Menal Muhena bi çêkirina leyîstoka zarokan debara xwe dike

Tevî rewşa aborî ya zehmet a li Lîbyayê Menal Muhena bi çêkirina leyîstika zarokan debara xwe dike.

HINDIYE EL IŞÊBI

Bînxazî – Pîşesaziyên teqlîdî û karê destan awayeke derbirîna çanda civakan e. Li Lîbyayê jinan dest bi karên nû kirine xwe dispêrin madeyên xam ên xwecihî û alavên gelekî hêsan. Bi taybet di aliyê pîşesaziyên hirî, pembû û hwd. bikar tînin. Tevî ku jin di karê destan de gelekî jîr in jî lê belê rewşa aborî ya welat buhabûna kelûpelan û bilindbûna nirxan bandoreke mezin li awayên belavkirina berheman û hejmara çêkirina wan dike. Menal Muhena çêkera leyîstoka zarokan e di pêkanîna xeyalên xwe de biser ket.

Menal Muhena anî ziman ku ew ji biçûkatiya xwe ve ji karê destan hez kiriye û wiha behsa serpêhatiya xwe kir: “Dema ez biçûk bûm min ji karê destan hez dikir. Min ev kar di hundirê malê de dikir. Wê demê behreya min a terzî û morîkan bala malbata min kişand. Tişta cuda di leyîstoka "Bella" de dikare weke diyariyan di şahiyên civakî de werin belavkirin. Min di sala 2010’an de dest bi çêkirina lêyîstokan ji bermahiyên paçên li malê de kir. Min weke diyarî dida ferdên malbata xwe û zarokên wan. Wan gelekî ji karê min hez kirin û piştgiriya min kirin ji bo ez projeya xwe ya taybet vekim û malperên xwe li ser medyaya dîjîtal belav bikim da ku "Bella" belav bikim. Ji wê demê ve min dest bi pêşwazîkirina daxwazan kir û min li gorî xwesteka kesên ji min dikirin leyîstok çêdikir."

Tevlî gelek pêşangehan dibe

Menal Muhena wiha axaftina xwe domand: “Projeya min bi rengekî mezin biser ket û min dest bi pêşwazîkirina daxwazan kir. Beşdarbûnên min di pêşangehên xwecihî û navneteweyî de jî karê min berfirehtir kir. Min zehmetî di peydakirina madeyên sereke di çêkirina leyîstikên lastîkî de dît. Min bermahiyên paçan ji malê bikar dianîn lê bi zêdebûna daxwazan re min zehmetî di peydakirina pembûyê vayber, paç û iksiswaratan de dît."

‘Berhemê min hevalên jîngehê ne’

Menal Muhena di dawiya axaftina de xwe anî ziman ku nirx gelekî bilind bûne û bidestxistina madeyên sereke di hundirê bazaran de gelekî zehmet e û wiha pê de çû: "Lêyîstoka ez çêdikim ji paç û pembo ye lê belê kalîteya wê gelekî baş e û madeyên ez bikar tînim hevalên jîngehê ne. Mirov dikare bitewîne û bişo jî bêyî zirarê bigihîne mezin û biçûkan."