Li Tirkiyeyê ked û jiyana jinan nayê dîtin

Hevseroka şaxa duyemîn a DÎSK Genel Îş a Amedê Hanîfe Kardaş bal kişand ku di sala 2022’an de 108 jin dema dixebitîn jiyana xwe ji dest dane û got ku tevî vê yekê jî tedbîr nehatine girtin, jiyana kedkaran ji nedîtî ve hatiye dîtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed –  Li gorî rapora meclisa ÎSÎG’ê ya sala 2022’an sala borî li Tirkiyeyê hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest dane û hat ragihandin ku ji wan 108 kes jin, 37 jî karkerên zarok bûn. Jinên ku warê wan ê xebatê nemane û ji xebatên saziyan hatine dûrxistin, neçar dimînin karên demsalan bikin an jî di fabrîkayan de bixebitin.

Di raporê de bal hatiye kişandin ku jinên kedkar, di karên çandinî, perwerde, bazirganî, buro, metal, nakliyat, tendirustî û karên giştî de dixebitin û wiha didome: “Di îstatîstîkên SGK’ê yên qezayên kar de mirina jinan, di nava giştî de ji sedî dudu tê nîşandan lê em bi derfetên xwe yên kêm tesbît dikin ku hejmara jinên di qezayên kar de jiyana xwe ji dest didin 3-4 qat zêdetir e. Ji ber ku ev bûyerê di karê çandiniyê de diqewimin û ev kes (bê sîgorta ne) nayên qeydkirin. Li aliyê din em bi agahiyên derdorê jî mirina gelek jinan qeyd dikin. Bi vê yekê em fam dikin ku mirina karkerên jin tê veşartin, nakeve çapemeniyê.” Di raporê de her wiha bal tê kişandin ser hejmara zêde ya karkerên koçber û tê diyarkirin ku di sala 2022’yan de 90 karkerên koçber jiyana xwe ji dest dane.

Têkildarî mijarê hevseroka şaxa duyemîn a Amedê ya DÎSK’ê Hanîfe Kardaş nirxandin kir û polîtîkaya desthilatdariyê ya ji bo karkeran rexne kir.

‘Kefenê wan bi wan re ye’

Hanîfe Kardaş bal kişand ku di nava salek de 108 karkerên jin jiyana xwe ji dest dane û da zanîn ku wan kesan di riyan de bi qezayan jiyana xwe ji dest dane. Hanîfe Kardaş diyar kir ku jinên ku karên çandiniyê yên demsalê dikin, mirinê didin ber çavên xwe û diçin kar û wiha got: “Jinên ku derdikevin rê, kefenên xwe bi xwe re dibin bajaran. Dema ku diçin kar hem di riyan de qeza çêdibin hem jî di dema kar de. Sala derbasbûyî mirina jinên karkerên çandiniyê û yên li malan paqijiyê kirin zêde bû. Di van du salan de gelek jinên ji bo paqijiyê çûn malan bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dan, vê yekê pir bala me kişand. Jin bi pereyê pir kêm ku beramberê keda wan nîn e di van karên bi xeter de dixebitin.”

Warên jinan ên îstîhdamê tên tunekirin’

Hanîfe Kardaş got ku li cihê ku cudakariya zayendî heye, ked nû navê jinan ji nedîtî ve tê dîtin û wiha axivî: “Jinên ku warê wan ê îstîhdam hatine tunekirin, cihê wan ê kar hatiye girtin, ji bo debara xwe bikin neçar dimînin bixebitin. Piraniya van karan jî bê sîgorta ne. Jin neçar dimînin li fabrîkayan, li cihên ku mêtinkarî heye bixebitin. Li wan deran cudakarî heye. derfetên ku didin mêran nadin jinan, di serlêdanên kar de herî zêde derfeta kar didin mêran. Zêdetir mêran digrin kar. Ev yek jî karê bê ewle derdixe pêşiya me.”

‘Ji bo cihên xebata jinan dê xebatên me hebin’

Hanîfe Kardan bi gotinên “Tedbîrên pêwîst nayên girtin û jiyana kedkaran ji nedîtî ve tê dîtin” bang kir ku ji bo tedbîr werin girtin divê gavên bi bandor werin avêtin.

Hanîfe Kardaş axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Jin ne tenê ji aliyê hegemonyaya mêr ve zehemtiyê dikşînin, di heman demê de ji ber ku neçar dimînin di mercên giran de bixebitin, dibin qurbanên cînayetên kar. Di vê mijarê de tu tedbîr nehatiye girtin. Xebata jinan a di mercên giran de, ne li gorî bunyeya wan, xebata di temenê zarok de hemû pirsgirêk in. Ji bo pêşî li mirinê were girtin divê hinek tişt werin guhertin, derfetên baş ji bo xebatê werin avakirin. Wekî keda wan, mirina karkeran jî nayê dîtin. Wekî sendîka dê ji bo warê xebata jinan hewldanên me hebin. Em ê bi gelek jinên kedkar re werin ba hev û li ser rê û rêbazan nîqaş bikin.”