Li Serdeştê çinîna tiriyê reş bi krîzê re encam bû

Li Serdeştê tiriyê reş vê salê di destê cotkaran de ma. Cotkarên Serdeştê en bi heviyek mezin destbi çinîna tiriyên reş kirin, ji ber xisarên mezin ên aborî derba rê pêşerojên xwe de bi bêhêviyek re rû bi rû ne.

SEMA AHMEDÎ

Serdeşt- Li Serdeştê tirêyên reş ên çandin li heremê yek ji berhemên herî baş tê binavkirin. Çandiniya tiriyê reş bi salan e di aboriya herêmê de xwedî cihekî girîng e. Di van çend salên dawî de, gelek cotkarên bi hêviya zêdekirina qezenc û peydakirina kar, berê xwe dane çandiniya berbelav a vê çandiniyê, lê bê encam bûn. Ji ber fîrmayan kirîna dane sekinan, daketina bihayan bû sedem ku cotkar zirarê bikin. Ji ber ku li heremê depoyên ku tiriyan diparêze nîne, alîkariya dewleta ya kêm û bihaya berhemê zêde bûye krîzek nû ava kir. Cotkar li aliyek bi krîza aborî re têdikoşe, li aliyek jî difikirin ku ev tiriyên di destê wan de mane çi lê bikin. Gelê heremê der barê pêşeroja cotkariyê de di nav fikarên mezin de ne.

'Kirîna tirî hat sekinandin'

Mehtap ku yek ji xelkê Serdeştê ye, bal kişand ser qeyranê û got: “Di salên dawî de li Serdeştê hilberîna tiriyê reş zêde bûye, lê binesaziyên pêwîst ên wekî sermayê û tesîsên hinardekirinê têrê nakin. Tevî ku hewl hat dayîn ev rewş were başkirin, lê pirsgirêkên cûda derketin." Mehtap, anî ziman ku şîrketan bi piştgiriya dewletê bêyî ku berpirsyariyê hîs bikin dest ji kirîna tiriyan berdan û wiha got: “Bi hinceta pêşîgirtina li hilberîna vexwarinên alkolê, hilberîn û firotina ava tirî hat qedexekirin. Derbeyek mezin li aboriya rezvanan hat xistin. Ev biryar ne tenê berhemên tirî vala derxist di heman demê de bû sedema gelek qeyranan.

‘Lêçûn Maliyet pir zêde ne’ 

Cotkarên binavê Leila R. Ya ku bi hevjinê xwe re tirî diçîne, şert û mercên dijwar ên cotkaran bi van gotinan anî ser ziman: “Lêçûna hilberinê pir zede ne. Peyizê kezaxadin û zibilkirin bigre, biharê jî ji cotkarî û heya dermankirinê ev gav hemû bi maliyetin. Buhayê keda ku ji bo komkirina kiloyek tirî leçûna karkeran a pêwîst  nêzîkî 3 hezar tumen e. Ya xemgin ewe ku  firma 4 hezar tumen tirî digre. Bihayê wê jî li derdora 15 hezar tumenî ye.”

Leila R. diyar kir ku polîtikayên nirxê kêm bûye sedem ku piranîya cokaran xisar bikin û hinek jî iflas bikin.

‘Ji bo hilberîneran binesaziya guncav nîne’ 

Endezyarê çandiniyê Sima Q. bal kişand li ser pirsgirêkên binesaziyên yên cotkaran û wiha got:  “Hikûmet alîkarîya pêwîst ji cotkarên herêmê re nade. Li herêmê ku berhemên din ên wekî pincar û petat lê hene,  kargehên mezin ên hilberînê û depoyên sar hatin avakirin, lê li Serdeştê tevî ku hilberîna tiriyê zêde tên binesazîyek guncav nine.”