Projeya dirûnxaneya Arî jêdera xurtbûna aboriya jinan e

Dirûnxaneya Arî ev 7 sal in ji aliyê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê ve li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin. Jinên di dirûnxaneyê de kar dikin dibêjin ku ew bi vê xebatê re xwedî li keda xwe derdikevin û aboriya xwe xurt dikin.

 
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Weqfa Jina Azad a Sûrî her tim projeyên cuda ji bo alîkarî û xurtkirina aboriya jinan pêşkêş dike. Ji dema avakirina Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê heta niha gelek projeyên wekî firoşgeh, park, dirûnxane û gelek projeyên din ji bo alîkariya jinan di aliyê aborî de li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirin. Jin bi tevlibûneke xurt tevli van projeyan dibin û pêşengiyê dikin. 
Li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 7 sal in dirûnxane û firoşgeha cilan bi navê ‘Arî’ ji aliyê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê ve hatiye avakirin. Di dirûnxaneyê de 5 jin dixebitin û di firoşgehê de jî jinek karê firotinê dike. Têkildarî mijarê jinên di dirûnxaneya Arî de kar dikin der barê pêşveçûna projeya xwe de ji me re axivîn. 
Xwedîderketina li keda jinan
Jina bi navê Şerîfa Zêdo ev zêdeyî 20 salan e karê dirûtinê dike der barê karê xwe yê li dirûnxaneyê de wiha dibêjê: “Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê kedeke mezin ji bo alîkariya jinan pêşkêş dike. Di rojên cejn, şahî û munasebetan de gelek jin berê xwe didin gel me, da em ji wan re cil û bergên Kurdî bidirûn. Her wiha tevlibûneke pir baş ji aliyê jinên civakê jî heye, pir caran em cil û bergên normal jî ji wan re didrûn. Di van deman de pir sift li ser dirûnxaneyê heye, em pir xebatê didin da em pêwîstiyên hemû jinan pêk bînin. Cil û bergên me jî ji bazarê erzantir in, armanc jê ji bo em di vê krîza aborî de alîkariyê bidin hemû jinan. Karê min ez cil û bergan li gorî modêlan didrûm, di hundirê dirûnxaneyê de em perwerdeyê jî didin hejmarek jin, di hemû aliyan de em xizmet û alîkariya jinan dikin, da ew jî bibin xwedî berhem. Bi hêviya em projeyên firehtir vebikin û bikin xizmeta tevahî jinan de.”  
Perwerdeyên dirûtinê
Xezala Şêxmûs ev 2 sal in di dirûnxaneyê de dixebite bal kişand ser zehmetiyan û wiha pêde çû: “Di destpêkê de me pir zehmetî di aliyê peydakirina amûrên dirûtinê de dikşand, bi demê re êdî em bi xwe hînî rêbazên elternatîf ên domandin xebatê bûn. Keda me bi hev re yek e û em pir caran alîkariya hev dikin û li dewsa hev kar digrin. Em 3 jin bi taybetî cil û bergan didrûn û jinên din jî hin li ser makîneyan dixebitin û yek jê li firoşgehê cilan difroşe. Parçeyên qumaş piranî em ji başûrê Kurdistanê tînin û li vir li gorî modêlên jin dixwazin em didrûn. Cilên em didrûn li firoşgehê difroşin.  Jinên dixwazin fêrî dirûtinê bibin, em li dirûnxaneyê beşên perwerdeyê ji wan re vedikin û wan hînî dirûtin dikin. Em naxwazin hewcekarî tu kesî bibin, bila aboriya me ji destên me be.”