Projeyên biçûk yek ji stûnên bingehîn ên aboriyê ne

Di karsaziyê de, aboriya welatan bi belavbûna projeyên biçûk û navîn bandorek erênî yan jî neyînî dike. Lîbya yek ji wan welatan e ku tê de projeyên biçûk ên jinan bi awayekî mezin di van çar salên çûyî de, bi şer û pevçûnên siyasî yên heyî pir belav bûne.

 
ÎPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Di karsaziyê de aboriya welatan bi belavbûna projeyên biçûk û navîn bandorek erênî yan jî neyînî dike. Ev projeya taybet di nav aboriya sîber de, dikarin aboriya welat bilind bikin an jî di pêvajoya pêşketinê de wê tevlihev bikin. Lîbya yek ji wan welatan e ku tê de projeyên biçûk ên jinan bi awayekî mezin di van çar salên çûyî de, bi şer û pevçûnên siyasî yên heyî pir belav bûne. Ma gelo ev proje li gorî plansaziyek taybet dimeşin an jî dikevin hundirê projeyên aboriya sîber?
Bi riya vê raporê, me hewl da em gengaziya aborî û bandora van projeyan ji xwediyên wan pirs bikin û welatan nas bikin, ji ber vê yekê me bi sazkar û hevkara navenda şikefta xwê "Opal" a bajarê Bîngazî Iman Salem Bugaighis re hevpeyvîn pêk anî.
“Em pêncemîn welatê Ereban e ku me navendên dermankirinê vekirine”
Iman Bugaighis der barê projeya xwe ya şikefta "Opal" de dibêje ku ew yekem şikefta xwê ya hişk a li Lîbyayê ye û wiha domand: "Em pêncemîn welatê Ereban e ku navendên dermankirina xwê vekirine, ji ber ku ramana dermankirinê li ser bingeha nefesê ye. Gava ku mirov dikeve şikeftê, digel bêhnvedan û xilasbûna ji stresên jiyanê qonaxa dermankirinê dest pê dike. Iman Bugaighis bal kişand ku navend gelek nexweşiyan derman dike, rêjeya dermankirinê bilind dike û ji ber ku şikefta xwê dermankirinek temamker e teqez kir ku nexweş di dema dermankirina bi xwe de divê dev ji dermankirina ku bijîşk ji wan re gotiye berdin. Bi taybetî di pêvajoya koronayê de, hin welat ji ber ku ew ji bijîjkan re dibe alîkar û oksîjenê nû dike çûn şikeftan. 
Iman Bugaighis der barê ramana damezrandina projeyê de, wiha dibêje: "Di dema pêvajoya korona û qedexeya rêwîtiyê di navbera welatên cîhanê de, min li Lîbyayê cihên betlaneyê nedîtin û min meraq kir ku çima ez ji bo bêhnvedanê cihek saz nakim. Bi vî rengî ez li şikefta xwe ku tenê di dema rêwîtiyê de min serdana wir dikir fikirîm. Me nimûneyek xwe ya li herêma Karkoura ya li Lîbyayê analîz kir û min dît ku ew di xebatê de kalîteyek baş û maqûl e. Min di destpêkê de Hîmalaya û ji gelek welatan şêwirmendiyên dirav wergirt ku em şikeftan ava bikin û bi rastî em bi ser ketin û me dest bi projeya xwe kir". 
"Ez hîs dikim ku min ji sedî 99 armanca xwe pêk aniye"
Iman Bugaighis der barê razîbûna xwe ya ji vegera aborî ya karê xwe de, wiha dibêje: "Tenê di nav salekê de ji vekirina navendê, me encamên baş bi dest xistin. Dema ku min û hevjînê xwe ew kar da destpêkirin, me hez kir ku navê Lîbyayê bi hebûna şikeftek xwê cuda be û ez hîs dikim ku min ji sedî 99 armanca xwe pêk aniye. Iman Bugaighis wiha got; " Min texmîn nedikir ku dê bersiv bi lez be, her çend di dahatûyê de zêde tune ye û vegera darayî ne zêde ye jî armanca min a yekem belavkirina ramanê bû û dûre jî bidestxistina qezencan, ez difikirim ku ez di riya rast de serfiraz im." 
Damezrîner û hevkara projeya şkefta xwê Zeyneb El-Warfalî dibêje: "Ger ne ji piştgiriya exlaqî bûya em ê negihîştibûna armanca xwe. Me bi kapasîteyên darayî yên pir lawaz dest pê kir. Me ji sifirê dest pê kir, ji ber vê yekê damezrandina tiştek ku berê li Lîbyayê tunebû yek ji wan tiştên herî dijwar e ku jinek dixwaze bi vî karî re mijûl bibe dikare bi hemû tiştan re rû bi rû bimîne." 
Me tu piştgirî negirt
Zeyneb El-Warfalî axaftina xwe wiha didomîne: "Bi israr û biryardarî, digel dijwariyên ku me ji ber nezaniya gel ji wateya dermankirina xwêya hişk çi ye em dikaribûn projeya xwe vekin. Ji ber vê yekê em neçar bûn ku bi navgîniya malperên tora civakî pir bixebitin ku bi pêşengên wê bidin naskirin, dermankirina xwê ya hişk çi ye. Me tu piştgirî negirt. Em çûn yek an du partiyan lê me dît ku mîqdar qels e û hewcedariyên me nagire. Wekî din, ew ê deynek çêbike ku divê di nav du salan de were vegerandin û ji ber ku em hîn di destpêkê de ne ev dijwar e. Zehmet bû ku em hevkarek ji ramanê fam nekiriye û mebesta wî tenê qezenca madî bû tevli xwe bikin û niha piştî destpêkirina salek, me dikaribû lêçûnan vebigirin."
Zeyneb El- Warfalî der barê lêkolîna gengaz a ku wan ji bo destpêkirina projeyê pêk anî de, wiha dibejê: "Me di pêşketina lêkolînê de îtîmad da ser xwe û li vir û wir me şêwirmendiyên hêsan kir. Ji ber ku piştî du salan sûd jê tê wan ji me re gotin ku heya beriya salekê li benda vegera darayî nebin, zêdebarî serpêhatiya ku em pê rabûn, me proje di serdema koronayê de vekir û her çend şikefta xwê wekî avhewa alkaline tê hesibandin û nexweşiyan nagihîjîne lê gel hê jî ev ramana ku em hewl didin heya ji dest tê ji wan re vebêjin fêm nekiriye."
Zeyneb El-Warfalî hêvî dike ku dewlet girîngî bide projeyên biçûk û ji wan re deyn û desteka madî bide û hevsengiyek di şopandina wan û derfeta vegerandina mûçeyê de hebe."
Projeyên biçûk yek ji stûnên bingehîn ên aboriyê ne
Li aliyê din mamoste û şêwirmendê projeyên biçûk ên li Zanîngeha Bîngazî Profesor Hind Al-Bashari, li ser girîngiya projeyên biçûk ji bo aboriya herêmî wiha dibêje: "Di karsaziyê de, projeyên biçûk û navîn yek ji stûnên aboriya cîhanî ne û şêwaza aborî ya hin welatan wekî Malezya û Endonezyayê guheriye. Li van welatan ji ber girîngiya wan bi van projeyan re guherînek mezin çêbû û ew di aboriya cîhanî de bûn welatên bi bandor û welatên mezin ên pîşesazî û bazirganî. Di nav welatên Ereb ên ku bi van projeyan re eleqedar bûne de Urdun, Tûnis û tecrubeya Misrê ku xwedan destkeftiyek mezin e, bi taybetî di deh salên paşîn de bi gelemperî ew di aboriya Lîbyayê de damarek bi bandor e."
Hind Al-Bashari têkildarî berjewendiya dewleta Lîbyayê ya ji van projeyan wiha dibêje: "Girîngiyek mezin ji dewleta Lîbyayê ji bo projeyên biçûk û navîn heye lê tevî girîngdayîn û ketina rêxistinên navneteweyî ji bo piştgiriya vê beşê, di encama gelek pirsgirêk û aloziyan de encamên tê xwestin bi dest nexist. Di nav de hebûna pirsgirêkan di sîstema bingehîn de, di warê binesazî, elektrîk û înternetê de, yên ku ronesansa vê beşê asteng dikin û tevî hebûna navendên karsaziyê yên ku di dawiya 2009’an de hatin vekirin, derketinên wan ne li gorî bendewariyên jiyanê ne.
Beşek mezin a projeyên biçûk di bin sîwana aboriya sîber de ne
Hind Al-Bashari bal dikşîne ser ne girîngiya jinan bi tomarkirina karsaziyên xwe yên biçûk re û wiha dibêje: "Mînak, ji ber beşek mezin ji projeyên biçûk ên ku dikevin bin sîwana aboriya sîber em jinek dibînin ku ji mala xwe re dixebite û bi fermî nehatiye qeydkirin. Ji ber ku ew li dewletê ne qeydkirî ye û bacê nade, agahiya dewletê tune ye. Bi vî rengî em jinan teşwîq dikin ku projeyên xwe tomar bikin ku ew bikaribin piştgiriyê bigrin.” Hind Al-Basharî teqez dike ku jin êdî girîngiyek mezin didin projeyên biçûk û hin ji wan dest pê kirine ku ji xwezaya xwarin û bedewiyê derkevin, tevî li Lîbyayê belavbûna mezin a projeyên biçûk di serdema piştî şer de ji ber nebûna pêdiviyên jiyanî, ji ber ku ew di dewletê de ne tomarkirî ne, ne mumkun e ku ev proje werin jimartin û rêjeya belavbûna wan di sûkê de were naskirin.
Tomarnekirin dê bandorek xirab li ser aboriya herêmî bike
Hind Sl-Bashari der barê bandora neyînî ya van projeyan li ser aboriya herêmî de wiha dibêje: "Ez dixwazim li vir destnîşan bikim ku jinan ne bi zanebûn projeyên xwe tomar nekirine lê nebûna hişmendiya girîngiya tomarkirinê hiştiye ew xwe tomar nekin. Wekî ku min got piraniya projeyan, ji ber li hundirê malê tên kirin, pêwîstiya dahata darayî ji jinan re nayê dayin. Ji ber ku ew jîngehek fermî ji bo xebatê ji wan re peyda dike divê em hay ji girîngiya tomarkirinê hebin û ji bo fînansekirina projeyên biçûk ji hêla dewletê ve fersendek hebe. Ji ber vê yekê netomarkirin dê bandorek xirab li ser aboriya herêmî bike."
Hind Al-Bashari di dawiya axaftina xwe de balê dikşîne ser pêwîstiyên dewlet û rayedarên pêwendîdar ku bi taybetî bi riya navendên şêwirmendî û perwerdeyê balê bikşînin ser bilindkirina hişmendiyê û tomarkirina projeyên ku piştgiriya teknîkî û madî ji wan re were peydakirin.