên din jî ku ji gundê Hemcewarê bûn, bi wan re bûn rêwî û ketin rê. Hîn sê saet nebû ku ketibûn rê berfeke şil destpê kir. Her ku diçû berf zêdetir dibû, bi awayek ecêb ku te digot qey wê esiman biqelişe, lepe lepe dibarî û bi ser de jî ba xwe li laşê wan ala bû. Her ku diçû lingên wan giran dibû, wan qet fikra wê jî nekiribûn ku rastê rewşeke wiha bên. Vê sermaya hişk û kujer rê ne dida… Ji aliyekê Ferhat li nav çavê Azad dinêrî û nedixwest dest vala vegere û ji aliyê din de jî her ku diçû lingên wî girantir dibûn, çongê wî weke ku şikestibin, bê hîs dibû. Ew ne xerîbê vê rewşê bûn, lê heya niha tiştek wiha jî nedîtibûn; yê nezanîbaya wê bigota roja dojehê ye. Ger ne bi dilê Ferhadê 14 salî be jî, ew ê vegeriyabana, lê ma rê dida! Azad her çavên wî li Ferhat bû, ji ber ku Ferhat ji hal ketibû û nema dikarî bimeşe. Ger ji bo kêliyekê be jî destên wî girtin, xistin binçengên xwe, fanêleyê xwe derxist lê kir. Lê carekê tayê xwe li ruhê wî xistibû, çavên wî siyek dirêjkirî li ser erdî diqêra û çiyan olan dida. Ma kes hebû ku bi tana wan de bê!
Rojek bi ser çûna wan re derbaz bibû, lê tu xeber ji wan nîn bû. Dayîka wan bi du çavan dinaland, rê xilas bibûn bes ku çav tê de dirêjand. Herkê tiştek digot, lê dayîka wan dizanî ew li şûneke nediyar asê mane û ji bo wê bû ev bîqerarî. 
Gundî ref bi ref ketin rê, li pey berzeyên xwe digerîn; ma dibû di vê qiyametê de bidîtan!? Her ku lêgerîn zêde dibû, hêviya wan jî mîna findê ditefî û roj ji bo wan diqolipî rengê şev ê. Kes nedipeyvî, bêdengî xwe li çavên hemûyan xistibû. Her yek di hûndirê xwe de digot, ‘xwedêyo ma wê çi bibe ku çûbin Iraqê û li wir di emanê de bin.’ Bêdengî bi hawara kesekê ku Zanyar dîtibû, xirabû. Zanyar henaseyek kûr kêşa… Niha êdî herkes eseh dizane; ‘Azad û Ferhat jî li van nêzan in!’ Piştî lêgerînek berfireh gelê herêmê giha bedenê qerisî ê Azad. Azadê ku bi hêviya bi destê tije bê malê û dilê her ferdeke malbatê xweş bike, ketibû rê. Li welatê me zarok wiha zû mezin dibin, zû diçin bê ku hay li temenê xwe bin. 
Û niha jî erd û esiman ji bo Ferhadê biçûk dinale, girî di qirikan de rêz bûne. Dayîkan şîn daniye, keçên nûciwan bi giryan lorikan rêz dikin bi serê keziyên xwe dikin. Îro Merîwan ji bo du birayan bi giryan e.