Li xwaringeha Hêlîn xwarinên Kurdewarî

Jinên kedkar ên li xwaringeha Hêlîn debara xwe jî dikin, bi çêkirina xwarinên Kurdewarî çanda Kurdî zindî dihêlin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Xende Kemal a jinek xelkê bajarê Silêmaniyê ye û xwediyê xwaringeha Hêlin e, weke jinek kedkar û bi hêz piştî ku zanîngeh temam kir ev pênc sal e dest bi çêkirina xwarinan kiriye û difiroşe. Bi xwarinên Kurdewarî li gel pêkanîna debara xwe hewl dide çanda Kurdî zindî bihêle.

Terxane xwarinek Kurdewarî û zivîstanê ye

Şorbeya xwarinek Kurdewarî ya werza zivistanê ye her kes li gor daxwaza xwe melzemayan dixwe nav. Ev şorbe di werza Peyîzê de tê amadekirin, ji ber giyayê wê di dawiya werza peyîzê de çêdibe. Xende Kemal bi destê xwe yê rengîn xwarinên Kurdewarî amade dike, ji bo çêkirina xwarina şorbe destpêkê nok û niskên şîn û fasulyeyên hişk di kelîne, di nava civaka Kurd de hertim mencelên bafun tê bi karanîn ji ber tama xwarinan wê ji yên din cûda ye. Destpêkê rûn dixe di nava mencelê qimeya xwe dixe li gel salçe heta sor dibe, piştre derman, fusulyên hişk, nok û niska kesk têkel dike û piştre goz û kişnîş dixe navde. Hemû malzemeyan têkel dike da ku tama havdû bigre û ava germ dixe heta ku dikele.

Xende li ser xwestekan sarme dipêçe

Yek ji wan xwarinên din ku di nava gelê Kurd de gelek bi nav û deng e, tam û bêhna wê ya taybet heya sormaya pelê mêwane, ji ber pelê mêwan di werza zivstanê de nîne, ji er wê di werzên din de mêw tê komkirin û rakirin û piştre di werza zivistanê de tînin û birinc, bexdenûs, pivazên kesk, û mast têkel dike û di pêçe, perasî û peqleyan dixe binê mencelê, hinek herêm li cihê mast zerdeçal jî dixe nav û hinek ji çend lîmonan qet dike dixe nava mencelê.

Armanca Xende Kemal ew e ku ew xwarinên Kurdewarî di nava civakê de zindî hêlane. Bi taybet niha beşek ji xwarinên Rojava şêweyê xwarina Kurdewarî girtiye û bi vê rêyê jî dahata jiyana xwe dabîn dike û pêdawistiyên xwe û malbata xwe pêktînin.

Xwarina kofte

Xwarina kofte yek ji xwarinên Kurdewarî ne ku Xende Kemal amade dike, destpêkê silkan jêre sor dike û li gel selçeya bacanan û nok û ava germ têkel dike heta ku dikele. Li aliyê din qime, bexdenûs, pivaz, keşmiş û beîf û biharatan têkel dikin bi hev re sor dike. Piştre hevirê kofte amade dike û piştre qima xwe dixwe nava hevîr û şêwe dide û herî dawî dixe nava ew şorbeya ku amade kirî, zû zû wê şorbeyê têk dide daku kofteyên wê binê wê negre. Li hinek herêman li cihê silk nok bikar tînin.

‘Jinan bi ditîna karê min dest bi kar kirin’

Xende Kemal ku di amadekirina xwarinan de xwedî hêzekê ye û got: “Ji bo jinan karkirin girane, ger dayik bin û karê din jî bikin. Lê belê min dest jî hêza xwe neberda û min karî karek baş bikim û bibim xwedî dahata xwe, ji ber jin ew karê ku bixwaze dikare bikin. Ger li mal bin hêza her kesê heye, gelek jinan bi dîtina karê min re dest bi karê xwe kirin.”