Rêxistina Sara ji bo bihêzkirina aboriya jinan jî dixebite

Rêxistina Sara ya ji bo Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan li wargeha Newroz a bajarê Dêrîkê bi destpêkirina însiyatîfên xwe yên aborî hewl dide aboriya jinan bihêz bike û wan ji tundiya dîjîtal û zayendî biparêze.

ESMAA MIHEMED

Qamişlo – Ji ber dijwariyên girîng ên ku jinên koçber li wargeha Newroz a bajarê Dêrîkê ya kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pê re rûbirû dimînin, hewildanên Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Şîdeta li dijî Jinan derdikevin pêş. Rêxistina Sara ji bo peydakirina piştgiriya psîkolojîk, perwerdehî û aborî dixebite da ku jin û jinên ciwan hêzdar bike da ku xwe biparêzin û pêşerojek çêtir tevî şert û mercên dijwar ên koçberiyê, ava bikin.

Rêxistina Sara ya ji bo Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, panelên hişyarkirinê û çalakiyên perwerdehiya dirûtinê li dar dixe, da ku ji bo jinên koçber jîngehek ewle peyda bike. Ev însiyatîf di Tîrmehê de hate destpêkirin û hê jî bi diruşmeya "Bi destên te derzî hêviyê vedijîne û xewnekê diçîne" berdewam dike.

'Pêşxistina hişmendiya jinan û hêzdarkirina wan ji bo xweparastinê'

Rêvebera Rêxistina Sara Fatimê Mihemed a ku ji penaberên Serêkaniyê ye tekez kir ku rêxistin bi riya rûniştinên diyalogê girîngiyê dide hişiyarkirina jinên wargeha Newroz li ser xeteriyên tundiya zayendî û dîjîtal ve, ji bo ku wan li ser girîngiya xweparastinê zêdetir pêş bixin. Fatimê Mihemed wiha dest bi gotinên xwe kir: "Karê rêxistinê ne tenê bi hişyarkirina jinan ve sînordar e. Her wiha însiyatîfek perwerdehiya dirûtinê jî da destpêkirin ku derfetên perwerdeyê peyda dike da ku jinan bihêz bike û destek bide wan ku serxwebûna darayî bi dest bixin û debara malbata xwe bikin. Em bi malbat û bavan re herî zêde civînên rûniştinên li dar dixin da ku kûrahiya xeteriyên tundiyê ser jinan nas bikin û bi hişmendî û bawerî nêzî pirsgirêkan bibin."

'Girîngî didin jinên ciwan û parastina wan'

Fatimê Mihemed da zanîn ku bi riya van însiyatîfan hewl didin rolên jinan di civakê de xurtir bikin û wiha dewam kir: "Ev însiyatîf ji bo ku jin di civakê de roleke girîng û bibandor bilîzin û ji azadiya rewşenbîrî sûd werbigirin. Hewcedarî heye ku jin di civakê de pispor û pêşeng bin. Piştî ku hin rêxistin ji kampê vekişiyan, me înîsiyatîfek da destpêkirin da ku çalakiya aborî ya jinan vejînin bi dabînkirina du makîneyên dirûnê da ku wan perwerde bikin. Ji bo ku ew bikaribin malbatên xwe xwedî bikin û ji hêla darayî ve serbixwe bibin. Em balê dikişînin ser jinên ciwan da ku wan ji tundiyê biparêzin."

'Em hewl didin ku tevî hemû êşan jî bibin xeleka herî xurt'

Fatimê Mihemed destnîşan kir ku tevî zehmetiyên darayî jî, ew bi îsrar berdewam dikin û got: "Em derfetên perwerde û rahênanê ji bo jinên kampê berfireh dikin. Em piştgiriyê bidin hemû jinên ciwan li kampê, da ku ew hîs nekin ku wan mîna yên din mafê jiyaneke baş winda kiriye. Em piştgiriyê didin wan da ku asoyên berfirehtir vekin û alîkariya wan bikin ku xewnên xwe bi dest bixin. Em hewl didin ku bi îrade, berxwedan û biryardariya xwe, tevî hemû êşan bibin xeleka herî xurt. Em jinan hînî pîşeya dirûtinê dikin û wan ser xeteriyan perwerde û hêz dikin ku karibin di kampê de xwe biparêzin. Di însiyatîfê de 60 jin cih digrin û li ser 4 koman hatine belavkirin û kesên pispor ên dilxwaz wan perwerde dikin."

'Cihêkî ewle ji bo hînbûn û danûstandinên civakî ye'

Dilxwaz Nora Ismaîl El-Ehmed diyar kir ku însiyatîfê ji bo jinan cîhek ewle ji bo fêrbûn û têkiliya civakî peyda kiriye û got: "Divê piştgiriya berdewam ji bo berfirehkirina vê însiyatîfê û vekirina derfetên kar ên nû ji bo jinên li kampê bê domandin. Ev însiyatîf projeyek aborî ji bo jinan temsîl dike, ez jî bi dilxwazî jinan perwerde dikim û hînî pîşeya dirûtinê dikim. Piştevaniyê ji wan re peyda dikim da ku karibin jêhatiyên xwe pêş bixin û bibin afirîner. Ev însiyatîf bûye riya xwe rizgarkirina ji zextên malê. Vê însiyatîfê jin teşwîq kir ku ji bo gihîştina xewn û xeyalên xwe têbikoşin û ranewestin. Piştgirî dihêle ku em vê însiyatîfê berfireh bikin û warên xebatê yên cihêreng lê zêde bikin. Ev jî aboriya jinan bihêztir dike."