Sawsan Bel-Şêx: Bihêzkirina aborî ya jinan riyeke ji bo çareseriya xizaniyê ye

Sawsan Bel-Şêx, dibêje ku wan hewl daye bi riyên sade û bi ramanek ku di warê aborî de ne biha ye, jinan perwerde bikin, nemaze ku cihekî wan ê guncaw ji bo vê yekê hebe û wiha behs dike: "Ji ber vê me ew amade kir û danî ber destên mamosteyên xwedî ezmûn da ku di warê girêdayî pîşesaziyên kevneşopî de wan perwerde bikin.”

ZUHÛR EL-MEŞRİQÎ
Tûnis - Bihêzkirina aborî ya jinan faktoreke pêwîst e ji bo sûdwergirtina ji mafên xwe û bidestxistina prensîba wekheviya bi mêran re lê derfetên bihêzkirinê li Tûnisê lawaz mane, nemaze ligel şert û mercên dijwar ên aborî ku bi salane welat dijî.
Di çarçoveya piştgirîkirina bizavên dewleta Tûnisê yên ji bo bidestxistina hêz û peydakirina derfetên kar ji bo jinan, bi taybetî yên bê zanîngehan, heyeta "Bab Souika" ya li paytext Tûnisê plan dike ku roja 15'ê Mijdarê ji bo 20 jinên hunermend ên di warên cuda de dewreyeke perwerdeyê organîze bike. 
Ajansa me bi Sawsan Bel-Şêx, komîseriya herêma Bab Souika hevdîtin kir ku wê jî diyar kir ku komîsyon bi hevkarên xwe yên şandeya herêmê ya Wezareta Geştyarî, Pîşeyên Kevneşopî, Perwerdeya Pîşeyî û Xebata ji bo bihêzkirina jinan di warê aborî de kar dike û wiha domand: "Proje armanc dike ku derfetên kar ji bo peydakirina çavkaniyek jinûvekirina jiyanê û jiyana munasib biafirîne. 
Wê bal kişand ku komîsyon dê ne li şûna rola Wezareta Malbat û Jinan û ne jî rola Wezareta Kar û Hînkirina Pîşeyî bigire lê dê beşdarî zêdetir terxankirina bernameyên dewletê di vî warî de bibe.
“Me hewl da em jinan bi riyên sade ku di warên aborî de ne buha ne perwerde bikin”
Sawsan Bel-Şêx, dibêje ku wan hewl daye bi riyên sade û bi ramanek ku di warê aborî de ne biha ye, jinan perwerde bikin, nemaze ku cihekî wan ê guncaw ji bo vê yekê hebe û wiha behs dike: "Ji ber vê me ew amade kir û danî ber destên mamosteyên xwedî ezmûn da ku yên din di warên girêdayî pîşesaziyên kevneşopî perwerde bikin, ew jî  bi hevkariya Komeleya "Hun", Komeleya "Jinên Nûjen ên Tûnisê" û Komeleya "Adam". Jixwe hejmara jinên ku tevli bûne gihîştiye 20’an û dibe ku ev hejmar zêde bibe û jin dê di tîman de bên dabeşkirin da ku wan di pisporiyên hewcedariya wan bi kapasîteyên mezin tune ye perwerde bikin, wekî çêkirina aksesûar û xêzkirina li ser hilgirên cihêreng ên wekî hevrîşm, dar, xemilandina bi kulîlkan û pîşesaziyên din ên ku ew li mala xwe dike."
Perwerde dê du hefteyan bidome
Wê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Em kêfxweş in ji daxwaza mezin a qeydkirinê ji bo fêrbûna hunerên ku dê alîkariya wan bike û wiha domand: "Perwerde dê du hefteyan bidome û dê bi perwerdeya kirûbira dîjîtal bi dawî bibe da ku ew karibin berhemên xwe li ser înternetê bi rêbazên modern û dîjîtal bifroşin. Em ê ji bo teşwîqkirina xwendekaran pêşangehek li dar bixin."
Sawsan Bel-Şêx piştrast kir ku xwendekara jin dê sertîfîkayek jêhatîbûna pîşeyî ji Wezareta Perwerdeya Pîşe û Kar bigrin ku dê destûr bide ji bo pêkanîna projeya xwe krediyek bankayê werbigire û wiha got: "Em hewl didin bandora Covid 19 kêm bikin." 
Sawsan Bel-Şêx da diyarkirin ku bi destên xwe em şerê xizaniyê dikin, û pirojeya me li ser bingeha xwebexşiyê ye, ji ber ku me serî li hevkarên xwe yên civaka sivîl ên ku di warê berevanîkirina mafên jinan û bihêzkirina wan di warê aborî de çalak in da, ji bo ku hin kesên dilxwaz ji bo perwerdeyê bîne. Rola me tenê koordînekirine di çarçoveya xurtkirina aboriya jinan". 
Wê di dawiya axaftina xwe de got: "Em bi biryar û îradeyek xurt hewl didin madeyên xam peyda bikin û ji bo bidestxistina jêhatîbûnê û terikandina zîhniyeta girêdayîbûnê em bi israra xwendekaran hesab dikin."
Dê ji bo jinan derfeten kar peyda bike
Di heman demê de seroka komeleya jinên "Hun" Îman El-Şerîf ku hevparê vê projeyê ye, di hevpeyvînek ji ajansa me re teqez kir ku hemahengiya di navbera aliyên curbecur de ji bo bihêzkirina jinan di warê aborî de bi peydakirina derfetên kar dike û hewl dide wan motîve bike û ji çerxa valahî û bêkariyê derxe.
Her wiha diyar kir ku bi hêzkirina aborî û bidestxistina serxwebûna aborî ya jinan dê zextê li ser rêjeya tundûtûjiyê bike. Zêdebûna van rêjeyan di heyama dawî de ji ber kêmbûna hin çavkaniyên debara jiyana jinan û zextên mezin ên aborî û derûnî di nav malbatê de ji ber xizanî û hewcedariyê ye.
Wê bi bîr xist ku dê ev proje ji aliyê "Bab Souika"ve bê şopandin ku hewldanên mezin dide ji bo alîkarî û piştgiriya jinan û wê banga zêdebûna hişyariya dezgehên giştî û taybet kir ku girîngî bidin rola jinan