‘Mafên karkerên jin tên binpêkirin’

Endama Sendîkaya Karkeran a şaxa Silêmaniyê û serpereştiyara desteya jinan Leyla Kerîm diyar kir ku jinên karker li cihên kar rastî tundiyê tên û ji mafên xwe bêpar tên hiştin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Li Başûrê Kurdistanê ji ber qeyrana aborî jin neçar dimînin di karên giran de û bi pereyek kêm bixebitin û ji aliyê xwediyên kar ve rastî heqaret û tundiyê werin. Her çendî li herêma Kurdistanê zagona mafên karkeran heye jî lê belê nayê bicihanîn. Ji ber bêxemiya desthilatdariya herêma Kurdistanê ku di destên PDK’ê de ye, li hemberî karkeran erka pêwîst bi cih nayê anîn. Her roj karker rastî gelek pirsgirêkan tên û li ser kar an rastî tundiyê tên an jî jiyana xwe ji dest didin.

‘Jinên karker bi tundiyê re rûbirû tên’

Endama Sendîkaya karkeran a şaxa Silêmaniyê û serpereştiyara beşa jinan û giştî karkeran Leyla Kerîm diyar kir ku bi giştî jinên karker di rewşeke nebaş de ne û got: “Jinên karker li ser karên xwe rastî tundiya derûnî, fizîkî û zayendî tên. Lê belê ji ber paşverûtiya civakê û çaresernekirina  pirsgirêkên civakê karkerên jin daxwaza mafên xwe nakin û bedengiyê tercîh dikin. Mafê karkerên jin di zagonan de heye. Li gora zagonan divê di navbera karker û kesên xwedî kar de hevpeymanek hebe ku di dema rûbirûbûna her pirsgirêkê de parastina mafên karkeran bike. Lê belê piraniya xwedî karan vê zagonê bi cih naynin.’

‘Jinên karker li ser kar rastî tundiyê tên’

Leyla Kerîm da zanîn ku jin li ser kar ji aliyê xwediyên kar ve rastî tundiya fizîkî, derûnî û zayendî tên û wiha got: “Hinek kesên ku hatin ba me dibêjin ku ji aliyê xwediyên kar ve gotinên nexweş ji wan re hatine gotin. Derûniya wan jinan têk çûye. Divê jinên xwedî kar di zanabûna çawaniya xebatê de bin û di warê erk û mafê ku di dema kar de hene hişyar bin. Di vê demê de li gorî zagonan, her karek asayî ku karker dikin pereyê wê ji 350 hezar dînarê Iraqê destpê dike. Piraniya jinên ku kar dikin belgeya wan a zanîngehê heye lê belê mûçeyên wan kêm in, ev jî ji ber tunebûna hevpeymanê ye û daxwaza mafê xwe nakin ev jî dibe sedema binpêkirina mafên wan.”

‘Divê sendîkayên karkeran mafên wan biparêzin’

Leyla Kerîm der barê mafên karkeran de diyar kir ku jinên karker ên li ser kar rastî tundiya zayendî tên, nikarin di nava malbatê de yan jî li derên din behs bikin û wiha got: “Divê jinên karker şiyar bin û dikarin serdana sendîkayên karkeran bikin ji bo gilîkirin û daxwaza mafên xwe bi riya dadgehê bi cih bînin. Divê sendîkayên karkeran parastina mafên wan bikin.”