Li Mexribê rêjeya bêkariyê ji sedî 16, 5 e

Li gorî daxuyaniya HPC’ê li Mexribê ji sedî 16,5 jin bêkarin. Li gorî raporê di navbera zayendan de jî rêjeya bêkariyê bi vî awayî ye; rêjeya bêkariya mêran ji sedî 10,4, ya jinan jî ji sedî 16,5 e.

Mexrib – Li gorî daneyên Komisyona Pilansaziya Bilind a Mexribê (HPC) çarşema derbasbûyî diyar kirî li welat rêjeya bêkariyê ji sedî 11,8 kêmbûye. Sala derbasbûyî rêjeya bêkariyê 12,7 bû. Li gorî şîroveyan dê piştî pandemiyê hêdî hêdî bi ser hev de bê.
Di bajaran de rêjeya bêkariyê zêdetire
Li gorî raporê rêjeya bêkariyê li bajaran ji gundewaran zêdetire. Li gorî daneyên raporê rêjeya bêkariyê li bajaran ji sedî 16 ye li gundewaran jî ji sedî 5,2 ye.
Rêjeya bêkariya jinan ji sedî 16,5 e
Li gorî raporê di navbera zayendan de jî rêjeya bêkariyê bi vî awayî ye; rêjeya bêkariya mêran ji sedî 10,4, ya jinan jî ji sedî 16,5 e. Cardin li gorî raporê bêkariya dinavbera ciwanan de jî bi vî awayi ye; di nava ciwanan de jî ji sedî 18,7 e.
Tê texmînkirin ku xebatên aboriyê yên ji derveyî qeyîdan jî ji sedî 20’ê aboriya welat pêktîne. Mexrib a sala derbasbûyî ji Fona Pere ya Navnetewî ji sedî 6,3 girtî tê payîn ku ji ber sedemên pandemiyê îsal ji sedî 5,7 bigire.