‘Qeyrana aborî herî zêde bandorê li jinan dike’

Li herêma Kurdistanê ji ber nakokiyên di navbera aliyên siyasî de qeyrana aborî her ku diçe giran dibe. Aborînas Gulale Sedîq têkildarî mijarê got ku di qeyrana aborî de yên herî zêde zirarê dibînin jin in.

ŞÎLAN SALIH

Silêmanî - Aborînas Gulale Sedîq diyar kir ku rewşa aboriya herêma Kurdistanê piştî rêketina 50 salî ya di navbera herêm û Tirkiyeyê de xirabtir bûye û wiha got: “Ji ber vê rêketinê, beşek zêde pereyê neftê didin kompanayan û beşek kêm ji bo hikumeta herêma Kurdistanê dimîne. Her wiha firotina neftê bi awayek serbixwe ya herêmê wisa kiriye ku Iraq dahatê nede, vê jî qeyrana darayî bi xwe re anî. Piştî 11 salên vê qeyranê hê jî bazar di rewşa gelek xirab a aborî de ye.”

‘Desthilatdaran Kurdistanê ber bi qeyranê ve birin’

Gulale Sedîq destnîşan kir ku di pirojeya zagona butçeya Iraqê de beşa butçeyek baş ji bo herêma Kurdistanê heye ku ji sedî 12,6 e ev jî mehane dibe trîlyonek û 526 milyar dînar. Lê belê ji ber wê hikumeta herêma Kurdistanê ji rêkeftina neftê nerazî ye, Iraq jî butçeye naşîne. Ew butçeya Iraqê ji bo herêma Kurdistanê daniye, ji derveyî dabînkirina mûçe mûçeyê fermaberan dabîn nakin û got: “Herêma Kurdistanê xwedî aboriyek gelek baş e. Bi firotina neftê û yan jî dahata xalên sînorî, baxçe, pereyê kehrebê û balafirxaneyê xwedî dahatinî ye. Mixabin ji ber newekheviya di dabeşkirina mûçe, gendelî û neheqiyê tevî van derfetan jî gel di mercên xirab de dijî. Hikumeta herêmê muçeyê fermenaberan kêm kiriye yan jî nade. Her wiha çîna navîn kêm bûye, çîna navîn bingeha pêşketina hemû civakê ye. Bi awayê xirab rêvebirina aboriya Kurdistanê wisa kiriye ku gel xweziya xwe bi dewleta Iraqê tîne. Ew aliyên siyasî yên ku firotina neftê di destên wan de ye û Kurdistanê ber bi qeyranê ve birine, ziyanek mezin dane jiyana hemwelatiyên herêma Kurdistanê.”

‘Piştî rûxandina rejîma baasê tu pêşketinek di aboriyê de çênebûye’

Gulale Sedîq bi bîr xist ku piştî rûxandina rejîma Baasê tu pêşketin di aboriyê de çênebûye û wiha got: “Ger muçe di dema xwe de were dayîn, sûdê dide xwediyên û bazar germ dibe. Lê belê mixabin niha ji ber bê muçetiyê xelk tenê pêwîstiyên girîng zor dikarin bikirin. Jin di qeyrana aborî de bûne qurbanî. Bi taybetî ew jinên ku bi xwe dahata jiyana zarokên xwe dabîn dikin, bargiraniyê ji wan re çêdikin. Ew mûçeyê ku hikumet dide hemwelatiyan têra kesên normal nake. Ger qeyrana aborî ji bo kesên asayî giran be, ji bo jinan duqat e. Newekhevî li herêma Kurdistanê zêde bûye, her çendî li Iraqê heye lê belê nikarin dest bidin muçeyê xelkê. Piştî rûxandina rejîma baasê li Iraq û herêma Kurdistanê tu pêşketinek di qada aboriyê de çênebûye, heta ku ev neheqî hebe, tu pêşketinek nayê dîtin û jiyan paşve dikeve.”