Muhasen Mursal: Li Lubnanê ji sedî 25 qada aboriyê ji jinan pêk tê

Li Lubnanê piştî teqîna bendera Beyrûdê, kûrbûna qeyrana aborî bandorê li ser hemû aliyên jiyanê kir. Pispora aboriyê Mahasen Mursal da diyarkirin ku qeyrana aborî bandorê li ser hemû malan kiriye û bi bîr xist ku li welat ji sedî 25’ê qada aboriyê ji jinan pêk tê û bal kişand ser pirsgirêkên ku jin di jiyana kar de dijîn.

 
CAROLÎNE BAZZI
Beyrûd – Li Lubananê ji sala 2019’an heta niha her roja ku diçe qeyrana aborî kûrtir dibe. Piştî li bendera Beyrûdê teqîn çêbûn kûrahiya qeyrana aborî bandor li hemû hucereyên jiyanê kir. Pirsgirêkên dolaran di bankaya navendî ya Lubnanê, bi vê ve girêdayî  kêmbûna dovîzan, li welat krîzên cuda jî bi xwe re anî. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ji nîvî zêdetir Lubnanî di bin sînorê xizaniyê de mehkumî berdewamkirina jiyanê bûne. Bîlançuya qeyrana aborî ji şerê navxweyî yê li Beyrûdê xiratir tê şîrovekirin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Rojavayê Asya û komîsyona civakê di sala 2021’ê de gelê Lubnanê ji sedî 74 di bin xizaniyê de jiyana xwe berdewam dikin. Pispora aborî Mahasen Mursal der barê qeyrana aborî ya Lubnanê de ji ajansa me re axivî.   
“Giraniya jiyanê her kêlî zêde dibe”
Pispora Aborî ya Lubnanê Mahasen Mursal da zanîn ku ji ber bilindbûna dolar, giraniya jiyanê her roj zêde dibe, ev yek metirsî ye û wiha got: “Rêveberiya banqeya navendî ya Lubnanê pêvajoyê baş bi rê ve nebir û daxuyaniyên ne di dema xwe de bandorê li ser aboriyê zêde kir, çi kirin nikaribûn bilindbûna dolar li beramberî pareyê Lubananê bisekinînin.” 
“Pereyê Lubnanê nirxa xwe winda dike”
Mahasen Mursal bi bîr xist ku ji ber bilindbûna nirxê dolar mirov bi birçîbûnê re rû bi rû dijîn û wiha domand: “Her çendî ji aliyê rêveberê banqeya navendî ya Lubnanê Rîad Salameh ve di zagona 161’ê de guhertin çêkir jî nikaribû rê li ber bilindbûna dolar li beramberî pereyê Lubnanê bigre. Polîtakayên xelet wisa kir ku li ber banqeyan şer derbikeve. Dîroka guherîna zagona 161’ê baş hesab nekirin û sînordarkirina firotana dolaran jî zextên li ser pereyê welat kêm nake.” 
“Qeyranê bandorê li ser hemû aliyên jiyanê kir”
Mahasen Mursel da zanîn ku kûrbûna qeyrana aborî herî zêde bandorê li ser jinan kiriye û wiha got: “Di bazarê de guherînên ku hatine kirin li ser kaxezê namînin, bandorê li sifreyê dikin, nanê ku nêzî hazar û 500 lîreyan e niha bi 12 hezar lîreyan e. Li Lubanên bihayê bilind gihîştiye nêzî ji sedî 600’an û belkî hîn zêde jî bibe. Jin pêkhateya herî zêde ya civakê ye, yê herî zêde ji qeyranê bi bandor dibin jin in. Qeyrana aborî ziyanek zêde dide çêkera civakê, niha li welat rêjeya ji hevcudabûnê gelek zêde bûye, ji ber nirxên zêde li Lubnanê zarok nikarin pirtûkên dibistanê bigrin, zarokên ku qeydên xwe li dibistanan çênekirine û zarokên ku mecbûr dibin birçî razên hene. Dayik û bav hêrsa qeyrana aborî dijîn ji serê arokan derdixin, tundîtujiya li hemberî jin û zarokan di qeyrana aborî de zêde bûye.”
“Jin li cihên kar rastî tacîzê tên lê ji bo ji karê xwe neyên derxistin bêdeng dimînin”
Mahasen Mursal da diyarkirin ku ji sedî 25 qada aboriyê ji jinan pêk tê û wiha pêde çû: “Ji ber ku em dizanin karkirin ne şerm e, em hemû hewl didin kar bikin û jiyana xwe dabîn bikin. Hemû jin ji bo rehetiyeke aboriyê mecbûr in kar bikin. Lê belê jinên di dema bûyîna dayik de wê çibikin, jinên ku nû bûne dayik wê çi bikin? Ew jinên ku li cihên xwe yên kar rastî tacîzan tên, ji bo ji karê xwe nebin bêdeng mane wê çibikin? Jin di bazara kar de ji mêran kêmtir di biryardayînê de cih digrin, ev jî bi xwe re gelek mijarên neyînî tîne.”