Rewşa koçerên Efxanistanê ji ber şer û pevçûnan xirab e

Bîbî Golaram yek ji van jinên koçer e dibêje ku rojgara jiyana wan nebaş e. Berê me bi firotina goşt, şîr, çerm û hiriya sewalan debara jiyana xwe dikir. Lê şer, hişkayî û kêmbûna çêre bûye sedem ku em hejmareke mezin ji dewarên xwe winda bikin.

BEHARAN HEHIB

Kabul- Koçerên ku bi sewalkariyê re mijûl dibin û li gorî rewşa hewayê ji herêmekê diçin herêmeke din, li Efxanistanê xwedî dîrokeke dirêj in. Ji bo ku sewalên xwe têr bikin û ji bo peydakirina giha koçî herêmên curbecur dikin. Havînê diçin herêmên sar û zivistanê jî diçin cihên germ.

Me li taxeke Logerê serdana taxeke koçeran kir.

‘Ji bo kar em herêm bi herêm digerin’

Bîbî Golaram, yek ji van jinan e dibêje: "Rojgara jiyana me nebaş e. Berê me bi firotina goşt, şîr, çerm û hiriya sewalan debara jiyana xwe dikir. Lê şer, zuhabûn û kêmbûna zozanan bûye sedem ku em hejmareke mezin ji sewalên xwe winda bikin. Niha em diçin herêman ji bo ku karê rojane peyda bibe. Karê rojane jî carna tê dîtin. Berê mebesta me ya ji herêmek ber bi herêmeke din ve peydakirina deverên mêrg û hêşîn bû lê niha armanca me ew e ku em koç bikin da ku pariyek nan bixwin, zilamên me bikaribin karê rojane bibînin."

Bîbî Golaram der barê rola jinan di hilberînê û di warê koçeriyê de wiha dibêje:

“Çaxa ku ez ciwan bûm, para min di xwedîkirina sewal û berhemên din ên ji sewalan de hebû. Niha jî dema ku mêr diçin li derve dixebitin, em jin tenê debara malê dikin. Çend ajalên me hene zarokên me yên kur lê dinêrin. Em jin ji bo bidestxistina nan tiştekî nakin. Ciwantiya min ji jinên me yên niha yên koçer bi giştî çêtir bû, ji ber ku ez azad bûm."

‘Ji ber şerê di navbera hikumet û Talîbanê de em bi rojan nikaribûn ji konên derbikevin’

Mahgol Neîm jî di wê mijarê de dibêje: “Havînê me her dem li Logerê li vê deverê konên xwe vedigirt. Her sal di navbera hikûmetê (Hikûmeta Eşref Xenî) û Talîbanê de şer derdiket. Hikûmeta Xenî tenê ji heştê sibehê heta çarê êvarê dikaribû riya qîrkirî bi kar bîne. Piştre di destên Talîbanê de bû. Gelek caran di navbera wan de şer derdiket û ciwan, kal, jin, mêr û heta zarok tevî malbatên xwe yên ku ji bo xebatê dihatin zeviyên çandiniyê hatin kuştin û birîndarkirin. Em bi rojan nikaribûn ji konên xwe derbikevin."

Debara malbatên koçer zehmet bûye

Mahgol di domandina axaftina xwe de dibêje: “Sedema ku em tevî şerê dijwar dihatin vê herêmê ew bû ku xebatên rojane zêdetir dibûn. Mêrên vê deverê bi hikûmeta Xenî re kar dikirin. Jinan barmaliya zevî û malbatê dikirin, ji ber vê yekê gelek caran pêwîstiya wan bi girtina paleyan hebû ku berhemên xwe berhev bikin. Li ser vê yekê mêrên me li cihê diravan de bi wan re hevkarî dikirin lê îsal peydakirina kar zehmet bûye ji ber ku mêrên van malbatan êdî karê wan tune ye û li ser erdên xwe dixebitin. Tenê ew destek ji malbatên ku mêrên wan penaberî welatên cîran bûne nikarin di xebatên xwe de bi ser bikevin."