Li Tahranê di karên bê qeyd de piraniya firoşkarên seyar jin in

Li Tahranê hejmar û pirsgirêkên firoşkarên seyar, zêde dibin. Beşek girîng a kesên ku di karên bê qeyd de kar dikin ji jinan pêktê û dixwazin temînata aborî û ewlehiya wan were parastin.

PERGÎN HAKIM

Tahran- Li Îranê ji ber qeyrana aborî her roja ku diçe xizanî kûrtir dibe. Jin û zarokên ku weke hêza karên erzan tên dîtin di karên ji derveyî qeydan de tên xebitandin û mafên wan tên binpêkirin. Li kolanên Tahranê bi taybetî di nava van mehên dawî de hejmara jin û zarokên firoşkarên seyar zêde bûye. Jinên ku di saetên sibehê de li ser cadeyan dezgehên xwe vedikin, her roj di bin germahiya hewayê de ji bo pariyek nan bibin malê dixebitin. Jinên firoşkarên seyar ji aliyê muşteriyên li gel dezgehên wan û xebatkarên şaredariyê ve rastî heqaret û tacîza devkî tên.

‘Divê ez gelek bixebitim’

Jina bi navê Meryem A. ya 45 salî ku cilan difiroşe got: “Beriya 10 salan ez di fîrmayek de li ser muhasebeyê bûm û ji ber ku ez ji kar hatim derxistin, ji bo ez bi xwe û dayika xwe re bibim alîkar min dest bi firotina tîşortan kir. Ez bi dayika xwe re dijîm, mehê nêzî 10 milyon tumen ez qezenc dikim û ji saetên ku li vê derê derbas dikim kêfxweş im. Ya herî girîng ew e ku dem di destên min de ye ez dikarin ji bo karên xwe yên din ên weke çûyîna salona werzîşê, karên malê demê diyar bikim. Ji ber dezgeha min li nêzî mala me ye ez aramtir im û ji ber wê jî tu pirsgirêk nîn e. Ez dixwazim standeke min hebe. Li wê derê li cihê ku çend saetan kar bikim divê ji sibehê ve heta êvarê kar bikim, ji ber ku ji bo kirêkirina standekê heta şevê divê gelek bixebitim.”

Cilan difiroşe

Mahayam a ku xwe weke Ermenî dide nasîn jî wiha got: “Niha ev cihê ku ez lê rûniştime, aydê kesek din e. Beriya dema koronayê ez li taxa Bazarche dixebitîm. Erkdar ji bo destûrê bidin em karê xwe berdewam bikin her meh hinek pere ji me digrin. Ji ber ku bi girtina kel û pelên me gefan li me dixwin ji bo em bikaribin kar bikin em neçar dimînin pare bidin. Hemû kar zehmetiyên xwe hene. Ez ji karê xwe hez dikim ji ber eleqeya min li hemberî mirovan heye. Xwişka min ji Ermenistanê tiştên bi kalîte ji bo min dişîne. Ez gelek kêfxweş dibim dema jinên ciwan cilên bi kalîte ji min dikirin.” 

‘Ez ji bo xwe dixebitim’

Li ser dezgehekê jineke 70 salî sebze di paketên biçûk de û arê birincê û paketên biçûk ên zebzeyên hişkirî difiroşe ji ajansa me re wiha got: “Ji bo girtina van sebzeyan ez rojê 350 tumen didim û ez rojê 650 tumen qezenc dikim. Min du zarokên xwe xwedî kir, du keçên min li gel min in, her yek ji wan karê wan heye, ez ji bo xwe dixebitim û serbixwe me. Ez van sebzeyên ku bi şev tînin vê derê çend saetan paqij dikim difiroşim.”