Parvîn Azad: Li Îranê jin di karên kêm mûçe û bê ewle de tên xebitandin

Parvîn Azad bal kişand ser zextên li ser çîna karkeran û wiha got: “Karker li çar aliyên cîhanê bi binpêkirinên mafan û bêedaletiyê re rû bi rû dimînin. Jinên ku bi cudakariya zayendî û mûçeyên kêm dixebitin jî du qat zêdetir bê parastin in.”

SAMÎRA SALAVATÎ

Navenda Nûçeyan – Bi pîrozbahiyên 136’emîn salvegera 1’ê Gulanê ku sembola meha yekitî, têkoşîn û hevgirtinê ya karkeran e, li çar aliyên cîhanê kedkaran qadan dagirtin û daxwazên xwe bi yek dengî qîriyan. Îran jî yek ji wan welatan e ku berxwedana kedê di van salên dawî de herî zêde xwe dide hîskirin. Komên pîşeyan bi awayekî organîze qadan tijî dikin. Di mehên dawî de jî kedkarên perwerdeyê yên derdikevin qadan, ji bilî daxwazên xwe yên bi zimanê zanistî û zikmakî perwerdeya bêpere, daxwaza bidawîbûna zextên li ser perwerdeyê jî dikin.

Jin zêdetir rastî neheqiyan tên

Daxwazên karkeran, tevî ku li hemberî zêdetir qezenckirina patron û îqtîdaran sedsalan derbas bûye jî nayên bicihanîn, mafên ku weke beşeke hatin bidestxistin jî di sedsala 21’ê de hewl hat dayîn bên kêmkirin. Ji karê wekhev re mûçeya wekhev, tenduristî, ewlekarî, sîgorte, mûçeyên kêm û bi taybetî malnişîn, ji bo xebatkaran di çerxa kapîtalîzmê de gelek pirsgirêkan çêdike. Gava ku hûn jin bin, ev çerx du qat zêdetir zirarê dide we, ji ber ku ji karê wekhev re mûçeya wekhev nayê dayîn û bi taybetî zayendperestî gelek pirsgirêkên zêde diafirîne, hê jî jinên karker bi vê pirsgirêkê re rûbirû ne.

“Jiyana baştir dixwazin”

Parvîn Azad a çalakvana mafên zarok û jinan e, şert û mercên jin û kedê yên li Îranê ji ajansa me re nirxand. Parvîn Azad da zanîn ku daxwazên sereke yên tevgerên karker û kedkaran wekheviya mûçe, jiyana baştir û bidawîkirina xizaniya aborî û çînayetî ye û diyar kir ku sala 2022’an dê di warê tevgerên kedê de bibe saleke bi tevger. Parvîn Azad wiha got: “Karker her roj xwepêşandan û grevên berfireh li dar dixin û em dibin şahidên wan. Çalakiyên edaletê yên karker, mamoste, malnişîn, hemşîre, xebatkarên tenduristiyê û di lêgerîna mafan de didomin.

“Her cure cudakarî kûrtir dibe”

Parvîn Azad diyar kir ku bi taybetî karker, gelek kom, nêzîkatiyên rejîma Îranê qebûl nakin û da zanîn ku rejîmê bêkarî, hejarî, cudakarî, zayendperestî, karkirina zarokan, pirzewacî û fuhûşê kûrtir kiriye. Parvîn Azad anî ziman ku newekheviya li hemberî karkeran kûr bûye û diyar kir ku rejîmê bandora qeyrana xwe ya civakî jî zêdetir kiriye.

“Asta perwerdeyê daket”

Parvîn Azad bi bîr xist ku asta xwendinê jî kêm bûye û got: “Jinên di aliyê olî, aborî, civakî û hiqûqî de tên bindestkirin, dema ku dixwazin tevlî hilberînê bibin rastî heman heqaretan tên. Statûya jinan nayê piştgirîkirin, berovajî vê ji bo ji nava malbat-malê dernekeve hewldanên mezin tên kirin. Qeyrana aborî kûrtir dibe û her ku diçe zarok ji bo xebitandinê tên neçarkirin.”

"Gelek karkerên jin tên tacîzkirin"

Parvîn Azad behsa pirsgirêkên jinên dixebitin kir û axaftina xwe wiha domand: “Piraniya kardêran jinên xwedî zarok nadin xebitandin û ji van re îmkanên wek dibistana dayikê û kreş jî nadin, di vê rewşê de jin tên rewşa nikarin bikevin bazara kar. Jin di karên li derveyî çarçoveya Wezareta Kar û Sîgorteyê de dimînin tên xebitandin. Mînak; di atolyeyên ku ji deh kesan kêmtir de, di karên ku nakevin çarçoveya sîgorta û malnişînê de yan jî di atolyeyên ku di pêvajoya malnişîniyê de xizmeta bê mûçe didin de tên xebitandin. Jinên ku rojê 12 saetan xalîçeyan dirêsîn û di warê tendurustiya xwe de pirsgirêkan dijîn hene. Şîrketên ku van jinan digrin kar, xizmeta paqijiyê didin, jinên karkerên malê hene û hinek ji van kardêran jî ji wan dixwazin ku karê seksê bikin, ger nexwazin ji kar tên avêtin. Di rastiyê de gelek jinên ku li cihên kar ên wekî karkerên malê û atolyeyan dixebitin, bi taybetî li qadên karê ne fermî, ji aliyê kardêran ve tên tacîzkirin.”

“Rêveberiyên herêmî dikarin bi xebat û piştgiriya xwe pêşî li xebitandina zarokan bigrin"

Parvîn Azad difikire ku li Îranê bi taybetî rêveberiyên herêmî û gelek sazî di belavbûna karkeriya zarokan de xwedî rol in û wiha got: “Karkeriya zarokan dikare were kontrolkirin û pêşî lê were girtin. Ger rêveberiyên herêmî rêbazên xwe yên çavdêriyê û ya herî girîng jî rêbazên xwe yên piştgiriyê, dewlemend bikin, dikarin pêşî li xebitandina zarokan bigrin.”

Parvîn Azad di dawiye de bi gotina; “Daxwaza hevpar a kedkaran wekhevî û azadî ye" û got ku dabînkirina şert û mercên jiyanî yên mirovî ji bo tenduristiya civakê jî girîng e.