Li Mexrib serxwebûna jinan bi riya koperatîfa çêkirina şîraniyê pêk tê

Berê me li Wadî Zom bû, bajarekî ku dikeve navenda Mexribê, li vî bajarê biçûk Koperatîfa Wadî Zom a şîraniyan heye. Ew yek ji wan deh koperatîfên femînîstan e ku şîraniya Mexribê ya kevneşopî çêdike. Di munasebetên weke şahiyên zewac û jidayikbûnan de, li ser daxwaza malbatên Mexribê ev şîrînahî tê çêkirin

 
HENAN HARIT
Mexrib- Koperatîfa çêkirina şîraniyê li mexribê bi kedeke mezin û bi hevkariya şêraniya Mexribê ya ku kevneşopî ye, li gorî daxwaza gelê mexribî tê çêkirin.
Damezranidna koperatîfan
Di serdana me ya ji bo koperatîfa Wadî Zom a Şîraniyan de, atmosferek bi coş û axaftinên jinan ên xweş xuya dikir. Li aliyê din jî hinek ji wan bi çêkirina daxwazan mijûl dibûn ku dê di şahiya jidayikbûnan de bihata pêşkêşkirin.
Seroka koperatîfê ya bi navê Latîfa El-Hatabî dibêje ku çalakiyên koperatîfê ji nû ve rehabîlîtekirina jinên di rewşek lawaz de ye, di warê amadekirin şîraniyên kevneşopî yên ku Mexribê temsîl dikin de da ku karibin bi xurtî derbasî vî warî bibin. Her wiha ev yek ji wan re derfetên kar peyda dike ku bi wê yekê serxwebûna madî pêk tê.
Li ser destpêka afirandina koperatîfa Wadî Zom wiha dibêje; "Di sala 2018'an de koperatîf hat damezirandin, bi saya israr û behreyên xwe me hewl da em cihekî ji jinên ku tenê li malê dimînin re çêbikin, rewşa wan jinan îro gelekî baş bûye. Tevî ku diravê wan hindik e jî dîsa debara jiyana xwe dikin.   
Bandorên Kovîd 19
Letîfa El-Hatabî der barê bandorên qedexeya derketina derve ji ber belavbûna nexweşiya koronayê de wiha dibêje; "Destpêkirin zehmet bû lê israra jinan û baweriya wan bi projeyê hişt ku li pêşerojeke baş binêrin. Piştî ku karê hevkariyê ji ber Kovîd 19 rawestiya, di roja îro de koperatîf bi awayekî baş tê meşandin.
Her wiha letîfa El-Hatabî teqez dike ku û dibêje: "Di van demên ku me kar sekinandibû de ji ber kovîd 19 bandoreke neyînî gihîşt karê me ji ber vê yekê niha em hewl didin çareseriyên pratîkî bibînin û kedeke mezin em didin da ku dînamîka hilberîna koperatîfê vegerînin."
Letîfa El-Hatabî li gotinên xwe zêde kir û got: "10 jin di kaperatîfê de dixebitin û bi vê xebatê ew pêdiviyên jiyana xwe pêk tînin. Em hewl didin koperatîfê bi pêş bixin da ku derfetên kar ji bo jinan peyda bikin." 
Parvekirina qezencan
Kesên ku di koperatîfê de kar dikin beşeke ji qezencan di nav xwe de dabeş dikin, beşa din jî pê pêwîstiyên çêkirina şîraniyê re dihêlin. Der barê vê mijarê de Letîfa El- Hatabî dibêje: "Ya ku tê qezenckirin bi zorî têra lêçûnan dike û ya mayî li nav kesên têkildar tê belavkirin. Em di pêşerojê de hêvî dikin ku daxwaz bêtir zêde bibin da ku em karibin koperatîfê bi pêş bixin." 
Hemû bi hev re kar dikin
Di navbera endaman de peywendiyek baş heye, bi awayekî hevbeş bi hev re dixebitin, kêfxweşî li ser rûyê hemûyan xuya dike, di dema çêkirina şîraniyê de cudahî di navbera seroka koperatîfê û jinên karmend de tune ye. Her kes kar dike û ya girîng li gel wan ew e ku daxwaz werin bicihanîn.
her wiha Letîfa El-Hetabî ev yek da zanîn: "Dema ku daxwaziyek ji me re tê, her yek ji karmendan bi tiştekî re mijûl dibe da ku di dîroka diyarkirî de daxwaz amade bibin."
Der barê pirsa me ji Letîfa El-Hetabî di warê hînbûna çêkirina şîraniyê de, ew wiha dibêje: "Dibistana min a yekem dayika min e, min di temenekî biçûk de dest bi çêkirina şîraniyê kir.
Min wê demê dibistanan seretayî dixwend, ji ber ku li malê ez a herî biçûk bûm, min her tim alîkariya dayika xwe dikir û piştî çend tecrubeyan ez fêr bûm çawa çêbikim. Beriya ku ez bi ser bikevim, pir caran ez têk çûm."
Zehmetiyên kirûbirê
Der barê kirûbirê de Letîfa EL-Hetabî dibêje ku kirûbir li ser asta bajarê Wadî Zom tu astengiyê ji wan re dernaxe, ji ber ku daxwaza li ser hilberînên wan zêde ne û wiha gotinên xwe didomîn: "Em hêvî dikin ku em hilberînên xwe derxin bajarên din ên Mexribê."
Li aliyê din karmenda koperatîfê ya bi navê Rûqeya Hesûna piştrast dike ku koperatîf ber bi aliyê rast û pêşketinê ve diçe, her yek ji karmendan xwedan malbat û berpisyarî ye û dibîne ku koperatîf riya ber bi karkirina kesayetî ve ye ku ji bo jinan dibe pêşbazî da ku hewcedariyên xwe pêk bînin. 
Di dawiya axaftina xwe de got ku koperatîfên herêmî bi hewceyê piştgiriyek rastîn in. Ji bo ku xwediyên wan teşwîq bikin hilberînên xwe di asta neteweyî de bifroşin û derfetên kar ji bo vê kategoriya jinan biafirînin.