Li Xaze ji bo jinên dixebitin kampanya ‘Empowered Workers’

Li Xaze jinên ku kampanya ‘Empowered Workers’ di qada kar de cihên xwe girtine. Thuraya Abu Zuhri, diyarkir ku jin ji bo mafê xwe têkoşînê dikin heta ku encamê negrin wê kampanya xwe dom bikin.

RAFIF ESLEEM

Xaze- Jinên li şerîda Xazze di qada kar de cihê xwe girtine. Ji ber qanuna Filistinê ya kar ya qanûna navnetewî ji ber pêknenanî qanûna hikumetê rastî şert û mercên zehmet tên. Kordînatora medyayê ya kampanya ‘Empowered Workers’ Thuraya Abu Zuhri, got; ‘Kampnaya ji aliyê karûbarê navenda jina ya kampanyê û tora parastina civak (SANA) vê rêvebirin.’ Armanca wan ewe jinên ku di jiyana kar de rastî cihêkariyê tên, ji bo mafê wan bi dest bixin di xebitin û got: “Li Filistînê qanûn di sahayê de nayê pêkanîn û zagonên navnetewî tê binpê kirin.”

‘Jin rastî gelek cihêkariyê tên’

Thuraya Abu Zuhri, da zanîn jinên karker li cihên kar rastî gelek cihêkariyê tên û wiha dom kir: “Li rûxmê saten zêde jin kar dike heqdestiyek kêm digre. Qadên xebatê li gora jinan nayê ava kirin. Mînak ji bo jinên ku xwedî zarok li cihê kar cihê zarokan nîne. Ji derveyî wê jî jin rastî tundîtûjî, cihêkarî, tacîzê tên. Ji derveyî saetên kar yên jinan saetên zêde dixebitin. Jin ji tirsa ku ji kar neyên derxistin, gelek caran li beramberî pirsgirêkên ku jiyan dikin bêdeng dimînin. Jin bi salan li cihên kar tên çepisandin.”

 ‘Gefa ji karderxistinê li jinan tê kirin’

Thuraya Ebu Zuhri, bal kişand li ser qezayên kar û wiha dom kir: “Jin dema li cihê kar qezayên kar jiyan dikin tezmînatê nagrin. Ji derveyî wê jî pareyên weke yê meran nagrin. Gelek caran li saziyan karê ku gelek kes bikin dixin ser milê jinekê. Jinên ku gelek karan dikin ne pareyek zêde ne jî xelatek tê dayîna wan. Jin ji bo karê xwe winda nekin vê rewşê îtiraz nakin. Dema ku itiraz bikin bi ji derxistina kar gef li wan tên xwarin. Me gelek serdanên weke vê girtin. Me gilî li cihên eleqeder kirin.”

‘Jin  der barê mafê karkeran de tên hişyarkirin’

Thuraya Abu Zuhri, di derbarê xebatê xwe de wiha got: “Bi rêya kampanyayên piştgiriyê, em jinan der barê mafê wan de hişyar dikin. Em hevdîtinan bi wezareta kar û odeya Ticaretê re pêktînin. Der barê qanûna kar ya Filistînê de em niqaşan dikin. Armanca me dabînkirina piştgiriya jinane, pêşîlêgirtina çespandinê, ji bo jinan qadek ya kar ya ji bo jinan guncaw, tundîtûjî lê neye ava bikin. Em di fikirin ku jin di pozîsyonên rêveberiyê de cihê xwe bigrin. Li rûxmên ku jin di kar de ji meran serkeftîtirin di pozîsyonên giring de cih nagrin. Em dixwazin vê nêzikatiyê bişkênin.”

Thuraya Abu Zuhri, bi bîrxist ku em xebatên karê wekhev û xerca wekhev ava bikin didin meşandin û got: “Heta ku em encama ku dixwazin bi dest nexin emê kampanya xwe dom biki.”