Li Qamişlo komcivîna pirojeyên aboriya jinê

Cigîra Desteya Jin a herêma Cezîrê Derya Remezan da zanîn armanca wan a sereke bi vê komcivînê re ew e ku jin di warê aborî de xurt bibe û derfetên kar ji wan re zêdetir bikin da ku bikaribin jiyana xwe bi rê ve bibin.

 
EBÎR MUHEMED
Qamişlo - Li Hola Zana ya bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Jin a herêma Cizîrê ji bo nîqaşkirina pirojeyên jinan ên aborî komcivîneke diyalogê li dar xist. Di civînê de jinên siyasetmedar, tevgerên jinan û rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn. Di hindirê komcivînê de rewşa aborî, pêşketina wê, pirsgirêk û çareseriyên warê aborî hatin nirxandin. Derbarê vê komcivînê de, Cîgira Desteya Jin a herêma Cezîrê Derya Remezan nirxandin kir.
"Armancên komcivînê"
Derya  behsa armancên komcivînê wiha dike: “Me îro komcivînek derbarê aboriya jin de li dar xistiye, ev ne cara yekem e ku em civînên bi vî rengî li dar dixin. Projeya me di nav Rêveberiya Xweser de li ser bingeha wekheviyê hatiye avakirin. Her wiha partiyên siyasî, tevgerên jin û saziyên civaka sivîl di vê komcivînê de amadene. Ew kesayetana di derbarê aboriya jinê de nêrîn didin û nirxandinên girîng pêş xistin. Ev nêzî 2 salin em di rewşek aloz re derbas dibin, her wiha şewba vîrûsê jî gelek bandor li jinan kir. Zagona Qeyser jî gelek bandorên neyênî li civakê kir. Da ku ev alozî û qeyrana aborî li Rojavayê Kurdistanê zêde bandor neke em bi riya komcivînekê herêmên xwe dinirxînin."
"Li Rojava jin jiyana xwe bi rêve dibe"
Derya bal kişand li ser cudahiya aboriya Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola Rejîm Sûriyê de û wiha dirêjî da gotina xwe: “Zagona Qeyser ji ber kiryarên Rejîma Sûriyeyê li ser wan hat îmzekirin, lê em ji bîr nekin ku ev zagon bandora xwe li ser tevahî Sûriyeyê dike. Ger em rewşa aboriya herêmên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bidin berhev, cudahî pir zêdeye. Her wiha Rejîm civaka xwe meraq nake û wan birçî dihêlîn e, ji ber rejîm tenê ji bo berjewendiyên xwe û siyaseta tundiyê dimeşîne. Di aliyê kar û xebatên jin di navbera me û perçeyên Sûriyeyê yên din de gelek ferq û cudahî heye. Bi saya Rêveberiya Xweser gelek projeyên mezin hatin avakirin ku jin dikare debara jiyana xwe bi rêve bibe. Di gelek herêmên Sûriyeyê de pêdiviyên jiyanê yên mîna şînkahî, fêkî, mazot, gaz nayên peydakirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aramî heye û derfet hene. Elbet kêm û kurtayî jî di aliyê aborî de heye, loma me hewce dît ku vê komcivînê li dar bixînin. Em niha dixwazin bi vê komcivînê re gavên erênî di aliyê aborî de bavêjin da ku bikeve xizmeta civaka me."
"Armanca sereke pêşxistina aboriya jinê ye"
Derya herî dawî da zanîn ku armanca wan a sereke ewe ku aboriya jinê pêşbixînin û wiha bi dawî kir: "Li tevahî cîhanê jin di aliyê aborî de zehmetî dijîn, lê ew hêz û îradeya jinê heye ku aboriya xwe bi xwe bi rêve bibe. Niha me bi vê komcivînê armanc kiriye ku em aboriya jinê hîn bêtir pêş bixînin û aboriya me her herikbar be. Her wiha projeyên hîn zêdetir di aliyê jin û zarokan de heye. Niha lawaziyên ku em dijîn da ku di sala nû de nejîn ji niha ve amadekariyan dikin. Di heman demê de di aboriya jinê de mekanizmaya aktîfbûna jinan di warê aborî de em sereke dibînin. Derfetên ku ji bo jinan tên veqetandin ji bo me tevan pir girîng e."