Li Rojhilatê Kurdistanê zehferan bi keda jinan tê hilberandin

Di salên dawî de li Kirmaşanê di çandin û çinîna zehferanê de karker û karsazên jin rolek girîng dilîzin. Zehferana ku hilberîneke nû ya herêmê ye û jêneger e, bi destên jinan tê hilberandin lê jin beramberê vê yekê tişta ku heq dikin nagirin.

JUAN KERAMÎ

Kirmanşah- Li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê di çend salên dawî de hilberandina zehferanê weke çavkaniyeke girîng a dahatê tê dîtin. Navçeya Serfirouzabad a navenda bajeroka biçûk a “Halaşî” hewandin, yek ji navendên çandina zehfaran a li parêzgeha Kirmaşanê ye. Halaşîna ku her çend nifûsa wê ya bajariyî kêm be jî bi zêdetirî 120 gundan re xwedî nifûsa gundewariya zêde ye, deştên wê yên fireh û bi bereket hene û piraniya nifûsê çandiniyê dike.

Zeviyên çandiniyê yên navçeya Serfîrozabad, aîdê hewzeya du çemên Simre yên parêzgeha Îlamê û çemê Kuresu ya parêzgeha Kirmaşanê ne. Ev navçeya ku xwedî 70 hezar hektar dest û daristanên fireh e, di heman demê de bi çavkaniyên xwezayî yên dest nehatiye dayîn û zêde re jî dorpêçkirî ye. Genim, ceh, polik, çewênder, garis, gulberoj û zebeş di nava berhemên çandiniyê yên belavbûyî yên vê herêmê de hene. Lê di van salên dawî de li vê herêmê di çandina berhemên nû de diyardeyeke balkêş derket holê. Ev berhema nû ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirin, xwarin û endustriyel, zehferan berhemek bi nirx û biha ye.

Berhem ji ber ku kêm tê dîtin, weke yek ji berhemên stratejîk tê hesibandin. Yekane tişta herî girîng ku li parêzgehek wek Kirmaşanê çandina zehferanê rewa dike, hewceyê ava zêde nake. Dema hişkesaliyên ji ber guherîna avhewayê tê jiyîn li ber çavan tê girtin, zehferan ji bo kesên çandiniyê dikin qezencek girîng e.

Jin palehiya zehferanê dikin

Şenur Mihemedî ya li bajarê Rawanserê dijî, yek ji karsazên serekre yên parêzgeha Kirmaşanê ye. Şenur Mihamedî ya hilberandina zehferanê dike, ji bo gelek cotkaran jî bû çavkaniya îlhamê. Di salên dawî de li gelek navçeyan cotkar çandina zehferanê dikin. Karkerên jin ji çandiniyê heta palehiyê di qonaxên cuda de roleke girîng dilîzin. Ji ber vê yekê hema bibejê di qonaxa palehiyê de hemû pêvajo di berpirsiyariya jinan de ye. Ji ber hesasiyeta kulîlka zehferanê û palehiya wê, hê cihê keda mirovên li vê herêmê makînebûn û çandiniya makîne negirtiye. Ev kar li navçeya Serfirouzabad û deşta wê ya berfireh û bi bereket ji aliyê jinên herêmê ve tê kirin. Ev jinên ku bi awayekî kom birêxistin dibin, her sal di meha Mijdarê de palehiya zehferanê dikin.

Mûçeyên jinan li gorî mêran kêmtir e

Cotkar, ji ber ku di karê xwe de bi koordîne û berpirsyar in û bi taybetî jî di qada çandiniyê de bi ax, xweza û jîngehê re nêzîktir têkilî datînin, zêdetir dixwazin jinan bigrin kar. Li gorî yek ji jinên kedkar a di zeviyên zehferanê d li navçeya Serfîrozabad kar dike, îsal li wan zeviyan duyemîn sala çandina zehferane yê û di piraniya qonaxan de jin derdikevin pêş. Lê mûçe li gorî mêran kêmtir e. Nedana mûçeyan di wextê xwe de, zêdebûna saetên kar û bêsîgorteyî, yek ji pirsgirêkên jinên ku li vê herêmê di qada çandiniyê de dixebitin e.

Ji aliyê din ve, dema ku me li zeviyên çandiniyê yên navçeya Sarfirouzabadê vê nûçeyê çêdikir, hevdîtina me ya bi karkerên jin re, ji aliyê cotkarên mêr ve hat astengkirin.