“Pêdiviya me bi xeyalkirinê heye!”

Di pêvajoya pandemiyê de, ji aliyê aborî ve xwediyên hemû cihên kar di azmûneke pir zor de ne. Wisa ye ku gelek esnaf deriyên dikanên xwe digrin. Ayla Uçar, tevî van mercên zehmet jî xeyalên xwe pêk tîne. Hemû hebûna xwe ya madî ji bo Pirtûkxaneya Tante Rosa veke, bi kar tîne. Zêdetir jî bi baweriya “çareya xwe em in” dest pê dike.

RUYA HUSEYÎNOGLU 
Îzmîr- Di demên dawî de, li kolanên pişt Cadeya Şehîdên Kibris Alsancakê ku ev der wekî dilê Îzmîrê tê binavkirin; mekanên li gorî bajar tên vekirin. Ez zûde li bendê bûm ku li van kolanên berê vala bûn, hem di warê hunerî hem jî mekanîk de ji nû ve zindî bibin. Wekî gelek metropolên li cîhanê, kolanên nexwiyayî yên li pişt cadeyên herî bi çûn hatin ên Îzmîrê jî li benda pekhatinên nû ne. Çûyîn û hatina ku li Alsancakê zêde bûye dibe ku ji ber pirtûkxaneyên bûtîk ên nû hatine vekirin be. 
Ev mekanên ku bi karê estetîk ê muteşebusên ciwan pir veguherîn, hejmara wan her diçe zêdetir dibe. Li gelek van mekanên rengîn ên aliyê ‘din’ ê cadeyê, dijberî dikandarên li ser cadeya mezin, gelek ji wan jin in. Yek ji van jî Pirtûkxaneya Tante Rosa ye. Ev cih navê xwe ji pirtûka Sevgî Soysal a bi navê Dante Rosa ku tê de sehildêriya jinane bi îroniyeke xweser dinirxîne digre. Em bi Ayla Uçar a pirtûkxaneyê dixebitîne re, bi gotinên di pêvajoyeke wiha de çawa hewl daye pirtûkxaneyê veke, dest bi sohbeta xwe dikin.
Bi hatina Îzmîrê xeyalên xwe pêk anî 
Ayla ya ku di sala 1987’an de hatiye dinyayê, demek dirêj e di karên pirtûkan de dixebite. Her çiqas li Enqere û Stenbolê dem bi dem karên wekî garsoniyê kiribe jî di hişê wê de her dem vekirina pirtûkxaneyê hebûye. Ji bo van xeyalên xwe beriya 3 salan mala xwe tîne Îzmîrê. Ji wê demê ve heta niha ji bo vê yekê hewl dide û di vê dema pandemiyê de bi derfetên kêm pirtûkxaneyê vedike. Ayla wiha behs dike: 
“Min her dem dixwest pirtûkxaneyek min hebe lê merc guncav nebûn. Li Enqereyê dema ku min Pirtûkxaneya Dost dîtibû meraqa min ji vî karî re çêbûbû. Pir xweş xuya dikir û xeyala me hemûyan ew bû em li wir bixebitin. Ji ber ku xebatkarên wê, yên berê bûn, bi salan li wir dixebitîn, cihê xebatê ji me re tunebû. Ez jî çendek, di karên garsonî palyaçotî û tiştên xemilandinê de xebitîm. Min dev ji van berda û berê xwe da Stenbolê li wir bi cih bûm. Destpêkê li pirtûkxaneyek min rêveberî kir. Li wir min dest bi karê weşangeriyê kir. Karê weşangeriyê pir zor bû. Patron, daxwaz, hejmar, firotin... Çendek zêde li qada weşangeriyê xebitîm. Di 30 saliya xwe de min dest ji her tiştî berda, berê xwe da Îzmîrê. Ev nêzî 3 salan e li vir dijîm.” 
Ruhê Tante Rosa li vir e
Di pirtûka Sevgi Soysal, Tante Rosa de em dibûn şahidên çîroka jineke ku li dijî hemû sînoran têdikoşe û ji tiştên jiberkirî derbas dibe. Tevî hemû dubendiyên jinane û mercên aborî, Ayla jî wekî Tante Rosa li pey xeyalên xwe çûye û karê ku baş dizane bike û dê bi kirina wî bextewar bibe dike. Hemû hebûna xwe ya madî ji bo vê pirtûkxaneya xweş a aramiyê dide mirov bi kar tîne. Ayla wiha didomîne: 
 “Li Îzmîrê li qada karê pirtûkan, min valahiyek dît. Ji bo pirtûkxaneyek “asayîtir” ji bo nifşeke nû min dest bi xebatê kir. Ez hewl didim pirtûkxaneyek ku wekî yên din heman pirtûk tê de tunebin biafirînim. Dema min ev dikan girt, di berika min de 100 lîra tenê ma. Tenê ji xwe bawer bûm. Dema min ji xwe pirsa ‘ez herî baş dikarim çi bikim’ kir, min biryara vî karî da. Min careke din li tecrubeyên xwe nihêrî, min dît ku gelek kes di jiyana min de hene. Weşanger, navbeynkar, pirtûkfiroş, piştgirî, nivîskar... Me di serê meha Îlonê de kontrat îmze kir. Hê jî tadîlata me didome. Pandemî û erdheja li Îzmîrê, bandorên neyînî çêkirin. Di navbera tedbîrên ku hatine girtin de em karê xwe didomînin. Bi rastî qet hêsan nîn e. Piştgirî tune ye. Ji ber wê hûn bi tena serê xwe dimînin. Pergal we diceribîne. Wekî ku bibêje: “Hûn dikandar in lê ka em binêrin hûn ê çawa li ber xwe bidin?” 
Pirtûkxaneya Butîk cihê dagirtina pirtûkên zêde tên firotin nîn e 
Li gorî Aylayê pirtûkxaneya butîk, ne ew der e ku bi pirtûkên zêde tên firotin were dagirtin. Her çiqas rastiya rewşa aborî hebe jî; ew rêzê nîşanî pîşeya pirtûkfiroşiyê û çanda wê dide. Bi gotineke din, ew dizane ku pîşeya di roja me de tune dibe ji nû ve heyî dike. 
“Piştî min, çend hevalên me yên ciwan ên vê yekê bidomînin hene, nizanim. Pir zor e lewre dema hûn lê dinêrin dibînin ku ez ji bo mirovan berhemek luks difroşim. Di ve serdema ku mirov herî dawî  pirtûkan dikrin de, ez li vir hem dixebitim hem jî kirêya xwe didim. Ji ber wê em di nava rewşeke tevlihev de ne.”
“Pêdiviya mirovan bi xeyal û cudabûnê heye”
Ayla tevî her tiştî ji pêşeroja pirtûkan pir bi hêvî ye. Ew difikire ku pêdiviya mirovan, ji her demê zêdetir heye ku li malên xwe xeyalan çêbikin loma jî bi bîr dixe ku mirov li cîhanê di rewşên pêvajoyên şer û texrîbatan de, zêdetir pirtûkan dixwînin.
“Li cîhanê her dem di pêvajoyên şer de pirtûk zêdetir hatine firotin. Pêdiviya mirovan heye ku li malên xwe, ji xwe re xeyalan çêbikin. Pêdivî bi cudabûn û bîranîna hinek tiştan heye. Ji aliyê psîkolojîk ve jî em ji pêvajoyeke pir normal derbas nabin mixabin. Desthilatdarî jî sektor jî wiha xwe ferz dike lê divê tu li ber xwe bidî. Jixwe ev kar divê di demên zor de were kirin. Ger em bikaribin di nava van malên weke qutiyê de pêvajoyeke ku mirov bikaribin pirtûkan bixwînin ava bikin; em ê bikaribin behsa pêvajoyên din ên vî welatî bikin. Em ê bikaribin cesaretê bidin mirovên din. Di dîroka Tirkiyeyê de dema mirov ketin girtîgehan pirtûkan danîn pêşiya wan an jî pirtûk hatin şewitandin. Pirtûk ji bo mirovên ku ev yek dikirin her de
m tirs û xof bûn. Di şer û xelayê de berhema ku hebûna xwe didomîne pirtûk e. Baweriya min bi vê yekê heye.”
“Ez dixwazim mirov xwe li vir baş hîs bikin”
Ayla balê dikşîne ku divê tevî hemû rewşên neyînî û xirabiyê jî em li ber xwe bidin. Ev mekanê ku ne tenê navê Tante Rosa, ruh û xweşikbûna wê jî girtiye; di van rojên ku em gelek ji hev dûr mane de hêviyên me geştir dike. Ayla dibêje: “Di esasê xwe de ez hewl didim kevirek biavêjim. Mirov ji aliyê aborî ve di rewşeke zehmet de ne lê ez dixwazim li vir cihekî ku derfeta xwendinê çêdike vekim. Ez dixwazim mirov, hinek xwe baş hîs bikin.” Ayla gotinên xwe wiha bi dawî dike:
“Bi rastî nan jî bi dest mirovan nakeve. Li aliyê din desthilatdarî ji aliyekî pir cuda ve zextê dike. Em her roj nûçeyek kuştina jinan dixwînin. Ev rewşek e pir sosret e lê berxwedan divê. Mirov gelek tiştan bi hev re parve dikin. Jinek ji ber ku dikanek vekiriye rastî tacîzê tê. Ew jin li ber xwe dide. Sibehê deriyê dikanê vedike û êvarê tevî hemû zehmetiyan jî deriyê dikana xwe digre. Di van salên dawiyê de jinan gelek tişt dane sekinandin ji ber wê divê em dev ji riya xwe bernedin. Ji derveyî piştgiriya me ya ji hev re tu çareyek tune ye. Dirûşma “Çareya xwe em in” hema wisa nehatiye gotin. Ev sektor jî zêdetir di destên mêran de ye. Neçar in êdî me bibînin. Ev mafeke ku ew bidin me nîn e, em ê bi têkoşîna xwe bi dest bixin. Ji ber wê, min ev mekan vekir. Ez hem dixwazim piştgiriyê bidim nasnameya jinan hem jî dixwazim ev zîhniyet hêdî hêdî tune bibe.”