Rifa Elî Hesen: Çanda teşîrêsiyê civakê ji nexweşiyan diparêze

Çanda rêsandina teşiyê dîroka wê digihîje dema neolotîk û yek ji berhemên girîng ê jiyanê ye, bi destên jinên Kurd hat bipêşxistin û heya roja îro jî tê parastin. Jina bi navê Rifa Elî Hesen a 61 salî, çanda teşîrêsiyê bi eşq diparêze.

RONÎDA HACΠ
Amûdê-Teşîrêsî  çandeke kevnar e û beriya hezaran salan bi destên jinan hatiye afirandin. Ruxmî pêşketina teknîkê jinên Kurd bi keda destên xwe çanda kevnar diparêzin. Yek ji wan jina bi navê Rifa Elî Hesen a 61 salî ye dayika 7 zarokan e li gundê Uzelmer ê girêdayî navçeya Amûdê – Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Rifa ji bo rê li ber nexweşiyên hestî û piştê bigre doşek, balîf û secadeyan çêdike.
Teşîrêsî xwedî cihekî teybet e di nava civaka Kurdan de. Rifa Elî Hisên karê rêsandinê ji dayika xwe hîn bûye û wiha behsa teşîrêsiyê dike: “Hebûna amûrên dîrokî di malê de tiştekî gelekî bi nirx e. Dema ez li teşiyê mêze dikim rojên xweş bi dayika min re tên bîra min, di wan rojan de çawa li ber stranên dengbêjiyê jin li hev kom dibûn û teşî dirêsandin. Ji hiriyê gelek pêdiviyên jiyanê çêdibin, ew jî bi teşiyê tên çêkirin. Jê doşek, lihêf, balîf û gore tên amadekirin. Destpêkê em hiriya pez tînin û baş dişon, piştî ku ziha dibe, bi şehê hiriyê xweşik şeh dikin. Berhemên ku jê derdikevin nerm in û  ji bo tenduristiya mirovan pir baş in.”
“Zindîkirina çanda kevnar yek ji teybetmendiyên jinên Kurd e”
Rifa da zanîn ku civaka xwedî li çand xwe dernekeve ew civak ji helandinê re vekirî ye û wiha pêl da axaftina xwe: “Di dema me ya niha de nifşên nû nizanin amûrên dîrokî bi kar bînin, fêrî tiştên hazir bûne lê ev yek bandorek neyînî li ser civakê dike, nabe ku her tim çavên mirovan li tiştên hazir bin, keda destan ji her tiştî baştir û bi nirxtir e. Ez rojane bi eşq teşiyê dirêsim. Bêhna min bi teşiyê derdikeve. Doşekên ku min jê çêkirine heya niha li gel min in û ez bi kar tînim. Ez yek ji wan doşekan bi kamyonek doşekên hazir nadim.”   
“Doşekên hiriyê, bedena mirov ji nexweşiyan diparêzin”
Rifa bal kişand ser girîngiya hiriyê ya ji bo parastina bedena mirovan ji nexweşiyan û teqez kir ku yek ji dermanên nexweşiyên piştê, hirî ye û wiha anî ziman: “Em ji hiriyê cil, secade û doşekan çêdikin. Cilên wê ji bo bedena mirovan pir baş in, kesên ku nexweşiyên tehsis bi wan re hebin ji bo wan derman e, ji bo kesên ku nexweşiya dîsk bi wan re çêdibe pêwîst e li ser doşekên ku em bi hiriyê çêdikin razên da ku rehet bibin. Niha her tişt amade ne lewma nexweşî jî pir bûye. Berê nexweşî kêm bûn ji ber tiştên ku li ser destan tên çêkirin bi sûd in. Civaka ku tiştên xwezayî tê de li pêş be û bi kar bîne ew civak saxlem e û dûrî nexweşiyan e.”
Rifa dema teşiyê dirêse hemû amûrên xwe yên dîrokî datîne ber çavên xwe û wiha dibêje: “Gelek amûrên dîrokî di mala min de hene wekî bêjing, fanûs, sîtil, das û hwd... her amûrek dîrokek e, ez hez dikim dema teşî birêsim li ber çavên min bin da ku ez çîroka her yekê ji wan bînim bîra xwe, ji ku ber her yek ji wan li pey xwe kedek mezin hiştiye. Ez bang li tevahî jinan dikim ku xwe nespêrin karên hazir û li çanda dapîr û dayikên xwe xwedî derkevin û civaka xwe ji nexweşiyan xelas bikin.”