Li Kobanê çinîna berheman dest pê kir

Li Kantona Kobanê çinîna deqên wek genim, ceh û nîsk dest pê kir. Jinên ku bi axê ve girêdayî ne, bi dahata ku ji çinînê distînin serxwebûna xwe ya aborî bidest dixin.

NORŞAN ABDÎ

Kobanê- Jinên Kantona Kobanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka meha Gulanê ve dest bi çinîna berhemên ku ji çandiniyê bi dest xistine. Jin li gorî par ji berhema îsal memnûn in.

Kobanê kantonek e ku bi hêşînahiyên xwe bi taybetî genim, ceh, kîmyon, korîner û nîskê navdar e. Her sal bi destpêka meha gulanê re jinên li gundan beriya ku nebat zuha bibin û genim bikevin erdê dest bi çinîna bisax û bi taybetî nîsk dikin. Jinên ku ji saetên serê sibê ve diçin dirûnê û heta roj diçe ava ji zeviyê dernakevin, ji mêran zêdetir li ser kar in.

Jin nîskan diçînin

Xebatkara çandiniyê Hêza Mehmûd a 30 salî ji gundê Aydiq ê li başûrê kantonê got, "Her sal ji ber ku havîn nêzîk dibe û germahiya hewayê zêde dibe, karê me girantir dibe. Her wiha gihîştina bihişkan jî nîşana wê yekê ye ku demsala çinînê ye. Dema ku çandina nîskê destpê dike, jin pêşî bi destên xwe şînahiya şil berhev dikin û davêjin pişta xwe. Piştî vê yekê em çandiniyê bi pileyên biçûk berhev dikin. Dema nîsk tê çinîn hê jî şil e. Ji ber vê yekê, ne hêsan e ku şêlên ku li ser lûkulê dişewitînin.”

Bi çandiniyê debara xwe dikin

Hêza Mehmûd behsa qonaxa dawî ya çinîna nîskê kir û got, “Piştî ku nebat bi tevahî zuwa bûn, me nîskan datînin nav maşîna hênikkirinê. Di dawiya vê pêvajoyê de, gewrê lûkulê têne veqetandin. Ji aliyê din ve bermahiyên çandiniyê yên ku ji bo têrkirina ajalan wek çêlek tên bikaranîn jî derdikevin. Jinên kantonê ji bo bidestxistina serxwebûna xwe ya aborî girêdayî çandiniyê ne. Kantona Kobanê bi çandiniya xwe navdar e. Mirovên li vir û bi taybetî jî jin piraniya pêdiviyên xwe ji çandiniyê peyda dikin.” 

Têkiliya jinê bi axê re

Hêza Mehmûd her wiha bal kişand ser zehmetiyên ku jin di demsala çinînê de rû bi rû dimînin û di dawiyê de wiha got: "Em hem di şert û mercên zivistanê de hem jî di bin tava germ de dikarin kar bikin. Carinan saetên me yên xebatê digihêjin şevê. Heta ku tarî nebe em venagerin malê û dema êvarê vedigerin malê em dikarin karên malê yên ku bi roj kom dibin bikin. Ji ber zehmetiyan ez ji karê çandiniyê hez dikim. Jin bi ax, çandinî û xwezayê ve girêdayî ye, lewma bi awayekî berfireh û nedîtî ve girêdayî ye."

'Îsal gelek berhem hene'

Biro Ehemed a 60 salî ku ji gundê Aydiqê jî wiha got: "Ez ji 15 saliya xwe vir ve karê çandiniyê dikim û tê bîra min ku em her sal di heman demê de nîskê berhev dikin. Li gorî salên berê îsal baran baş bû. Salê min çar hektar erd bi berhema nîskê çandin. Min du hektar jî zevî çand. Piştî çend salan ji hişkesalî û kêm baranbarana herêmê, hilberîn di gelek berheman de gelekî kêm bû. Em dibin şahidê berhemanîna hemû berhemên çandiniyê, ez dikarim bibêjim îsal ku baran baş dibare, cotkar jî berhemên baş distîne, li aliyê din dewleta Tirk ava çemê Firatê qut kiriye. Ev rewş gelek zorê li malbatên ku bi çandiniyê re mijûl dibin dike. Hemû jinên gund alîkariya hev dikin ku beriya dema çinînê bi dawî bibe, çinîna hemû berhemên çandiniyê bi dawî bikin."