Li Licê jin bi hevgirtinê hilberînê dikin û qezenc dikin

Kooperatîfa Jinan a Lîcê vê mehê ji bo çêkirina salçeya firingiyên xwemalî milên xwe hildan. Jinên ku dest bi çêkirina salçeya firingiyan ku dê bi rojan bidome, li dijî krîza aborî bi hevgirtin û hilberînê li ser lingan dimînin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Kooperatîfa Jinan a Lîcê ku di sala 2019’an de li navçeya Lîcê ya Amedê hat avakirin, hilberîna xwe didomîne. Xebat bi 7 jinan dest pê kir û bi 15 jin û dildaran roj bi roj zêde dibe, jin her demsal bi hevgirtinê berhemên xwezayî hildiberînin û difiroşin. Kooperatîfa ku li navenda navçeyê bi firingiyên ku çandine û ji gundiyan dikirin dest bi hilberîna salçeyên firingiyan kir û li hemberî qeyrana ku kûr dibe jî derfetên kar ji jinan re peyda dike.

Ew her gav di hilberînin!

Di kooperatîfê de ku her demsal berhemeke cuda çêdike tenê jin dixebitin. Jinên ku ji sala 2019’an û vir ve tevî her cure zext û zehmetiyan hatine jî ji hêviyên xwe yên hilberîn û hevgirtinê tawîz nedane, li Lîcê jî ji bo jinan dibin mînak. Kooperatîfa ku bi tevahî ji jinên li navçeyê dijîn û bi kedê dixebitin hatiye avakirin, piştî çêkirina salçeya firingiyan dê meha bê dest bi karê çinîna tirî bike.

‘Bi hevgirtinê dihilberînin û qezenç dikin’

Seroka Kooperatîfa Jinan a Lîcê Bedriye Dolak, diyar kir ku ew ji xebitîn û bi hev re bûnê re keyfxweşin û wiha got: “Em berhemên xwezayî yên wekî fêkiyên hişk, sebze, biraştî û hwd. di hilberînin. Xebata me bi salan e berdewam dike. Di destpêkê de hêjmara me pir kêm bû, lê roj bi roj zêde bû. Her ku em karê hilberînê dikin, hevalên jin ên nû tevlî me dibin çêdibin. Bi jinan re kar kirin pir girîng û bi nirx e, em hemû bi hev re dixebitin û bi hev re hilberînê dikin. Piştgiriya me ne tenê bi hilberînê re ye, em di her warî de li gel hev in û piştgiriyê didin hev.”

'Wan dest bi çêkirina salçeya firingî ya ku dê bi rojan bidome kir’

Bedrîye Dolak, anî ziman ku wan vê mehê bi firingiyên ku li baxçeyê wan şîn dibin dest bi çêkirina salçeya firingiya li malê kirine û da zanîn ku ev pêvajo dê bi rojan bidome. Bedrîye Dolak, anî ziman ku wan ewil firingiyên ku ji xelkê navçeyê kirîbûn hûr dikin û dixin beroşan de û wiha got: “Em firingiyan dixin beroşan de û bi rojan dihêlin tê de, di wê pêvajoyê de em her roj tên wan firingiyan di mehînin û di dawîyê de di parzûnê re derbas dikin. Piştî ku em parzûn dikin, hinek karanînên din re derbas dikin, piştî ku salçeya xwe bi dest dixin dihêlin li ber tavê. Hilberîna me ya din dê sicûqên bi gûz be. Li vir hewldaneke pir cidî ya jinan heye. Çi ji destê me tê em dikin da ku berdêla hewldanên xwe bi dest bixin.”

‘Li dijî krîza aborî li ber xwe didin’

Bedriye Dolak, anî ziman ku jinên navçeyê hem ji aliyê civakî û hem jî ji aliyê îstîhdamê ve ne xwediyê qadeke ku karibin wextê xwe tê de bihêlinin û diyar kir ku kooperatîf di vî warî de hem ji aliyê civakî û hem jî qezencê piştgirî dide jinan. Bedriye Dolak, diyar kir ku di xebatên xwe de li dijî krîza aborî jî têkoşiyan û bi hev re sohbet kirin, bêzar nebûn û wiha got:

Li vir qada xebatê ya jinan nîne. Di vê wateyê de ev kooperatîf hem li me hem li jinan tiştên gelek xweş dide zêde kirin. Em her tim karê li malê bi hevre dikin û dixebitin. Em her tim li gel hevin û pere qezenc dikin. Niha her tiştî ew qas buha ye ku berhem nayên kirîn. Tevî vê yekê jî em hilberîna xwe didomînin. Deriyê me ji bo jinên ku dixwazin li navçeyê bi me re bixebitin her tim vekirî ye. Li vir em bi hevgirtin û hewldan dikevin pêvajoyek avakirinê ji bo jinan. Li rexa jinan em ji gel jî dixwazin ku ji bo salçeyên ku em çêdikin piştgiriyê bidin. Hûn dikarin bi me re bikevin nav têkiliyan û bi kirîna salçeyên me piştgirî bidin jinan.”