Li Rojhilat çinîna nokan dest pê kir û karkerên jin di bin şertên zehmet de dixebitin
Ji ber tunebûna derfetên kar li Serdeştê, jin rojane 200 kîlometreyan bi mînîbûsên kevin ji bo çinîna nokan li bajarên Mihabad û Bukanê rê diçin û di bin şertên metirsîdar û zor de dixebitin.
NESÎM MUHAMMED KHAH
Bukan - Karkerên demsalî li herêma Serdeştê ya bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê dest bi çinîna nokan kirin. Herî zêde jin ji ber tunebûna derfetên kar di qada çandiniyê de dixebitin, 300 heta 400 karker rojane zêdetirî 200 kîlometreyan bi mînîbûsên kevin diçin û tên. Jinên karker diçin qadên çandiniyê yên bajarên Mihabad û Bukanê û piştî ku bi saetan di bin tava germ de dixebitin vedigerin malên xwe.
Ev şertên zor û zehmet, bê prîmên sîgortayê û derfetên guncaw, di bin şert û mercên zehmet ên kar de bi mûçeyên kêm tê kirin. Karkerên çandiniyê ku ji ber mesafeya dirêj her şev saet di 03.00’an de şiyar dibin, beriya ku bigihîjin qada ku dê bixebitin di mînîbusan de diwestin. Qezayên ku li ser riyên zehmet diqewimin jî jiyana karkerên çandiniyê dixe metirsiyê.
Bê qeyd kar dikin
Yek ji pirsgirêkên herî girîng ên karkerên ku di navbera saet 05.00-16.00’an de dixebitin jî tunebûna sîgorta û mafan e. Ji ber ku bi fermî weke karker nehatine qeydkirin, nikarin ji tu piştgiriyê sûdê bigrin. Ev mijar bi taybetî ji bo jinan girîng e ku li ser asta herêmî û heta bi giştî li Îranê jî ji mêran kêmtir mûçe digrin. Tevî ku jinên karker ji mêran wekhev an jî zêdetir kar dikin jî bi gelemperî kêm mûçe digrin. Her wiha karkerên demsalî neçar in hemû hewcedariyên karên xwe bi xwe peyda bikin ku di nav wan de xwarin û lepikên kar jî heye.
‘Em nêzî 3 saetan bi rê ve diçin’
Li herêma Serdeştê ji ber tunebûna veberhênana di warê çandinî û pîşesaziyê de, tu karên guncaw ji bo jinan nîn e. Li Serdeştê ji ber nebûna derfetên kar, gelek jin neçar dimînin ji bo kar biçin bajarên din. Di dema çinîna nokan de bi sedan jin ji bo debara xwe bikin diçin bajarê Bukanê. Karker û aktivîstekî sivîl der barê rewşa karkerên demsalî yên ku ji bo çinîna nokan diçin bajarên din ji ajansa me re axivî.
Karkera jin a demsalî Hero S. a 17 salî ku li bajarokê Harbatê yê Serdeştê dijî, zehmetiyên ku di karê çandiniyê de dîtine wiha vegot: “Îsal min bi dayika xwe re biryar da em nokan kom bikin. Di salên borî de bavê min kolber bû, me karê çandiniyê nedikir. Lê îsal bavê min birîndar bû, nikare bixebite. Ji ber vê sedemê îsal ez û dayîka xwe bihevre çûn nokan kom bikin. Em her roj di saet 03.00’an de ji xewê radibin, bi karkerên din re li taxê kom dibin û li mînîbûsan siwar dibin. Em bi gelemperî ji gundê Mihabad û Bukanê bi qasî 3 saetan rê diçin ku bigihîin herêma Xelîfan. Xwediyên zeviyan qeşa û ava sar ji me re tînin. Em taştê û firavîna xwe ji malê dibin. Nêzî saetekê ji bo firavînê û nîv saetê jî ji bo taştê û bêhnvedanê dema me heye. Piştî roja westiyayî em di saet 16.00’an de karê xwe diqedînin û paşê em li mînîbûsan siwar dibin û vedigerin malê. Dema ku em vedigerin malê, piştî xwarinê em derdora saet 20.00’an radizên.”
Mûçeyên ku digrin pir kêm e
Têkildarî şert û mercên jiyana karkeran jî yek ji aktîvîstên sivîl Şîda N. wiha got: “Karkerên ciwan ku piraniya wan jinên ciwan û venêrên jin in, bi şert û mercên herî dijwar ên kar re rû bi rû ne. Rojê ji derveyî saetên kar ên giran zêdetirî 4-5 saetan neçar dimînin ku di mînîbusan de rê biçin. Zarok jî di vî karî de dixebitin û wek karkerên zarok tên dîtin. Lê mûçeyê van karkeran gelekî kêm e û derdora 600 hezar tûmenî ye. Karker xwarinên xwe ji malê tînin û heta lepikên ku ji bo kar bikar tînin jî dikirin.”
Şîda N. da zanîn ku şert û mercên kar ên karkerên nokê pêwîstî bi baldarî û piştgiriyeke zêde heye û got: “Pêşkêşkirina saziyên alîkariyên civakî, sîgorte û piştgiriya civakî dikare alîkariyeke mezin ji bo başkirina şert û mercên jiyan û karê van mirovan bike. Her wiha zêdekirina veberînan li herêma Serdeştê dikare zêdetir derfetên kar ji jinan re peyda bike û rê li koçberiya bi darê zorê ji bo bajarên din bigre.”